|
Arteþa Tirk a Faþîst Dîsa
Midaxeleyî Demokrasîyê Dike
NÛÇE/ÞÎROVE:
HESEN DILGEÞ /
HAWAR DENGÛBAS
28 Nîsan(Avrêl),2007
weþandin:10:46:11 (GDK)
|
Yaþar Buyukanit
serfermendarê leþkerên Tirk zilamê sereke ya derdorê
militaris-faþîst û kemalist e
|
HAWAR DENGÛBAS,DIYARBEKÎR,Kurdistan-- Arteþa Tirk û hemû derdorên faþîst yên
Tirkan bi him dijminê AKPyê ne û him jî dijmîne gelê Kurd in.
Arteþa Tirk piþtî pêkhatina tûra
yekemîn a hilbijartina Serokkomarîyê bi daxûyanîyekî tûj û dijwar li himberî
hikûmeta Erdoganê gefan xwar.
Serfermandariya arteþa Tirk doh biþev þevê de, di malpera xwe ya înternetê
de li himberî hikûmeta Erdogan "tehdîtnameyek" weþand û hikûmeta Erdogan
tehdît kir.
Di daxûyaniyê de hate gotin ku artêþ di prensiba “laîkitiyê” de teref e û
wexta pêwÎst be wê midexeleyeke fiîlî jî mimkun be.
Di daxûyaniyê de hevokekî balkeþ ku Kurdan hedef digirt wisa bû";Yên li
hemberî duruþma ” Bextiyarî ji wî kesî re yê ku dibêje ez tirk im” dertê ew
dijminê cumhuriyeta tirk e."
Daxuyaniya arteþa Tirk û pêvajoya
dawî diþibe darbeya 28 sibat 1997ê ya arteþa Tirk ku dijî partiya
Refah ya îslamî a Necmeddin Erbakan pêk hatibû.
Yekîtîya Ewrûpa helwesta leþkerên Tirk bi tundî rexne kir û Olli Rehn
Komîsyonerê Yekîtiya Ewropayê got divê artêþ demokrasiyê ji parlamentoyê û
sivîlan re bihêle.
Çavkaniyeke ji DYE jî ragihand ku rêvebirîya Wasington dixwaze ku "pêvajoya
li Tirkîye di çerçoveya demokrasî û qanûnan de bidome".Daxuyaniya arteþa
Tirk di ajansên nûçeyan ên navdewletî de wekî rûdana "daqîqeya dawîn" hate
ragihandin. Ajansên Reuters û Associated Press daxuyaniyê bi "zêde tund"
wesfan.
Tê payîn ku hikumeta AKP piþtî vê pêþketina biryara hilbijartinê bigre û tê
texmîn kirin ku dê piþtgirya li AKP zêde be û dengê xwe zêdetir bikin jî.
Hikumeta AKP bersiv da û paþ ve gav neavet
Di li gor saeta tirkîye 15.00 de
ser navê hikumeta AKP derbarê tehdîtnameya arteþa Tirk de berdevkê hikumetê
Cemîl Cîçek daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hikumeta AKP
berovajî bûyerên bi vî rengî li Tirkîye paþve gav neavet û hate diyar kirin
ku;"Arteþa Tirk girêdayi hikumetê ye û daxuyaniyên dijÎ hikumetê dervey vîna
netweyî û dijî dewleta hiqûqê ye.Serfermendari li hemberî serokwezîr
berpirsyare.Nabe ku dijî wî daxuyaniyên wisa bêne weþandin.Her wiha balkêþe
ku daxuyaniyek wisa di dema hilbijartina serkomariyê de hatiye
weþandin.Meseleya hilbijartinê di ber dadgeha destûra bilind de ye û
daxuyaniyeke wisa bo bibandor kirin û midaxele kirina dadgehê tê têgihêþtin.
Çîçek wisa berdewam kir;"Divê hemû
dezgehên dewletê hestiyar bin.Bi vî avahî dê zirarên mezin bigêhe aramî û
ewlehiya dewletê"
Demokrasiya li Tirkîye her tim bi destê leþkeran hate asteng kirin
Ji avabûna heta îro dewleta Tirk di eslê xwe de dewleteke milîtariste ku
hemû bingehên wan ser derew,tirs û tehdÎtan hatiye avakirin.Ji ber vê
bingeha pûç girseya kemalist û xwedî berjewendî û derdorên birêvebirîya
veþartÎ ditirsin ku bi guherandina perçeyeke biçûk ya derewên ku bingeha
komara Tirk e wê bibe sedema têkçûna hemû derewan û hilweþîna vê komarê.
Arteþa faþist-kemalist a Tirkan bo parastina vê pergalê gelek caran bi
derbeyên vekirî an jî veþartî midaxaleyî demokrasiyê kirin.MÎnaka herî mezin
û herî dawi jî darbeya 12 îlona 1980 e ku piþtî 12 îlonê bakûrê Kurdistanê
him jî di tevahîya Tirkîyeyê civakeke bêhizr hate afirandin.Jiyana gel bi
bernameyên televîzyonên tewþ tên dizîn û mêjîya gel hatîye wala kirinan.Êdî
ciwan napirsin,nafikirin û rastîyan nabînin.Civaka Tirkîye giranî bû
civakeke apolîtîk.Ciwan li þûna kar kirinê,hilberînê,mijul bûna bi çand û
hûnerê yenê bi tiþtên rojane û populer mijulin.Piranîya civananan bi taybetî
ciwanên Tirk Cîhanê nasnakin, hêjarîyê,lîstikên kûr ya Cîhanê,rastîya pergla
aborî,rastîya kêþeya Kurd û Kurdistanê,xapandin û dêkû dolabên dewleta Tirk
nizanin.
Arteþa Tirk û hemû derdorên faþîst yên Tirkan bi him dijminê AKPyê ne û him
jî dijmîne gelê Kurd in
Dewleta kûr û derdorên han niha
kêm be jî gavên hikumeta AKP bo çareser kirina kêþeya Kurd nerazîye.
Sedemê buyerên leþkerî, operasyon, teþebusên çeteyên eskerî, kuþtina endamên
dadgeha bilind û buyerên din ji aliyekî de bi vî þerê bidestxistina
serokerkaniyê ve û postê serokkomariyê ve girêdayî bûn.
AKP di bûyîna Buyukanitê di serokê fermandariya giþtî ya artêþa Tirk asteng
bike lê zext û zorên arteþa Tirk û dewleta kur hikumeta AKPyê têkbiri bû û
Buyukanit bû bû serokê fermandariya giþtî ya artêþa Tirk.
Yaþar Buyukanit him bi kiryarên xwe yên 10 salên dawîn,him bi têkîlîyên xwe
yên tarî û him jî bi daxûyanîyên xwe yên tuj tundiya heyî ya li dijî gelê
Kurd li bakûrê Kurdistanê zêde bû bû.
Demokratize bûna Tirkîye an jî pêþketina bîr û baweriyên dervey kamlîzm û
Tirkperestîyê an jî pêþketina Kurdan li Kurdistana azad û bi dest xistina
hin mafên biçûk li bakûrê Kurdistanê hêzên nijadperest,arteþa Tirk,dijminên
Kurdan,kemalîstên faþîst,çeteyên tarî,derdorên mîlîtarîst û hemû hêzên ku ji
berjewendîyên xwe winda dikin dixe nava livûtevgerê.
Di hedefa wan hêzan de herî pêþî gelê Kurd heye lê planên xwe bi lawaz
kirina hêza AKPyê dixwazin cêbecebikin.Ji ber ku bi desthilatdarîya AKPyê
statukoya wan hatibû rûxanidin û AKP bi tirsonekî be jî hin gavên cidî avêti
bû.
Di salên dawîn de tirkperest û dijberên Kurd bi hêztir dibin û AKP jî ji bo
ku di hilbijartinan de winda neke dest bi înkar kirina mesleya Kurd kirin.(HAWAR
DENGÛBAS / ajansan)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|