|
DEWLETA TIRK BIRYARA DAGIRKIRINA KURDISTANA AZAD VERGIRT;
Li beramberî bi biryarî û yekrêziya Kurdan, dewleta Tirk zêdetir dîn û har
dibe
23 Kewçêr,
2007 weþandin:06:34:21 (GDK)
HEWLÊR, Kurdistana
azad (HAWAR DENGÛBAS) -- Piþtî ku PKK di hefeteya dawî de
cara duyemîn erîþeke mezin ser lekþerên Tirk kir û di encamê de 16 eskerên
Tirk mir û 10 leþker jî esîr hate girtin dewleta Tirk gef û êrîþ û zextên
xwe jî zêde kir.
Wekî tê zanîn 5 roj berê tezkereya bo êrîþ kirina ser axa
Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta AKP'ê ve hatiye amadekirin , li meclîsa Tirk hati
bû qebûlkirin.
Li bajarên dewleta Tirk teroreke
mezin ser Kurdên sivîl tê pêk anîn. Li aliyê din de jî daxûyaniyên serokên
Kurd yên Kurdistana azad ser xêza yekîtîtîyê û helwesta yekgirtî ya Kurdan
bo parastina axa Kurdistanê û berxwedena Kurdan dijî hewlên destpêkirina
birakujiyê di navbera Kurdan de dewleta Tirk
û raya giþtî ya Tirkî dîn û
har dike.
Her wiha çalakiyên Kurdan li dijî
dagirkeriya dewleta Tirk û biryara êrîþkariya hikumeta AKP li bajarên
Kurdistana Federal didomin.
Vê carê
jî Zaxo, Kerkûk, Silêmanî, Akrê Duhok,
Hewlêr û Amediyê ji Tirkan re got; "Emê canê xwe bo welatê xwe bidin"
Li Bajarê Zaxo yê
Kurdistana Federal, bi sedan kesî bi armanca þermezarkirina operasyona
dersînor meþ li dar xist.Di meþê de sloganên dijberî Tirkiyeyê hatin avêtin
û hate xwestin ku pirsgirêka kurd bi riyên aþtiyane bê çareserkirin.Li
navenda bajarê Silêmaniyê bi sedan xurtên bajarê Silêmanî û derdora wê
mitîngek saz kirin.
Beþdarbûyên mitîngê bi çendîn
sloganan daxwazên xwe li dijî leþkerkêþî û derbaskirina sînorê baþurê
Kurdistanê ji alyê artêþa Tirkiyeyê ve eþkere kirin. Her wisa li bajêrkê
Akrê jî bi hezaran kes li dijî biryara perlemantoya Tirkiyeyê ya
derbaskirina zînorên herêma Kurdistnê derketin meydana bajêrî.
Li bajarê Kerkûkê bi
beþdarbûna kurd, ereb, tirkmen û hemû pêkhatên cuda ve dijî biryara
leþkerkêþiya Tirkiye bo ser Herêma Kurdistanê xwepêþandanek hate sazkirin û
biryara Tirkiyê hate þermezarkirin. Li Soran û Rewandiz
mitîngên li dijî operasyona tirk hatin li dar xistin.
Tirk li
beramberî bi biryariya Kurdan har bûn êrîþî kurdên sivîl dikin
Li dewleta Tirk bi taybetî bajarên
Tirkan ku xwedî nifuseke zêde ya Kurdan in , êrîþ û zextên Tirkên faþîst jî
bi hevlariya medyaya Tirkî zêde bûn.Dewleta Tirk ku bi dehan salan di þereke
ne mafdar ya dijî têkoþîn a azadiyê ya Kurdan dimeþîne û di pêvajoya dawî de
jî li beramberî yekreziya Kurdan di warê dîplomatîk û rastiya kurd û
Kurdistanê de careke din kete tengasiyê niha tirkên ku ji aliyê dewleta Tirk
ve bi dehan salin bi înkara gelê kurd hatine xepandin bi hestên þovenî êrÎþ
û talana gelê kurd dikin.
Provokasyon û tahrîkên ku bi
pêþengiya MHP’iyan ve tên kirin, beþên ewlekariya dewletê li dijî van êrîþan
bêdeng dimînin. Avahiyên DTP’ê tên talankirin û li gelek cihan hewldanên
lîncê û êrîþên çêkdarî pêk hatin. Bi van hewldanan û bêdengiya dewletê
Tirkiye ber bi þerekî navxweyî ve diçe.
Li Bûrsayê avahîya DTPê ket ber êriþa nijadperestan
Li gor ku ji aliyê ajansên nûçeyan ve hatiye belavkirin, piþtî van rûdanên
li herêmê, li goristana Pinarbaþiyê ya bajarê Bursayê bi qasî 2 hezar
nijadperestên tirk li hev civiyan û piþti xwendina siruda tirkî, bi qasî 500
kes ji wan ber bi avahiya DTP ya þaxê Bûrsayê ve meþiyan û êriþ birin li ser
avahiyê.
Li Îstenbolê avahîya DTPê hat þewitandin
Herweha, êriþeke hovane ya nijadperestên tirk li dijî Partiya Civaka
Demokratîk ya þaxê navçeya Fatîhê ya bajarê Îstenbolê hat pêkanîn. Hatiye
ragihandin ku di saet 3;00ê þeva 21.10.2007 de, Þaxê DTPê ya li Fatîhê ya li
Îstenbolê, ji aliyê nîjadperestên tirk ve hat þewitandin û hatiye ragihandin
ku li avahiyê zerarek mezin ya maddî heye.
Li Amedê polîsan di encama
serdagirtinên malan de 20 xwendekar hildan binçavan
Ekîbên polîsan girêdayî Midûriyeta Awlehiyê ya Amedê duh êvarê di ser malên
xwendekaran de girt. Di encama serdagirtinên malan de 20 xwendekar hatin
binçavkirin. Der barê sedema binçavkirina xwendekaran de tu agahî nehatin
standin.
Avahiya DTP'ê ya Navçeya Ayvalikê hate þewitandin
Avahiya Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Ayvalikê, ji aliyê komek nijadperestan re
ve bi avêtina molatofkokteylan hate þewitandin.
Polîs
terora nijadperestan temaþe dikin
Nijadperestên di seatên nîvro de 3 kesên wanî ji otobêsê peyakirin û
darbkirin li ser temaþekirina polîsan ser êvarî cardin daketin kuçeyan.
Nêzîk 300 nijadperestên avahiya Rêxistina DTP'ê ya Meletiyê dan ber keviran,
bi slogana, "Em li parlementoyê PKK'yiyan naxwazin" li kuçeyan geriyan.
Ulkucuyan xwest ku ciwanekî
kurd lînç bikin
Komek ulkucu ya li ser Cadeya Îstîklalê meþ li dar xist, heta Bulvara
Tarlabaþi, da pey ciwanekî kurd. Ciwanê kurd li vir xwe spast wesayîtek
polîsan, lê ulkucuyan êrîþî wesayîtê jî kir. Li aliyê din polîsên hêza çevîk
mudaxeleyî ulkucuyan nekir
Li Dîlokê
jî êrîþ
Avahiya Rêxistina DTP'ê ya Bajêr a Dîlokê di derengiya þevê de rastî êrîþa
bi kevir a kesên nasnameya wan nediyar hat. Hemû camên avahiyê þikestin, li
ser deriyê avahiyê jî bi tîpên mezin 'MHP' hate nivîsandin. Ji ber ku di
saeta êrîþ çêbû de kes li avahiyê tunebû, alozî çênebû. Balkêþ e ku êrîþa bi
kevir, digel tedbîrên ewlehiyê yên ji aliyê polîsan ve li derdora avahiya
partiyê hatibûn girtin çêbû.
Êrîþî Xwendekaran tê kirin
Komek nijadperest a ku li sûka
navçeya Bîga ya Çanakkaleyê bi wesayîtan geriya, êrîþî xwendekarekî bi navê
Ekîn Demîrkan ku di rê de derbas dibû kir. Demîrkan a tiþt pê nebû, diyar
kir ku komê gotiye "ev jî kurd e" û êrîþî wî kiriye. Xwendekarên kurd
ku li Zanîngeha Onsekîz Mart a Çanakkaleyê û zaningehên din ya li bajarên
Tirkan dixwînin, ji ber ku ewlehiya wan tune, nikarin herin dibistanê.
Li Belcîkayê jî tirkan êrîþ
birin ser kurdan
Duh serê sibê li taxa Sînd Cos a paytexta Belcîkayê, Brukselê pevçûnek di
navbera koçberên li wî welatî ên kurd û tirk de rû da û ziyaneke zêde a madî
li cihê pevçûnê ketiye lê belê tu ziyanên canî lê neketiye.Polîsê Belcîkayê
aþkere kir ku bi dehan kes ji koçberên Tirkiyeyê ên li wî welatî ku alayê
Tirkiyeyê bilind kiribûn û siloganên li dijî kurdan diqêriyan, êrîþ birin
ser qehwexaneyeke wî taxî ku rewendên kurd lê rûdinên û di encam de ziyaneke
mezin li qehwexaneyê ketiye.
Dewleta Tirk dawiya xwe amade dike
Piþtî kuþtina 15 leþkerên
Tirk ên li Elkê û Þirnexê ya
bakurê Kurdistanê dîsa li dewleta Tirk bangbêjiya þerê seranserî li dijî
Kurdan tê kirin.Dewleta Tirk
operasyonên bihurî yên ser PKK wekî mînak nîþan dide. Di operasyonên bihurî
de konjoktura herêmê gelek cûda bû û hê Kurdên Kurdistana azad û bi giþtî
hemû gelê Kurd bi qasê niha ne xwedî stratejîyeke hevbeþ bûn û opresyonên
berê ne bo xêra kirina detkeftÎyên li Kurdistana azad bû. Ji ber vê yekê jî
dewleta Tirk dikarî bû têkeve xaka Kurdistana azad. Di dema niha
de Kurdistana azad ser riya pêþketin û avadanîyê de ye û di nevbera hemû
hêzên Kurdan de nêzîk bûneke berbiçav heye. Kurdistana
azad xwedî tecribeyeke 80 salî yê têkoþîna li dijî dagirkeran e. Di demên
herî xirab de di tengasîyên herî kûr de dijminên kurdan nekarî bûna baþûrê
Kurdistanê têk bibin. Kurd ger
neçar bibînin wek 100 salên rabirdû li gel hêza xwe mezin ya îro xwe
bisperîn çiyayên Kurdistanê ku tu car dijminên Kurdan re nebûye war û axa
Kurdistanê ji dewleta Tirk re bikin dojeh.
Dewleta Tirk
dikare bikeve axa Kurdistana azad lê nikare derkeve. Di her
kûçe, kolan, cade, avahî, rê û deriyên li Kurdistana azad bo Tirkan bibin
niqteyên mirinê.Dijminên Kurdan her tim karine ser Kurdan êrîþ bikin lê tu
carî nikarî bûne têkoþîna kurdan biqedînin.Ger em rewþa taybet ya coxrafî û
soyal yê Kurdistanê jî bigrin ber çavan derdikeve holê Kurd Tirk bi
þikestineke mezin re rû bi rû ne. Raya giþtî yê
Tirk bi 2-3 cenazeyên leþkerên tirk serobin dibe.Ger ji Kurdistana azad her
roj nûçeyên mirina bi dehan leþkerên Tirk derkeve û li gel wê serhildana
Kurdên bakûr û Ewrûpa û perçeyên din jî derkeve holê wê bibe sedema bi
temamî tevlîhev bûna hundirê Tirkîye û alozîyeke mezin derkeve.
(HAWAR DENGÛBAS / Dîha, Puk media,
reuters )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|