|
HAK-PAR:"Em dengên xwe nadin namzetên ku
dewleta unîter biparêzên
06 Pûþper(Hezîran),2007
weþandin:07:34:16 (GDK)
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), di derbarê helwesta xwe ya hilbijartinan
de civînek çapemeniyê lidar xist. Hat ragihandin ku wê di vê hilbijartinê de
dengên xwe nedin partî an namzetên ku ‘dewleta unîter’ diparêzên.
Partiya Maf û Azadiyan, ev roj (04.06.2007) li avahiya xwe ya li Amedê di
derbarê helwesta xwe ya hilbijartinên parlementoyê de civînek çapemeniyê
lidar xist. Civîn, ji aliyê Serokê Giþtî yê HAK-PARê Sertaç Bucak hat
birêvebirin. Bucak, biryara Lijneya partiya xwe ya di derbarê hilbijartinê
de ji raya giþtî re eþkere kir. Sertaç Bucak, ragihand ku Hak-Par, wê
beþdarê hilbijartinan nebe û destnîþan kir ku wan biryar daye ku ew ê deng û
piþtgiriya xwe nedin partî û namzetên ku mafê xweîdarekirina Kurdan
neparêzên, di derbarê demokratîzebûna Tirkiyê de bi dilsozî tevnegerin û
‘dewleta unîter’ diparêzên.
Serokê Giþtî yê HAK-PARê Sertaç Bucak, diyar kir ku wan, ji ber sedemên
benda hilbijartinê, sistema hilbijartinê ya bêhuqûq û li dij demokrasiyê û
helwesta partiyên kurd ya ji rojevê derxistina Bloka Hilbijartinê ya Kurdî,
biryara beþdarnebûna hilbijartinê wergirtiye û weha got; “em bang li Gelê
Kurd dikin ku bila di vê hilbijartinê de dengên xwe nedin wan partî û
namzetên ku mafê xweîdarekirina Kurdan neparêzên, di derbarê demokratîzebûna
Tirkiyê de bi dilsozî tevnegerin û ‘dewleta unîter’ diparêzên.”
“Yên ku berê xwe Kurdan vegerandine, di nav xeletiyek dîrokî de ne”
Sertaç Bucak, di derbarê pêkneanîna Bloka Hilbijartinê ya Kurdî de jî weha
got; “Bloka Hilbijartinê ya Kurdî, ji ber helwest û nêrînên Birêvebirên
Partiya Civaka Demokratîk-DTP yên ku tên zanîn, pêk nehat û em, ji ber vê
yekê gellek xemgîn in. Yên ku berê xwe ji hêzên siyasî yên Kurd vegerandine,
di nav xeletiyek dîrokî de ne.”
“Aysel Tugluk, dengên Kurdan heq nake”
Sertaç Bucak, li ser pirsek ‘ka wê piþtgirî bidin namzetên serbixwe yên
DTPyî an na?’ Weha got; “Hevseroka DTPê Aysel Tugluk di nivîsek xwe ya
rojnameyek Tirkî de, dwleta unîter û sînorên ‘Mîsakî Mîllî’ diparêze û
daxwaz dike ku herêma Baþûrê Kurdistanê jî daxilê nav van sînoran bibe. Ev
tê wê wateyê ku birêz Tugluk, dengên Kurdan heq nake.
“Van hevalan berê xwe nedan Kurdan, dan Enqerê û Îstenbolê”
Serokê Giþtî yê HAK-PARê Sertaç Bucak, di berdewamiya axaftina xwe de weha
got; “Ji ber ku DTP, xeyn jixwe tu hêzek Kurd qebûl nake û hebûna hemûyan
red dike, Bloka Hilbijartinê ya Kurdî, nehat avakirin. Serok û Birêvebirên
DTPê, demek berê di daxuyaniyê xwe de diyarkirin ku berê wan bi aliyê Kurdan
ve ye. Ahmet Turk jî, digot; “ji bo me tiþtê herî girîng, yekîtî û hevkariya
Kurdan e.” Lê, di civîna DTPê ya Amedê de biryarek berevajiyê ve yekê derke
û van hevalan, berê xwe nedan Kurdan, dan Enqerê û Îstenbolê. Em wek partî,
ji bo tefaq û yekîtiya hêzên Kurd ya di çarçoveyek demokratîk û wekheviyê de
amade ne.”
Sertaç Bucak, diyar kir ku DTP, xeyn jixwe hebûna tu hêzek qebûl nake û weha
got; “DTP him li dijî yêkitiyê der tê, him dewleta unîter û îdeolojiya resmî
ya dewletê diparêze û bi ser vana re jî, tê ji Gelê Kurd dengên wan dixwaze.
Em dengên xwe nadin wan partî û namzetên ku pey xwe dane Gelê Kurd,
demokratîzebûnê naparêzin û dewleta unîter diparêzin.”
“Em ê bi israr li ser hurbin û bixebitin daku yekîtiya hêzên Kurd pêk
were”
Serokê Giþtî yê HAK-PARê Sertaç Bucak, di dawiya axaftina xwe de destnîþan
kir ku bang û hewldana wan ya di derbarê hevkarî û yekîtiya hêzên Kurdan de,
ne tenê ji bo pêvajoya hilbijartinan e û weha got; “yê me wek partî
polîtîkayek me ya yekîtiyê heye û em ji bo vê yekê hewl didin û dixebitin ku
di nav partî û hêzên Kurd de li ser esasê nirxên neteweyî hevkarî û yekîtiya
hêzên Kurd ava bikin. Armanca me ew bû ku ev pêngav, bibe bingeha yekîtiya
hêz û partiyên Kurd ya li ser esasê nirxên neteweyî. Herçendî ev pêngav
nehatibe avêtin jî, em ê bi israr li ser hurbin û bixebitin ku yekîtî û
hevkariya hêzên Kurd pêk were.”
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|