|
Zanayên olan Kurdistana azad helwestê xwe li hember tehdîtên Tirkiyê nîþan
dan
16 Kewçêr,
2007 weþandin:19:32:11 (GDK)
Tevî nêzîkbûna dema civîna
Parlementoya Tirkiyê û egera rêpêdana artêþê bo derbaskirina sînorê
Kurdistana azad bi behaneya þerê li dijî çekdarên PKK-ê, hejmareke zêde ji
zanayên olên cuda cuda ên Kurdistanê, tehdîtên Tirkiyeyê, bi hewlek bo
jinavbirin yan zeîfkirina ezmûnê bihevrejiyana aþtiyane a navbera ol û
neteweyên Kurdistanê wesifandin.Her wiha bi nêrîna hinek ji wan zanayên olî,
armanc tehdîtên Tirkiyê di demek wiha de çêkirina berbestane di pêþiya
bicîhanîna madeya 140 a Destûra hertimî a Iraqê.
Rêveberên karûbarê olî yên Ranie, Silêmanî, Dihuk, Soran, Germiyan, Hewlêr û
deverên dewrûbera wan, tekîd kirin ku meleyên mizgeftên Kurdistanê piþtî
nimêjên cemaetê daxwaz ji xelkê kirine ku li dijî wan tehdîtên Tirkiyeyê
rawestin û bi hemû karîna xwe piþtevaniya serokatiya siyasî a kurd û
Hikûmeta Kurdistanê bikin ku daxwaza bi aþtiyê çareserkirina pirsgirêkan
kirine. Her yek ji rêvebirên giþtî ên Mesîhî û Ezdiyan jî ji aliyê xwe ve
ragihandin ku zanayên olê mesîh û êzdiyan jî li Kurdistanê piþtî îbadetê
xwe, bi þîdet li dijî wan tehdîtên Tirkiyeyê rawestane û daxwaz ji civaka
navdewletî kirine ku guþarê bixin ser Parlemento û Hikûmeta Tirkiyeyê bo ku
ji tehdîtên derbaskirina sînorê Herêma Kurdistanê vebin ku bi devera hetî
aram a Iraq û rojhilata navîn wesifandiye.
(ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|