|
Diyarbekîr li hemberî mîtînga D. Perînçek û Þovenên Tirk bêdeng ma
NÛÇE/ÞÎROVE:
REBIWAR KURDO /
AMED / HAWAR DENGÛBAS
09 Pûþper(Hezîran),2007
weþandin:15:34:26 (GDK)
HAWAR,AMED,Kurdistan --
Wisa
xuyaye ku ger Kurd pêþiya wan hewldanan negrin wê êdî hemû dijminên kurdan
ji vê yekê cesaret bigrin
Partiya Karkeran(ÎP) ya Doðu
Perinçekê bi hevkarîya komaleyen þoven-tirkperest li Amedê mîtÎnga ku plan
dikirin pêk anîn.10ê hezîranê ji bo bajarê herî girîng ya bakûrê Kurdistanê
li Diyarbekîrê bû rojeke reþ.Mîtîng diqada îstasyonê de hate li dar xistin.
Bi mîtîngê tê xwestin ku Amedê
wekî bajarekî ne Kurdewar nîþan bidin û bi alayên Tirkan þovê çê kirin.Her
wiha li Þirnexê jî mîtîngekî bi wî rengî hate li dar xistin.
Nêzî 1000 kes ku ji dervey Amedê
hatibûn tevlî mîtîngê bûn.
Perinçek faþîstekî Tirk e û
daxwazên Kurdan wekî "kiryarên emperyalîstan" dinirxîne,daxwaza wî
hilweþandina Kurdistana azad e û hiþyariya qaþo gelê Tirk dike.
Mixabin gelê Amedê destûr da mîtînga dijberên Kurdan
Mixabin Kurd pêþiya vê mîtîngê
negirtin û destûrê dan vê mîtîngê.Wisa xuyaye ku ger Kurd pêþiya wan
hewldanan negrin wê êdî hemû dijminên kurdan ji vê yekê cesaret bigrin û li
Amedê xwe birexistin bikin û pêvajoya asîmîle kirina Kurdan bigêhînin dawî.
Ji gelê Amedê tu kes beþdarî
mîtîngê ne bûn.Lê jixwe armanca mîtîngê ev bû ku tenê nîþanî bidin ku ev
dikarin êdî bi alên Tirkan çalakîyên bi her rengî pêk bînin û bidin xuya
kirin ku Diyarbekîr ne wekî berê ye.Bo dijberên kurdan girîngîyeke
psîkolojîk û sembolîk a pêkhatina vê mîtîngê hebû.Êdî ji vê rewþê cesaret
bigrin û zêdetir ser Amedê lîstikên cûda pêk bînin.
Ger qelaya herî mezin ya kurdan
bikeve vê rewþê dê hemû bajarên din ya Kurdan jî bi temamî ji dest biçe.Ji
bo Tirkperestan jî girîngîyeke sembolîk ya Diyarbekîrê heye.Ger li Amedê
dengên dijî daxwazên Kurdan bilind be wê hemû dijberên Kurd cesaretê girtin
û dewama mîtîngên wisa bê û heta hewldanên zêdetir wê derkeve holê.Medyaya
Tirkî jî mîtînga li Amed û Þirnexê wek nerazîbûna gelê herême dijî "terorê"
hate ragihandin.
Li Þirnexê erîþî DTP kirin
Li Þirnexê mitînga 'Li dijî terorê
mitînga bêdeng' hate lidarxistin û leþker, polîs, cerdevan û karmendên ku li
navendê peywir dikin, beþdar bûn. Welatiyên sivîl û dikandar beþdarî mitîngê
nebûn. Leþkeran kevir avêtin avahiya Rêxistina DTP'ê ya Þirnexê.
Hemû komaleyên ku dijminê Kurd û Kurdistanê ne beþdar bûn
Kemalîstên û Tirkperestên þoven ku
dijî AKP mîtîngên girseyî li dar xisti bûn di serî de komaleyên
Komeleya Destekdana Jiyana Hemdem
û Komeleya Fikrên Ataturk û gelek komaleyên faþîst têne Dîyarbekîrê.Her wiha
Komaleya Jinên CumhirÎyerperwerên Tirk,Komaleya Çanda Tirk ya
Qibrisê,Tevgera Hemwelatiyên Tirk,Yekîtîya Heyv-Stêrk,Komaleya Ugur
Mumcu,Komaleya Zarokên Leþkerên tirk,Komaleya Leþkerên Teqawit bûyî û gelek
komaleyên Tirkperest û faþÎst tevlî mîtînga li Amedê dibin.
Li Amedê tenê 3 komale dijî mîtînga faþîst û provakatîf derketin
Doh li Amedê dijî mîtînga
provakatîf ya dijminên Kurdan ji layê Toplum -Der,Komaleya Çira,Komaleya
Ciwan-Kurd û kovara Mizgînê ve li Ofîsê daxuyaniyeke çapamanîyê hate dayîn û
peyamake hevbeþ hate weþandin. (Hemû
daxuyaniyê bixwîne)
Dijberên
Kurdan gav bi gav li Diyarbekîrê bi cîh dibin
MHP,Fettulahç;îyan û rexistinên
faþîst yên Tirkan piþtî bajarên wek Erzirom,Erzingan,Ixdir,Sêwas,
Meletî,Elezîz û çend bajarên din ku hatine asîmîle kirin û kirin e navênda
faþîzma Tirk, niha dixwazin navenda hemû Kurdên Cîhanê û sembola hebûna
Kurdan Diyarbekîrê bixin heman rewþê.
MHP heta berîya 10 salan nikarî
bûn ku li Amedê þaxeke partîyên xwe vekin.Gele Amedê destûrê nedida ku MHP
li Amedê bihêz be.Lê niha MHP li Amedê polîtîkayên xwe yên ser esasê tune
kirina hebûna Kurdan bi eþkereyî dimeþîne.
Piþtî ku MHP li Amedê bi rehetî
dest bi xebatên birexistin bûyînê kir paþê jî komaleya dijberê kurdan
Yekîtîya Hêzên Niþtimanperwerên
Tirk (Vatansever Kuvvetler Guç Birligî-VKGB) li Amedê þaxek vekir û dest bi
xebatên provakasyonê kir.
Her wiha MHP û faþîstên Tirk li
Amedê di çend mehên dawî de bo xapandina Kurdan kafe,kafeya înternetê,
xwaringeh,komaleyên çandî,komaleyên sporê û cihên bi vî rengî vedikin û di
wan cîhnde bi mûzîka ku tê lêxistin,wêne û posterên ku diwarên wan cihan tê
daliqandin û bi gelek sembolên din dixwazin hêst û ramanên ciwanên kurd
bigûherînin,bixapînin û bi tevahî ji Kurd bûnê dûr bixin.
Niha jî Dogu Perînçek û bi dehan
komaleyên Tirkperest li Amedê mîtîng li dar xistin.
Amed di pêvajoyeke pir xeter de ye
Ger qelaya herî mezin ya kurdan
bikeve vê rewþê dê hemû bajarên din ya Kurdan jî bi temamî ji dest biçe.Ji
bo Tirkperestan jî girîngîyeke sembolîk ya Diyarbekîrê heye.Ger li Amedê
dengên dijî daxwazên Kurdan bilind be wê hemû dijberên Kurd cesaretê bigrin
û dewama mîtîngên wisa bê û heta hewldanên zêdetir wê derkeve holê.
Ger li Amedê rexistin,komale,dezgehên perwerdeyî û sazîyên Kurdan çiqas zêde
be û wan rexistin,komale û sazî bi gel re bikevin dîyalogekî xurt û medyaya
Kurdî jî di nava wan gel û wan rexistinan de navbenkarîyek baþ pêk bînê dê
bi avayekî xwezayî hewldanên dijberên Kurdan bêne pûç kirin.
Divê rexistinên polîtîk yên Kurdan jî bi civîn,daxûyanî, kampanya, avakirina
komîteyên piþtgirî û enformasyonê û bi hewldanên din xebatên Tirkperestan
zêdetir asteng bikin û gel hiþyar bikin.(HAWAR DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|