|
DTP ji yekîtîya Kurdan re got Na û Aysel
Tugluk a Kemalîst ji Amedê bû namzet
NÛÇE/ÞÎROVE:
REBIWAR KURDO /
HAWAR DENGÛBAS
03 Pûþper(Hezîran),2007
weþandin:00:13:19 (GDK)
HAWAR,AMED,Kurdistan -- DTP bo yekîtîya Kurdan gor na û li tu cîhan endamên
KADEP an jî HAK-PARê nexistin listeyan..
Li Tirkîye û bakûrê Kurdistanê
hilbijartinên di 22 Tîrmehê nêzîk dibe.DTP'ê berendamên xwe yên serbixwe
diyar kirin.
Di raya giþtî ya Kurdî de daxwazake mezin ya yekbûna hêzên Kurd hebû.Mixabin
DTP bo yekîtîya Kurdan gor na û li tu cîhan endamên KADEP an jî HAK-PARê
nexistin listeyan.
Ev hilbijartin bo Kurdan jî xwedî
girîngîyeke dîrokî ye.Partiya Civaka
Demokratik DTP'ê biryar girt, ku bi
namzetên serbixwe tevlî hilbijartinê bibe.Partiyên wek HADEP,DEHAP ku di
xêza PKK de ne heta niha ji alîyê hin "hêzan" dihate asteng kirin ku bi
namzetên serbixwe tevlî hilbijartinana bibin.Lê ji ber daxwaz û israra
mezina ya gel wan "hêzan" jî ku nedixwestin desthilatdariya wan bihêje neçar
man ku qayîlî namzetên serbixwe bûn.
Hin derdorên di nava PKK û DTP
nedixwestin jî bi partiyên din yê kurd re îttîfaq bê çêkirin DTP hevkariya
di navbera hêzên Kurd re qebul nekir.Wisa dihate texmînkirin ku rayedarên
DTP’ê dê danûstandinê bi bi KADEP û HAK-PARê re bike û ji bo hilbijartinê
piþtgiriyê ji wan bixwaze lê çênebû.
Aysel Tugluk jî ku çend roj berê di nivîsek xwe ya rojnameya Radîkala tirkî
de pesna Ataturk da bû û ji Kurdan daxwaz dikir ku Komara Tirkiyê wek
welatek dagirker bi nav nekin ji Diyarbekîrê wekî namzet hate nîþandan.
Her wiha di vê pêvajoyê de di warê
ragihandin û têkîlîya bi gel de KADEP û HAK-PAR jî pir lawaz û bêdeng man.
Listeya berendamên DTP yên
li bakûrê Kurdistanê û Tirkîye
Di nav lîsteya namzetên serbixwe
de Serokê ODP’ê Ufuk Uras û Serokê EMEP’ê Levent Tuzel jî cih digirin. Uras
ji herêma hilbijartinê ya yekemîn a Stenbolê dibe namzet, Tuzel jî ji Îzmîrê
dibe namzet. Her wiha serokê berê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal jî ji Amedê wekî
namzetê serbixwe tê nîþandan. Serokê MAZLUMDER’ê Ayhan Bîlgen jî ji Konyayê
wekî namzetê serbixwe di lîsteyê de cih girt.
Bakûrê Kurdistanê
Amed: Aysel Tugluk, Hatip Dicle, Selahattin Demirtaþ, Akin
Birdal, Gultan Kiþanak
Batman: Bengi Yildiz, Ayla
Akat
Wan: Saim Kartal, Ozdal
Uçar, Fatma Kurtalan,
Þirnex: Orhan Dogan, Selim
Sadak, Hasip Kaplan, Sevahir Bayindir
Culemêrg: Sebahattin
Suvagci, Hamit Geylani, Hatem Îke, Seferi Yilmaz
Sêrt: Osman Ozçelik
Mêrdîn: Ahmet Turk, Emine Ayna
Agirî: Huseyin Yilmaz,
Murat Ozturk, Naci Kutlay
Meraþ: Ali Ozdemir
Elezîz: Serap Mutlu
Meletî: Mustafa Turk
Mûþ: Sirri Sakik, M. Nurî Yaman
Qers: Mahmut Alinak,
Riha: Îbrahim Binici
Bedlîs: Nezir Karabaþ
Dêrsim: Þerafettin Halis
Îdir: Pervin Buldan
Erzerom: Bedri Fýrat
Çewlig: M. Nuri Ozmen
Semsûr: Ahmet Înan
Erdexan: A. Yavuz Yilmaz
Entab: Vakkas Dalkiliç
Tirkîye
Stenbol: Ufuk Uras, Baskin Oran, Sabahat Tuncer
Enqere: Metin Bakkalcý
Edene: Murat Bozlak
Aydin: Nursel Aydogan
Bursa: Huseyin Armagan
Îzmîr: Mehdi Aslan, Levent Tuzel
Mêrsîn: Orhan Miroglu
Konya: Ayhan Bilgen
Manîsa: Îsmail Kaya
Kocaeli: Mustafa Avci
Hetay: Berkat Kar
Antalya: Kubilay Doþeyen
Denizli: Nebi Ebci
Mugla: Ahmet Beler
Balikesir: Îsmet Þahin
Yalova: Mine Aygoren
Tekirdag: Hilmi Karaoglan
Sakarya: Ali Yuksel
Eskiþehir: Hazma Abay
Girîngîyeke sembolîk ya yekîtîya
Kurdan hebû
Wek tê zanîn li Tirkîye 3 partiyên
di çerçoveya mafên Kurdan de dixebitin hene.Yekem KADEP a Serafettîn
Elçî,dûyem DTP ku di xêza PKK de ye û di salên dawî de di politikaya wan de
ber bi Kurdistanî bûynînê de hin guhertinên girîng derketi be holê jî hê
bandora îmralî ser DTP serdest e.Partiya sêyemîn jî HAK-PAR e ku serokê wê
partiyê Sertaç Bucak e.KADEP ji ber temam nekirina bi rexistin bûyîna xwe
nikare tevlî hilbijartinan bibe û DTP û HAK-PAR tevlî hilbijartinan bibin.
Kurd diviya bû nêzîkî hev bibin û bo têkdana polîtîkayên dagirkeran û standina
mafênn Kurd di gelek waran de berxwe didin.
Li pêþîya Kurdên bakûrê Kurdistanê gelek kêþeyên bingehîn wek perwerdeya bi
zimanê kurdî,pêþxistina aborîyê û ji holê rakirina bê karîyê,bi temamî
serbest berdena weþanên bi Kurdî,rakirina qedexeyên ser navên Kurd(navên
gund û bajaran),di resmîyetê de pejirandina navê "Kurd",bi kar anîna zimanê
Kurdî di kamûyê de,guherandina helwestên dewleta Tirk û civaka Tirk hember
Kurdan, û heta çareser kirina problemên civaka Kurd ku di nava þerê dijî
Kurdan a 30-40 salên dawîn de pêk hatine.
Divê Kurd bi çi avahî be bila bibe di hilbijartinên 2007'an ya Tirkîyeyê de
bikevin parlemena Tirkan û derîyeke nû nav rêbazên têkoþînê tevlî
bikin.Heviya gelê Kurd eve ku KADEP,DTP,HAK-PAR û hemû sazî,rexistin,komale
û navendên Kurd bi yekrêzî tevbigerin û hêza siyasîya Kurdan xurtir bikin.
Ger Kurd bi yekdengî tevbigeriya
na dê
Kurd hêzêke psîkolojîk jî bidest bixandin.Ji ber ku ketina partîyên Tirk bo
meclîsa Tirkîye û ya Kurdan ne heman tiþt e.Ji xwe hemû qedemeyên
dewleta Tirk ji alîyê Tirkan ser esasê Tirk bûyînê tê meþandin û Kurd bi
nasnameyên xwe ne perçeyeke birêvebirîyêne.Ji ber vê yekê jî Kurd wekî
teref(alî / millet) di parlemena Tirk de bê temsîl kirin û divê hemû çîn û
dîtinên Kurdan deng bê standin.Ger Kurd bo parlemena Kurdan bihatana
hilbijartin dê rewþ ne wisa bûya yanî pêwîstîya bo yekÎtî ne hewce bûye lê
rewþ ne wisa ye.Divê Kurdên çepperest,alîgirê PKK,ne-alîgirê PKK,Kurdên
netewsperest,Kurdên lîberal,Kurdên dîndar, Kurdên karker,Kurdên Elewî,Kurdên
ku federasyonê dixwazin Kurdên xwedî nerîneke cûda ne û hwd..
Ji ber di vê parlemantoyê de DTP
wê îdolojîyeke temsîl neke wê hemû Kurdan temsîl bike.Divê hemû polîtîkayan
jî ser vê esasê bê meþandin.
(HAWAR
DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|