|
Daxûyaniya Toplum-Derê derbarê mîtînga
þovanên Tirkan de
08 Pûþper(Hezîran),2007
weþandin:17:49:33 (GDK)
Wek têzanîn di 9’ê Hezîranê de tê xwestin ku li Amedê xwepêþandana alê li
dar bixin. Ev kes ji bo xwepêþandana ku li dar dixin, ji dervê Amedê mirovan
tînin û bi vî awayê dixwazin ku dîmenek wek ev xwepêþandan ji gelê Amêdê pêk
hatiye bidin nîþan. Ango vana dixwazin ku bi ava bêdrokê aþ bigerînin. Lewra
ew jî dizanin ku, ne mumkune ku gelê Amedê tevlî vî xwepêþandanê bibe û
destegê bidê.
Li hember vî rastiyê, van kesan çima dixwazin li Amedê ev xwepêþandan li dar
bixin? Van kesên wek van kirinên xwe yê li cihê din kiribûn û bibûn sedemên
çalakiyên provakatîf, dixwazin li Amedê jî vî helwesta xwe ya provakatîf
berdewam bikin. Belê, Al jixwe li hemî saziyên fermî hene û li hember alê tu
hewldanek jî tune. Tê famkirin ku armanca vî xwepêþandanê xeynê kiþkirin û
tehrîkkirin tiþtek din ni ne.Ger armanca wan ya rastîn aþîtî û biratî bana
wê li Amedê çalakiyek wusa nebana.
Bajarê Amedê destegek wusa nade çalakiya ku þovenîzmê û faþîzmê bike al.
Xwestekên bajarê Amedê û bajarên Kurdan ên din kifþ e. 80 kusur sal e ku li
hember qedexekirin û çewisandinan, di qada azadî û xwestekên mafan de hêj jî
heterkirina xwe berdewam dike. Ên bi rastî biratî dixwazin divê ji vî
pêvajoyê vir ve, pirsgirêka Kurd, bi qedexekirin û çewusandinana na, di
çarçova azadî û mafan de bigrin dest xwe.
Divê kes bi derxistina pêþ ya nirxên wek al, mezlûmiya Kurdan û pirsgirêka
Kurd veþêr nede. Kes nikare bi vî awayê nêzê gelê Kurd bibe û pirsgirêka
Kurd çareser bike û biratiyê bi vî awayê li dar bixe. Van nêzîkbûnan dijberê
wî, ne ku Kurdan û Tirkan nêzê hev dike, berê ve ji hev dûr dixîne û ji holê
radike.
Amed di sed sala 21. de wê ne tenê li Mezopotamyayê, li Rojhilatanavîn û
dinyayê jî bibe sitêrkek herî biriqandî. Yên pêþeroja Amedê ji îro ve bi vî
awayê dibînin divê nêzîkbûnek rast nîþanê vî gelê bidin. Bi vî awayê yên
dixwazin Amedê û Kurdan bi dest bixin, divê fam bikin ku bi van gotinên xwe
yên neteweperest û faþîst nikarin bigihijin armanca xwe.
Bersiva Amedê, ji van kesên ku wek mînaka dixwazin bi bêdrokê aþ bigerînin,
bi gotinên faþîst û neteweperest girseya ji derve tînin re ev e: “xwe
mespêrin nirxên wek al, biratî û tiþtên din. Heta hûn wî mejiyê xwe
neguherînin wê deriyê min li we her girtîbe.”
Ji ber vî yekê yên dixwazin li Amedê xwepêþandan li dar bixin divê ev
pêvajoya peljen ji ber çavan dûr nexin û dev ji van çalakiyên bi gotinên
neteweperest, faþîst berdin û vî bajarê tengezar nekin.
Ger vana biratî û yekîtiyê dixwazin bila herin li Sakaryaya ku du Amedî
xwestin lînç bikin xwepêþandana xwe li dar bixin.
Em ji Wilayetê hêvî dikin ku, ev xwepêþandana provakatîf qedexe bike.
NAVENDA GIÞTIYA KOM-CIVAK
Ên destegê dane daxuyaniya Çapemeniyê
Komela Çan û Hunera Çira ya Amedê
Komela CIWAN-KURD
Kovara MIZGÎN
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|