|
Talabanî;"Erdogan Bo Kurdan ji
serok wezîrên berê yên Tirk baþtire"
NÛÇE/ÞÎROVE:
ÞEVÎN ARÎ /
HAWAR DENGÛBAS
26 Nîsan(Avrêl),2007
weþandin:10:46:11 (GDK)
HAWAR DENGÛBAS,SILÊMANÎ,Kurdistan-- Di gotinên Talabanî de xalên rast hebe
jî pratika Erdogan ya salên dawî berovajî vê yekê ye.
Serokkomara Iraqê û serokê
Yekîtîya Niþtimanî Kurdistan
Celal Talabanî piþtî eþkere bûna
namzetiya Ebdullah Gul axififî û gor namzetiya wî guncaw e.
Celal Talabanî doh hate Silêmanî û
di firokxanya silêmanÎ de pirsên rojnamevanan bersivand.
Celal Talabanî ragihand ku
Receb Tayyip Erdogan zilamek demokrate û dîtinên wî bo meseleya Kurd ji hemû
serokwezîrên pêþtir ya dewleta Tirk baþtire.
Talabanî her wiha got ku pêywendîyên Kurdan û hikumeta Tirk baþtir e.Em
bibiryarin ku bo AKP di wan mehan de pirsgirêk dernexînin,ji ber ku li
Tirkîye hilbijartinên giþtÎ nêzik dibe.
"Gûman di bicîhanîna madeya 140 de nîne"
Talabanî di derbarê bê hevîtîya xelkê Kurdistanê derbarê bi cîh anîna madeya
140 a bo baþtir kirina rewþa kerkûkê de jî diyar kir ku bo bi cîh anÎna vê
madeyê biryar hatiye dayîn û Malikî wê vê biryarê bi cîh bîne.
Erdogan û meseleya Kurd
Di gotinên Talabanî de xalên rast
hebe jî pratika Erdogan ya salên dawî berovajî vê yekê ye.
Erdogan ku gotibû “ez pirsgirêka
Kurd nas dikim” bi hiþyarîya arteþa Tirk û bi nêzik bûna hilbijartinên giþtî
li Tirkîye niha bi her avahî peyama nijadperestîyê bilind dike.
Pêþketina Kurdan li Kurdistana
azad û bi dest xistina hin mafên biçûk li bakûrê Kurdistanê hêzên
nijadperest,arteþa Tirk,dijminên Kurdan,kemalîstên faþîst,çeteyên
tarî,derdorên mîlîtarîst û hemû hêzên ku ji berjewendîyên xwe winda dikin
xiste nava livûtevgerê.
Di hedefa wan hêzan de herî pêþî gelê Kurd heye lê planên xwe bi lawaz
kirina hêza AKPyê dixwazin cêbecebikin.Ji ber ku bi desthilatdarîya AKPyê
statukoya wan hatibû rûxanidin û AKP bi tirsonekî be jî hin gavên cidî avêti
bû.
Di salên dawîn de tirkperest û
dijberên Kurd bi hêztir dibin û AKP jî ji bo ku di hilbijartinan de winda
neke dest bi înkar kirina mesleya Kurd kirin.
Erdogan çend meh berê di
daxûyaniyeke xwe de îdîa kiri bû ku, daxwazeke mafan ya kurdan jî nîne
û anî ziman, li parlemenê nêzî 50’î parlementerên kurd hene.Erdogan li ser
pirseke derbarê Iraqê de jî, bêyî ku nav bide, rêveberiya baþûrê Kurdistanê
tehdît kiri bû û îdîa kir i bûku, ew ji bo parastina yekitiya Iraqê çi ji
destê wan tê dikin. Îran û Suriyê jî, piþtgirî didin vê polîtîkaya wan.
Erdogan ku sala par pirsgirêka Kurd pejirandi bû niha ji ber lîstikên xwe
yên sîyasî yên qirêj îddayeke ewqase derî mentiq bilêv dike
Li beramberî biþaftina gelê Kurd,vala kirina bi hezaran gundên kurdan,qedexe
kirina ziman û çanda Kurdî,înkar kirina hebûna neteweya Kurd,pêþî lê mafên
sîyasî ya gelê Kurd,qedexe kirina perwerdeya bi zimanê Kurdî,qebûl nekirina
sembolên neteweyû ya kurdan û bi hezaran zordarî,zilm û qetlîaman angaþta
Erdogan bê gûmanangaþteke pêkenînî bû.
Hikumeta Erdogan di 2 salên dawi de hewl da ku bi tehdîtên bi êrîþ kirina
ser axa Kurdistana azad de, ber bigre ji zêdetir daketina cemawerî û dengan
di hilbijartina serokartî û parlemento ya bê ya Tirkîye de..(HAWAR
DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|