|
Hatîp Dîcle:"Sondxwarina Kurdî þov nebû
çalakiyek dîrokî bû"
02 Pûþper(Hezîran),2007
weþandin:02:39:19 (GDK)
Parlementerê DEP'ê yê berê Hatîp
Dîcle li hemberî gotinên 'Sondxwarina bi kurdî ya li Parlementoyê þovmenî
bû' nerazîbûn nîþan da û da zanîn ku sond xwarina kurdî çalakiyek dîrokî bû.
Dîcle diyar kir ku Meclisa Partiyê ya DEP'ê biryar dabû ku Fehmî Iþiklar û
Abdulkerîm Zîlan sonda kurdî bixwin lê ji ber hind kêmasiyan wî û Leyla
Zanayê xwendine.
Parlementerê DEP'ê yê berê Hatîp Dîcle têkildarî gotegotin 'sondxwarina
kurdî' ya namzetên serbixwi ku bikevin parlementoyê nêrînên xwe anîn ziman.
Dîcle di nivîsa xwe ya di rojnameya Gumdemê derketî de hem nerazîbûn nîþanî
gotina 'þovmeniyê' da û hem jî pêvajoya wê demê vegot. Dîcle di nivîsa xwe
de bir xist ku 22 parlementeren kurd di encama îtîfaqa HEP-SHP'ê ketine
parlementoyê û pêrvajo wiha aþkera kir:
"Xwendina sonda bi kurdî ji hêla 22 parlementeran ve di encama nîqaþên dirêj
de wekî biryar derket. Biryar bi yekdengî hate girtin. Hevokek kurdû yek
tirkî yên sondê dê ji hêla Fehmî Iþiklar û Abdulkerîm Zîlan ve bihata
xwendin. Her wiha kurd piþtî sala 1920'an heta niha yekem car bi nasnameya
xwe diketin parlementoyê. Ji ber vê yekê biryara girêdana rengên neteweyî
yên kurdan kesk sor û zer jî ji bo destniþankirian nasnameya gelê kurd hate
dayîn. Ev jî biryarek yekdengî bû. Ev biryara me ji hêla Meclisa Partiyê ya
HEP'ê û Tevgera Azadiyê ve jî hatibû erêkirin. Ji ber ku Parlementerê Êlihê
Zîlan bi zanîn wê rojê nehat parlementoyê û Fehmî Iþiklar jî ev peywir
hilneda ser milê xwe. Min û Leyla Zanayê ev peywir bi dildarî girt serxwe.
Rastiya bûyerê bi kurtî ev e."
'Gotina þovmenî me xemgîn dike'
Dîcle diyar dike ku dema ew ketine parlementoyê, hingê dema vejîna neteweyî
ya gelê kurd bû û wiha pêde diçe: "Ev çalakî bêgulan çalakiye ji dîrokê re
bûye mal. Kêmasî û zêdehiyên wê di vê di çarçoveya atmosfera wê demê de bê
kiþfkirin. Êrîþên hind derdorên cuda û qelemþorên hind çapemeniyê tên
famkirin. Lê ev nirxandin dema ji hêla hind kesên di nav me de tê kirin,
mirov qehd dike û xemgîn dike." (Dîha)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|