|
Mehmed Uzun wê neyê ji bîr kirin û her dem bijî... Weke Ehmedê Xanî...
14 Kewçêr,
2007 weþandin:01:12:33 (GDK)
AMED, bakurê
Kurdistanê (HAWAR DENGÛBAS) -- Nivîskarê navdar ya Kurd Mehmed
Uzun ku 11 kewçerê jiyana ji dast dabû îro li Amedê bi tevlÎ bûna deh hezaran
hate veþartin.
Cenazeyê Uzun ji hêla girseyek
zêdeyî 30 hezar kesî ve bi merasîmekê li Goristana Deriyê Mêrdînê hate
veþartin. Hevsera wî Zozan Uzun û zarokên wî ax avêtin ser û þitlek dara
hinarê ya ji gundê wî anîn li ber serê wî çandin. Piþtî merasîma li Ulu
Camiyê cenazeyê Uzun ji hêla zêdeyî 30 hezar kesî ve bi meþekê anîn
Goristana Deriyê Mêrdînê.
Di dema meþê
de bênavber sloganên, "Rêhevalê Rojê nemir e", "Gelê kurd bi te re bi rûmte
e", "Þehît namirin" hatin berzkirin. Parlementerên DTP'yî û hevalên wî yên
li pêþiya kortejê pankarta, "Em ji bîr nakin" hilgritin.
Cenaze piþtî
meþek nîv seatê dom kir anîn Goristana Deriyê Mêrdînê. Cenazeyê Uzun li gora
di navbera Bedena Ben û Sen û Bedena Yedîkardeþ hatibû amade kirin hate
defin kirin. Di dema definkirina cenaze de hevsera Uzun, Zozan Uzu nû keça
wî Zera bi xweve çûn.
Dilê dostên wî bi wî re bûn
Di dema
defin kirinê de hevsera wî Zozan Uzun û zarokên wî ax avêtin gorê. Beþdaran
jî bi tîlîliyan kulîl avêtin ser gorê. Piþtre dia hatin xwendin û hevalê
Uzun ê bi navê Þaîr Selîm Temo ji Melayê Bateyî helbestek kurdî xwend.
Piþtre Ferhat Uzun strana di dema definkirina Ahmet Kaya ya li Parîsê de
gotibû û Mehmet Uzun pir jê hez dikir ya bi navê 'Dayê Daye' sitirî. Tunç
diyar kir ku we Uzun ber bi azadiyê ve rê dikin. Di dema gotina stranê de
demên hestewar hatin jiyîn. Dara hinarê ya ji gundê wî anîn ji hêla Þaredarê
Bajarê Mezin ê Amedê Osman Bademîr, Þaredarê Yenîþehîrê Firat Anli,
Hunermend Ferhat Tunç, Nivîskar Þeyhmuz Dîken û Þaîr Selîm Temo ve hate
çandin. Merasîm bi çepik û hêstirên çavan bi dawî bû.
Yaþar Kemal ku
li ser daxwaza wêjevanê kurd Mehmet Uzun axivî diyar kir ku Uzun ji dûndeha
Xanî, Feqiyê Teyran û Evdalê Zeynikê tê û nêrinên xwe bi gotin, "Ez her tim
li dijî þidetê me. Di demek kin de dê ev þer biqede. Çi bibe bila bibe, kî
li dij rawest e bila rawest e dê Tirkiye bigihe aþtiyê. Yên þer dixwazin dê
belaya xwe bibînin ne gelên me. Ji bo domandina vî þerî tu sebep tunin. Di
demek kin de ev þer dê bi aþtiyê biqede û Mehmet dê di gora xwe de rihet
binive" anî ziman. Siyasetmedarên Kurd û Elçî jî di axaftina xwe de peyama
yekîtiyê dan.
Hezkirina kurdan nîþan da ku Uzun nemir e...
Hezkirina bi
dehhezaran kes û beþdarvanên ji çar aliyên cîhanê û peyamên wan careke din
derxist holê ku Mehmed Uzun bi berhemên xwe û bi deriyên ku bo wêje û zimanê
Kurdû wê her tim bijî. Weke Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Melayê Batê û gelek
Kurdên nemir.
Navê
Mehmûd Uzun jî wekî sedan Kurdên dilsoz rastî û þaþîyên xwe ser rûpelên
dîrok û þaristanîya Kurdistanê re ji niha ve hatiye nivîsandin. (HAWAR
DENGÛBAS )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|