|
S.K Barzanî Behsa Mafê Serxwebûna Kurdan
Kir Tirk Dîsa Dîn û Har Bûn
08 Nîsan(Avrêl),2007
weþandin:19:46:11 (GDK)
HAWAR DENGÛBAS,HEWLÊR,Kurdistan-- Li Tirkîye ev du roje ku dîsa daxûyanîyên
Serokê Kurdistanê di rojevê de ye.
Serokê Kurdistanê bi daxûyanîyên
xwe yên dawî dîsa bi eþkereyî mafê serxwebûna Kurdan û derbarê helwesta
tirkan de axifî.Wan daxûnîyên ku rastiyan anî zimên dîsa hiþ ji serê dewleta
Tirk bir.
Li Tirkîye ev du roje ku dîsa
daxûyanîyên Serokê Kurdistanê di rojevê de ye.
Rayedarên dewleta Tirk û medyaya tirkî bi zimanek tuj êrîþî serokê
Kurdistanê dikin.Mijar hin jî di raya giþtî ya Tirkîye de ye.
"Ger
Tirkîye bêje 100 hezar tirkmenên Kerkûkê em ê jî bêjin 30 milyon Kurdên
bakûr û herin Amedê"
Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê Mesûd Barzanî got: 'Eger dewleta
Tirk dest li Kerkûkê werde, emê jî ji bo 30 mîlyon Kurdên li Tirkiyê bikevin
nav tevgerê.'
Barzanî ji televîzyona El-Erebiye re peyivî û anî ziman ku eger Tirkiyê li
Kerkûkê dest werde, ewê jî li Amedê û li bajarên din ên Bakurê Kurdistanê
dest werdin.
Barzanî weha got: 'Li Tirkiyê 30 mîlyon Kurd dijîn. Em dest li wan wernadin.
Eger dewleta Tirk ji bo Tirkmenan dest li Kerkûkê werde, emê jî ji bo Kurdên
li Tirkiyê bikevin nav tevgerê. Li ser pirsa 'gelo hûn gefan li Tirkiyê
dixwin' Barzanî weke bersiv got; ez tenê ya biqewime dibêjim.
Barzanî her wiha got “Hin Sune hene li dijî midaxaleya Îranê ne, lê ev kes
diçin Tirkiyeyê arteþa tirk dawetî hundurê Iraqê dikin. Ev leyistina bi agir
e.”
Barzanî ji bo Kerkûkê jî got ew ê tu carî rê nedin Tirkiyeyê ku midaxaleyî
Kerkûkê bike. Barzanî berdewam kir: “ Em ji artêþa Tirk natirsin. Ji ber ku
ji artêþa Sedam ne xurttir e. Em ji hêza wan a leþkerî û dîplomatîk
natirsin. Ew têkelî nav karên ku wan eleqeder nake dibin”
Barzanî bi diyar kir ku Tirkiye midaxeleyî Kerkûkê bike mafê wan jî heye
midaxaleyî Diyarbekirê û bajarên din ê Tirkiyeyê bike, wisa domand “ Heke
Tirkiye ji bo sed hezar tirkmanên Kerkûkê midaxale bike em ê jî ji bo 30
milyon Kurdan midaxele bikin”
Barzanî ji bo peywendiyên bi îsraîlê re jî got “ Peywendiyên bi Îsraîlê re
ne tawan û ne jî heram in. Gelek welatên ereb têkiliyên wan bi îsraîlê re
hene.” Barzanî got ew li dijî fikra jiholêrakirina îsraîlê ye.” Wî wiha
berdewam kir ”Li gor destûra Îraqê mafê me yê avakirina têkiliyên navbera
dewletan tune. Lê roja ku Îsarîlê li Baxdayî Balyozxaneya xwe vekir em ê jî
li Hewlerê konsolxaneya wan vekin.”
Barzanî li ser pirseke din jî
ragihand ku Kurdistan ji bilî terorîstan ji bo hemû welatiyên Iraqê
vekiriye, her welatiyekî Iraqê ji çi bajarî an ji pêkhateyê be, ku bixwaze
bê dudilî dikare bê serdana Kurdistanê bike.
Mafên gelê Kurd heye
ku wek her netewan dewleta xwe ava bike
Serokê Kurdistanê îro
bi xwedevanên Kurdistanê re konferansek darxistin, serok di vê konferansê de
axifî û got, mafên kurdan heye ku wek her netewan dewleta xwe hebe...
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di axaftinên xwe de xuya kir ku bila kes ji
avabûna dewleta Kurdistanê metirsin û mafên kurdan heye ku wek her netevan
dewleta xwe ava bike. Avabûna dewleta Kurdistanî tiþtekî xwezayî ye.
Serok Barzanî wiha got, niha
mercên guncaw nîne ku dewletek were avakirin lê belê piþtê 10-15 salan
mumkûne ku dewlet were ava kirin. Serok Barzanî got li Kerkûkê Kurd, Ereb û
Tirkmen wek hev dijîn û mafê Tirkîye yê nîne ku destê xwe têxe nav vê karê û
em ticar îcaze nadin ku Tirkîye destên xwe bavêje Kerkûkê. Serok Barzanî
got, mafê me heye ku em maddeya 140 pêkbînin û ji bo zimanê Kurdî yê
standart (yekgirtî) komîsyonekî tê avakirin.
Dewleta Tirk û
dijberên Kurdan ji ber helwesta Barzanî pirr eciz dibin
Dewleta Tirk û dijberên Kurdan ji
ber helwesta Barzanî pirr eciz dibin.
Bi pêþketina hiþmendîya neteweyî ya Kurdan taybetî hêzên nijadperest ,
arteþa Tirk,dijminên Kurdan, kemalîstên faþîtst, çeteyên tarî,derdorên
mîlîtarîst û hemû hêzên ku ji berjewendîyên xwe winda dikin dixe nava tirsê.
Dijberên Kurdan ditirsin ku gelê Kurd nêzî hev bibe û naxwazin ku gelê
bakûrê Kurdistanê jî piþtgirîya Kurdistana Azad û meseleya Kerkûkê bikin û
Kurdistana azad jî piþtgirîya bakûrê Kurdistanê bike bi vê avahî hêza Kurdan
zêdetir be û polîtîkayên dewleta Tirk bi her avahî têk biçe û hemû angaþtên
dijberên Kurdan bi tetmamî pûç bê derxistin. (HAWAR
DENGÛBAS
çavkanî:Pna,Ktv,ajansan)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|