|
Li Ser Sînor Bang Kirin: Sînor derbas nekin
15 Kewçêr,
2007 weþandin:23:12:26 (GDK)
Parlamenterên DTP yên Þirnexê jî
doh çûn Deriyê Sînor yê Xabûrê û ji wir ji bo operasyona li derveyî sînor
pêk neyê, bang kirin.
Parlamenterên DTP yên Þirnexê Sevahîr Bayindir û Hasîp Kaplan ji bo li
avahiya DTP ya Silopiyê cejna gel pîroz kirin.
Bi sedan kes tevlî pîrozbahiya cejnê bûn û tevî tîliliyan, dirûþmên "Zext
nikarin me biçewisînin" qêriyan.
Kaplan û Bayindir xîtabî gel kirin û daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiye Recep
Tayîp Erdogan ên di rojên dawî de der barê Emerîka, Yekîtiya Ewrûpayê û
DTPîyan de dide bibîrxistin û gotin, ev ne di cih de ne û nizane çi dibêje.
Piþtî pîrozbahiya cejnê parlamenter çûn Deriyê Sînor yê Xabûrê û li vir
cejna þoforên kamyonan pîroz kirin û li pirsgirêkên wan gohdar kirin.
Þoforan anî ziman, ku ew operasyoneke li derveyî sînor naxwazin û gotin,
serokwezîr Erdogan, Tirkiye ber bi xetereyeke mezin ve dibe.
Parlamenter Kaplan û Bayindir ji bo daxuyaniya çapameniyê bidin, çûn Deriye
Sînor yê Xabûrê.
Hasîp Kaplan di axavtina xwe de bang li Erdogan kir û weha got; "Dixwazin em
hevokên wan bikarbînin. Li paþiya me Cudî heye, Habur li pêþiya me ye. Ez ji
vir bang li Erdogan dikim; brêz Erdogan ne tu Sultanî ne jî em koleyên te
ne."
Parlamenteran destûrnameya li ser operasyona li derveyî sînor ku artêþa Tirk
wê pêþkêþî parlamenê bike nirxandin û bang li hukûmeta AKP kirin ku sînor
derbas nekin.
Kaplan diyar kir, ku di operasyoneke muhtemel de dibe ku di navbera gelan de
þer dest pê bike û banga diyalogê kir.
Sevahîr Bayýndir jî bang li parlamenterên Kurd yên AKPyî kir ku îstîfa bikin
û weha got:
"Ji bo operasyona derveyî sînor esker li ser sînor danîn. Ev þer di nav
Tirkiye de ye. Divê ev pirsgirêk ne li çiye, li parlamenê çareser bikin û
guh bidin daxwazên gelê vir. Li ser vê yekê em bang li hemû parlamenter,
þaredar û xebatkarên rêxistinên AKP yên li herêmê dikin ku xiyanetî li gelê
ku li nav mezin bûne nekin û ji AKP îstîfa bikin."
(puk media)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|