|
Yekîtiya Ewrûpa piþta dagirkeriya dewleta Tirk digre
28 Kewçêr,
2007 weþandin:05:32:11 (GDK)
Helwesta
Tirkiyê ji bo amadekariya operasyona leþkerî li derveyî sînorên xwe, dibe
cihê nexweþî û nerazîbûnê. Welat û parlementerên ku li dijî endametiya
Tirkiyê a Yekîtiya Ewropayê ne, li hemberî helwesta Tirkiyê xebatên xwe xurt
kirin.
Parlamenterê CSU yê Dr. Ingo Friedrich li ser pirsê dîtina xwe wisa ye:
"Operasyona leþkerî a Tirkiyê li bakurê Iraqê li dijî nirxên Ewropayê ye û
li dijî qanûnên navnetewî ye".
Di parlementoya Ewropayê de, parlementer û Partiya Mesîhiyên (Xiristiyan)
Demokrat yên alman û fransiyan, piþtgiriya dîtina Friedrichî dikin.
Cigirê Serokê CSU yê Ingo Friedrich dibêje, "Dema qanûnên navnetewî ji aliyê
Tirkiyê ve neyêne naskirin, pêwîst e muzakereya bi Tirkiyê re bê
rawestandin."
Wisa xuyanî dike ku, bi taybetî Fransa û Almanya bi hêzên xwe yên
konservatîv dê li hemberî helwesta Tirkiyê ya militer bêdeng nemînin. Ew dê
zorê deynin ser Tirkiyê da ku, rêyên demokratîk û têkiliyê hilbijêre
Yekîtîya Ewrûpa di kêþeya Kurd
û Kurdistanê de dûrûtiyê dike û ne dirust e
Wek tê zanîn Yekîtîya Ewrûpa di salên dawî de li beramberî pirgirêka Kurd
bêdeng disekinî û bi avayekî tirsonek tevdigerîya û kêþeya Kurd wekî kêþeyek
"kêmnetewî" dihate binav kirin.Hê jî bi temamî kêþe wekî kêþeya Kurdistanê
nayê bilêv kirin û bi durustî bo çareser kirina kêþeya Krud û Kurdistanê
hewl naye dayîn.
Lê ev rapor dibe ku nîþanek be di guhertina nêrîna Yekîtîya Ewrûpayê de.
Kurd û kêþeya Kurd di raporên YE de heye, derbas dibe, lê di belgenameyên
fermî hevbeþ bi Tirkiyê re gotina Kurdan û ne jî mafên Kurdan derbas nabe.
Divê kurd bo haydar kirina bi kurî derbarê pirsgirêka Kurd û Kurdistan bi
her avahî di hemû alîyên wî li YE bi avayekÎ rêkûpek û stratejîk karên
dîplomatîk bimeþîne û divê medya û ragihandina Kurdî bi giþtî û rêveberîya
Kurdistana Azad,hikmeta kurdistan rasterast têvî wan xebatan bin.
Eþkereye ku ger Kurd daxwaz nekin, hewl nedin û bi yekrezî tevnegerin û hêzê
xwe mezintir nekin tu hêz wê bo Kurdan hewlên berfirehtir nedin.
(Zarathustra News / HAWAR DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|