|
Stêrka geþ a wêjeya Kurdî Mehmed Uzun ji nav me bar kir û çû bêdawîtiyê
11 Kewçêr,
2007 weþandin:10:34:24 (GDK)
AMED, bakurê
Kurdistanê (HAWAR DENGÛBAS) -- Nivîskarê navdar ya Kurd Mehmed
Uzun ku demek dirêj bû ji ber pençeþêra mîde tedawî didît, li Nexweþxaneya
Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da.
Herî dawî di
13'ê Tîrmeha 2006'an piþtî vê nexeþiya pençeþêre û gotina doxtoran a wekî '3
meh emrê te maye' biryar da ku vegere ser axa bav û kalan. Uzun li Amedê
rastî hezkirinek mezin a gel hat ku piþtre bi gotina, 'Amedê ez ji nûve
vejiyandim' nirxand, di nav demek kin de bi erênî bersiv da tedawiyê. Lê doh
ji niþkave nerihet bû û Uzun rakirin Nexweþxaneya Fakulteya Tibê ya
Zanîngeha Dîcleyê. Uzun vêsibê ji nava me koç kir.
Nûçeya reþ ya Mehmed Uzun gelê Kurd û hemû dostên wî xiste xemgînîyekî
mezin.
Mehmed Uzun Kiye?
Wekî tê
zanîn Mehmed Uzun yek ji kesayatîyên herî girîng ya sedsala dawîn ya
neteweya Kurd e.Mehmed Uzun bi romanên xwe bergehek nû ji wêje û romana
Kurdî re vekir.
Di zindî
bûn û pêþxistina zimanê Kurdî de roleke mezin lîst.Bo romana Kurdî ne
destpêk be jî bi balkþiandina wî gelek Kurd vegerîyan zimanê Kurdî û gelek
kes jî yekem car bi xwendina romanên wî dest pê xwendina wêjeya Kurdî
kirin.
Behemenên
wî bo gelek zimanên cûda hate wergerandin.Bi serkeftinên xwe navê gelê Kurd
,zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî gihand rojeva Cîhanê.
Dewleta Tirk derbarê wî de gelek doz vekir
Mehmed Uzun
di sala 1953'yan de li Siwêrekê hate cîhanê.Mehmed Uzun ku ji sala 1977'an
û vir ve li Swêdê dijî heta niha bi kurdî, tirkî û siwêdî bi dehan pirtûk
nivîsandine û pirtûkên wî nêzîkî li 20 zimanan hatine wergerandin. Der barê
Uzun de ji sala 1985'an û vir ve dest bi nivîsandina pirtûkên xwe kiriye,
ji hêla Tirkiyeyê ve gelek doz hatine vekirin.
Mehmet
Uzun bi salan rêveberiya Lijneya Rêveberiya Yekîtiya Nivîskarên Siwêdê kir
û di kulubên Pena Siwêdê û Pena Navneteweyî de bi çalakî xebitî. Uzun ku
endamê Yekîtiya Rojnamegerên Siwêdî û Yekîtiya Rojnamegerên Cîhanê ye.
Her wiha
xelatên wek Xelata Pênûsa Azadiyê ya Torgny Segerstedt 2002'yan de, Xelata
Akademiya Staîna-Erîk Lundeberg a Siwêdê stand.
Navê
Mehmûd Uzun jî wekî sedan Kurdên dilsoz rastî û þaþîyên xwe ser rûpelên
dîrok û þaristanîya Kurdistanê re ji niha ve hatiye nivîsandin.
Berhemên Mehmet Uzun
TU,
Roman, 1985; Mirina Kalekî Rind, Roman, 1987; Siya Evînê, Roman, 1989;
Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê, Roman, 1991; Destpêka Edebiyata Kurdî, Lêkolîn,
1992; Hêz û Bedewiya Pênûsê, Ceribandin, 1993; Mirina Egîdekî,
Destan-Lorîk, 1993; Världen i Sverige (Hemû Cîhan di Siwêdê de Ye),
Antolojiya Wêjeyê, M. Grive ile Birlikte (Ligel M. Grîve), 1995; Antolojiya
Edebiyata Kurdî, Antolojî, du cîlt, 1995; Bîra Qederê, Roman, 1995; Nar
Çiçekleri, Ceribandin, 1996; Ziman û Roman, Hevpeyvîn, 1997; Bir Dil
Yaratmak (Afirandina Zimanekê), Hevpeyvîn, 1997; Dengbêjlerim (Dengbêjên
Min), Ceribandin, 1998; Ronî Mîna Evînê - Tarî Mîna Mirinê, Roman, 1998;
Zincirlenmiþ Zamanlar Zincirlenmiþ Sözcükler (Demên Hatîn Girtîn Gotinên
Hatîn Qeydkirin), Ceribandin, 2002; Hawara Dîcleyê, Roman, 2002; Diclenin
Sesi (Sirûnên Dîcleyê), Roman, 2003..
Her wiha herî dawî Uzun li ser nivîsandina romana jiyana
Auerbach bi navê 'Hêviya Auerbach' dixebitî.
(HAWAR
DENGÛBAS )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|