|
Di Navbera
KADEP,DTP û HAKPAR De Nêzîk Bûna Yekîtîyê
02 Nîsan(Avrêl),2007
weþandin:04:32:11 (GDK)
HAWAR DENGÛBAS,AMED,Kurdistan-- Talabanî bi pêþnîryara xwe Tirkan di
warê dîplomatîk de bi avayekî sergirtî xiste tengasîyê.Wek tê zanîn tirkan
îdda dikin ku Kurd bi nifusa Kerkûkê dileyzin û bi avayekî nerewa Kurdan li
Kerkûkê bi cîh dikin.
Wek tê zanîn di têkoþîna rizgariya
bakûrê Kurdistanê de pirsgirêka herî mezin nebûna yekîtîya neteweyî û kêm
xîtabîya tevgerên sîyasî yên kurd bo hemû çîn û astên gelê Kurd e.
Doh di vî warî de pêþketineke ku
hêvî dide pêk hat.Di xwarina li Enqereyê ya Komeleya Piþtgirî û Alîkariya
Çandî ya Kurdî KURD-DER de serokên giþtî yên KADEP, DTP û HAK-PARê hatin cem
hev.
Her sê partî jî sînyalên yekbûnê
dan
Civîn Kurd-Der þaxa Enqereyê pêk
hat û serokên giþtî yên KADEP, DTP û HAK-PARê beþdar bûn. Ahmet Turk ji bo
ku bendava hilbijartinan derbas bikin, banga yekitiyê kir.
Di dema xwarinê de axaftin hatin
kirin û pêdiviya Kurdan a bi yekîtiyê destnîþankirin. Ahmet Turk di civînê
de wisa got: ‘Piþtî ku Amerîka mudaxeleyî Îraqê kir, heger Serokdewletê
Îraqê Celal Talabanî û Mesûd Barzanî yekitiya xwe saz nekirana, wê rewþa
kurdan jî îro ne di vê asta baþ de bûya.’
Serokê giþtî yê KADEPê Þerafettin
Elçî jî diyarkir ku ji Ehmedê Xanî û virve diyalog û yekîtî xeyal û hêviya
Kurdane û weha got: lê divê beriya vê diyalog û yekîtiyê pîvanên siyasî bêne
danîn û bêne guftûgokirin. Serokê giþtî yê KADEP’ê Þerafettin Elçi axaftina
xwe bi kurdî kir û wiha got: ‘800 sal in ku kurd xeyala yekitiyê dikin.
Prensîbên vê yekê hindik maye pêk were.
Serokê giþtî yê HAK-PARê Sertaç
Bucak jî got; divê Kurd ji bo hedefên hînê mezin bêne cem hev.
Li xwarina li otêla li GAPê ji
bilî serokên partiyên behskirî, nûnerên KESK, IHD, Malên Gel û Forma
Demokratîk a Kurd gelek endam û nûner bi giþtî 500 kes amade bûn.
Xeynî yekbûnê çareserîyek din nîne
Ev daxûyanîyên nêzîk bûnê di
navbera hêzên Kurdan de bê gûman ger bên cêbece kirin wê pêþketinên dîrokî
biqewime.Divê hemû gelê Kurd bi yekrezî tevbigerin da ku planên Tirkan pûç
were derxistin.Di salên dawî de wekî hemû karesat û êrîþên mezin Kurdan nêzî
hevûdin kir.Di vê pêvajoyê de jî Kurd divê nêzîkî hev bibin û hiþmendîya
Kurdeyatî bilind bikin.
Dewleta Tirk ditirse ku gelê kurd
nêzî hev bibe û naxwaze ku gelê bakûrê Kurdistanê jî piþtgirîya Kurdistana
Azad û meseleya Kerkûkê bikin û bi vê avahî hêza Kurdan zêdetir be û
polîtîkayên dewleta Tirk bi her avahî têk biçe û Kurd li bakûr jî serkevin.
(HAWAR DENGÛBAS /
çavkanî.dîha,ktv)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|