|
Divê hember dagirkeriya dewleta Tirk rexistinên Kurd bikevin tevgerê
NÛÇE-ÞÎROVE: SERHAD B.RÊNAS
17 Kewçêr,
2007 weþandin:01:24:09 (GDK)
AMED, bakurê
Kurdistanê (HAWAR DENGÛBAS) -- Tezkereya bo êrîþ kirina ser axa
Kurdistanê îro bo parlemena tirk hate þandin.
Tê hevî kirin ku ji xeynî
parlementerên DTP û çend Kurdên di nava AKP bo destûnameyê hemû parlementer
dengê erê bidin.
Medyaya Tirkî jî di vê navberê de
bi weþanên xwe bangbêjiya þerê seranserî li dijî Kurdan tê zêde kirin.
Divê
rexstin û partiyen Kurd li gel
kampanya û bernameyeke hevbeþ tevbigerin
Divê Kurd bi taybetî Ewrûpa û
Emerîka dest bi protesto, çalakî, kampanya, meþ, dîplomasîya ragihandinê bikin.
Herî parekî mezin jî ser milên
rexistinên Kurdan dikeve. Divê rexistin û partîyên Kurd, bi daxûyanî, bi
organîze kirina meþ, konferans, panel, kampanya,komkirina îmze, ragihandina
e-maîl û nameyan bo dezgehên navneteweyî, bi dîplomasîya bi rayedarên Ewrûpî
û Emerîkî re hewlên dagirkeri û dijminkariya dewleta Tirk li dijî Kurdan û
rewþa bakurê Kurdistanê û Kurdistana azad ragihînin.
Partî û rexistinên Kurdan niha
tenê daxuyanî diweþînin, daxuyanî weþandin herî zêde bala raya giþtî ya
KurdÎ dikþîne û divê bo kiþandina bala raya giþtî ya navnetweyî rêbazên din
jî were bikaranÎn.
Banga
'Destûrnameyê Erê Nekin'
Der barê destûrnameyê de ku wê
destûrê bide operasyona derveyî sînor, nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî,
banga 'destûrnameyê erê nekin' li parlemanteran kir.
Cîgira Serokê Koma DTP'ê di parlemanê de Fatma Kurtulan got, serokwezîrê
Tirkiyê jî aniye ziman ku operasyona derveyî sînor wê nebe çareserî.
Kurtulan da zanîn, ku ew ê di meclîsê de dengê 'na' bidin destûrnameyê û
bang li parlemanterên ji Kurdistanê hatine hilbijartin kir ku dengê 'na'
bidin destûrnameyê. Serokê giþtî yê EMEP'ê Levent Tuzel jî anî ziman, ku
divê ti parlemanter dengê erê nede vê siyaseta bi xeter. Serokê giþtî yê
KESK'ê Ismaîl Hakki Tombul û Serokê odeyên Mîmar û Muhendisên Tirkiyeyê
Mehmet Soganci bang kirin, ku pirsgirêka kurd ji berdêla rêbazên þîddetê bi
rêyên demokratîk were çareserkirin. Tirkiyê pirsgirêka xwe ya ewlekariyê li
dora operasyona derveyî welêt gerandiye, ev yek ji aliyê serokê Giþtî yê
Mazlûm-Der'ê Ayhan Bilgen ve weke þaþiyeke mezin a stratejîk hate nirxandin.
Serokê Giþtî yê Komeleya Mafê mirovan ÎHD'ê Husnu Ondul jî amadekariyên
operasyona derveyî sînor weke îlana þer nirxand û got, destûrname tê wateya
þerê navxweyî, bêhtir xwîn û rondikên çavan,
Þaxê Wanê yê Komeleya Piþtgiriya Girtiyan TUYAD-DERê li dijî zextên li ser
girtiyan daxuyaniyek da.
Þingarî:"Bi tu awayî rê nadin Tirkiye ku sinorê Iraqê derbas bike"
Wezîrê herêmê ji bo karûbarên
navxwe Kerîm Þingarî aþkere kir ku ew dever û gundên Tirkiye bombebaran
kiriye tu hêzeke ser bi PKK tê de nîne.
Kerîm Þingarî ragihand ku deverên ku artêþa Tirkiye daye ber topan, tu
hêzeke PKK lê tuneye û deverên kurdên sivîl in. Þingarî di heqê dengdana
parlamentoya Tirkiyeyê a ji bo hatina nav axa herêma Kurdistanê jî got:"
Têkiliya wê yekê bi serweriya axa Iraqê ve heye û em jî beþek in ji Iraqê û
berpirs in ji parastina wî welatî lê ev mesele taybet e bi hikûmeta fedaral
ya Bexdayê ku wan daxuyaniyan red kiriye û got:" Bi tu awayî rê bi hêzên
Tirkiye nadin ku sinorê Iraqê derbas bikin."
Koþka Sipî carek din Tirkiye hiþyar kir
Piþtî îmzekirina tezkereya
operasyona leþkerî ya li derveyê sînor ya li Baþûrê Kurdistanê ku ji aliyê
Encumena Wezîran ya Tirkiyê ve hat îmzekirin û ji bo destûrdayînê ji
parlamentoyê re hat rêkirin, berdevkê Koþka Sipî ya Emerîkayê Gordon
Johndroe, hiþyarî da Tirkiyê û bala wan kiþand ku divê ji çalekiyên ku rê li
ber bêîstîqrarî û aloziyan vebike, xwe dûr bidin.
Çareseriya AKP jî wek hikumetên berê êrîþkarî ye
Tê zanîn ku arteþa Tirk heta niha
bo tirsandina çavê Kurdan dixwest ku parelemena Tirk tezkere derbixîne lê
AKP qeyîlî vî tiþtî nedibû.Niha derketiye holê ku hikumet û arteþa Tirk li
hev kirin û bo derxistina tezkere dest bi amadekariyan hate kirin.Hikumeta AKP ku heta niha bi helwestên xwe yên nerm li hemberî Kurdan li
bakurê Kurdistanê ji hikumetaên berê ya dewleta Tirk cûda xuya dikir û êdî
AKP jî ser riya politikayên kevn diçe.Piþtî zêde bûna dengên AKP serokê AKP
Tayyip Erdogan jî got pirsgirêka Kurd hatiye çareser kirin û pirsgirek tenê
pirsgirêka aborî ye.
PKK dikare riyên guncawtir bi kar bîne
PKK ji bo berjewendiyên dema nêzik
berjewendiyên giþtî yên dema dirêj ya neteweya Kurd dixe xeterê.
Bêguman mafê her Kurd e ku di hemû
axa Kurdistanê de bo azadiyê xebatan bimeþîne.Lê PKK þerê çekdarî bi avayekî
sîstematîk bo azadî û serxwebûna Kurdistanê pêk nayine hedefa PKK tenê
parastina hêza xwe ye.Þerê niha ya PKK ji
feydeyê zêdetir zirarê tîne.Niha PKK bi domandina êrîþên xwe
derdorên berjewendîxwaz,bi taybetî çete û arteþa Tirk bi hêz dike. Di cîhê
ku karê arteþ tune be bi avayekî xwezayî hêza arteþ jî di nava jiyana
demokratîk de kêm dibe.Her wiha di konaxeke bi þer de Kurd nikarin di her
waran de hêsantir tevbigerin û dîyaloga navbera xwe derdora PKK jî tevde
pêþbixînin.
PKK niha li bakur û rojhilatê
Kurdistanê li þûna êrîþên çekdarî giranî bide birexsitin bûyina siyasî,
pêþxisitna medyayê, pêþxistina bi rexistin bûyina civakî û bi rexistin
bûyina dîplomatîk xebat kirina bo bi dest xistina mafên girîng wek
perwerdeya bi kurdî hewl bide, bo pêþî lê girtina asîmîlsayonê hewl bide û
li ber çavê hêzên Cîhanî hincetan bo pêþî lê girtina serxwebûna baþûrê
Kurdistanê dernexîne holê dê bo xwe û bo gelê Kurdistanê xizmeta herî mezin
bike.
Hedef destkeftiyên gelê Kurdistanê ye
Pêþketina bîr û
baweriyên dervey kemalîzm û Tirkperestîyê an jî pêþketina Kurdan li
Kurdistana azad û bi dest xistina hin mafên biçûk li bakûrê Kurdistanê hêzên
nijadperest,arteþa Tirk, dijminên Kurdan, kemalîstên faþîst, çeteyên tarî,
derdorên mîlîtarîst û hemû hêzên ku ji berjewendîyên xwe winda dikin dixe
nava livûtevgerê.Tê
xwestin ku bi bilind kirina pêla þovenizma Tirk xwe îfade
kirina Kurdan di asta raya giþtî yê Tirkîye de bê qut kirin û heta
destkeftiyên salên dawî yên kurdan jî ji holê bêne rakirin..
Dewleta Tirk bi dijminkariya xwe, dawiya
xwe amade dike
Piþtî kuþtina 15 leþkerên
Tirk ên li Elkê û Þirnexê ya
bakurê Kurdistanê dîsa li dewleta Tirk bangbêjiya þerê seranserî li dijî
Kurdan tê kirin.Dewleta Tirk
operasyonên bihurî yên ser PKK wekî mînak nîþan dide.Di operasyonên bihurî
de konjoktura herêmê gelek cûda bû û hê Kurdên Kurdistana azad û bi giþtî
hemû gelê Kurd bi qasê niha ne xwedî stratejîyeke hevbeþ bûn û opresyonên
berê ne bo xêra kirina detkeftÎyên li Kurdistana azad bû.Ji ber vê yekê jî
dewleta Tirk dikarî bû têkeve xaka Kurdistana azad.Di dema niha
de Kurdistana azad ser riya pêþketin û avadanîyê de ye û di nevbera hemû
hêzên Kurdan de nêzîk bûneke berbiçav heye.Ger dewleta Tirk bikeve
Kurdistana azad wê li hemberî xwe ne tenê hêzên PKK dê hemû kurdan bibîne.
Kurdistana
azad xwedî tecribeyeke 80 salî yê têkoþîna li dijî dagirkeran e. Di demên
herî xirab de di tengasîyên herî kûr de dijminên kurdan nekarî bûna baþûrê
Kurdistanê têk bibin.Di roja me de li gel hemû pêþketin û detkeftÎyên
sîyasî,aborî,leþkerî,polîtîk,rexistinî,dîplomatÎk û li gel piþtgirîya
perçeyên din ya Kurdistanê qet ne mimkune ku dewleta Tirk li Kurdistana azad
serkeve.Kurd ger
neçar bibînin wek 100 salên rabirdû li gel hêza xwe mezin ya îro xwe
bisperîn çiyayên Kurdistanê ku tu car dijminên Kurdan re nebûye war û axa
Kurdistanê ji dewleta Tirk re bikin dojeh.
Dewleta Tirk
dikare bikeve axa Kurdistana azad lê nikare derkeve.Di her
kûçe,kolan,cade,avahî,rê û deriyên li Kurdistana azad bo Tirkan bibin
niqteyên mirinê.Dijminên Kurdan her tim karine ser Kurdan êrîþ bikin lê tu
carî nikarî bûne têkoþÎna kurdan biqedînin.Ger em rewþa taybet ya coxrafî û
soyal yê Kurdistanê jî bigrin ber çavan derdikeve holê Kurd Tirk bi
þikestineke mezin re rû bi rû ne.Raya giþtî yê
Tirk bi 2-3 cenazeyên leþkerên tirk serobin dibe.Ger ji Kurdistana azad her
roj nûçeyên mirina bi dehan leþkerên Tirk derkeve û li gel wê serhildana
Kurdên bakûr û Ewrûpa û perçeyên din jî derkeve holê wê bibe sedema bi
temamî tevlîhev bûna hundirê Tirkîye û alozîyeke mezin derkeve.Doza Kurdan
dozeke rewa ye û ji ber vê yekê jî tekdana wê ne mimkune.
(HAWAR DENGÛBAS / Dîha, Puk media,
reuters )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|