|
Kurdistan
"Ji ber
Kerkûkê civaka Kurd bi fikar e"
19
Rêbendan,2007
weþandin:20:29:01 (GDK)
ENQERE
-- Tirkiye ji bo ku bajarê Kerkûkê nekeve destê kurdan ev demeke dirêj e
hemû polîtîkayên xwe yên Iraqê li ser vê yekê bi rê ve dibe. Ji bo vê yekê
gelek peyamên bi tehdît hatin dayîn û dê Meclîsa Tirkiyeyê jî li ser mijarê
bicive.
Civak li hemberî vê yekê bi fikar e. Hevserokê Giþtî yê DTP'ê Ahmet Turk, da
zanîn ku Kerkûk bajarê kurdan e û got ku divê Tirkiye rola xwe di aliyê
lihevhatina gelan de bilîze.
Ji aliyekê ve hikûmet û CHP nerazîbûnên xwe yên li hemberî mijara Kerkûkê
bilind dikin û li kurdan gefan dixwin û li aliyê din jî tê meraqkirin ka dê
Tirkiye bibe xwediyê helwestekî çawa.
Piþtî ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan got "Em li hemberî
geþedanên li Kerkûkê nabin temeþevan", îþareta mudaxeleya li hemberî Kerkûkê
anî ziman.
Li aliyê din Tirkiyeyê, tirkmen û ereb anîn cem hev û bang li kurdan nekir.
Serokê Giþtî yê CHP'ê Denîz Baykal jî der barê mijara Iraqê de di 1'ê adarê
de li hemberî tezkereyê derket lê niha rasterast diparêze ku Fermandariya
Tirkiyeyê bikeve Kurdistana Federal.
BAJARÊ KURDAN E
Hevserokê Giþtî yê DTP'ê Ahmet Turk helwesta hikûmetê û ya Serokwezîr Recep
Tayîp Erdogan a der barê Kerkukê de rexne kir û wiha axivî: "Kerkûk,
bajarekî kurd e. Parçeyekî erdnîgariya kurda ye." Turk, bal kiþand ser
tirkmenên li Kerkûkê û got ku divê bi hemû awayî mafê wan bê mîsogerkirin û
got ku di Qanûna Bingehîn a Iraqê de tê diyarkirin ku dê mafê tirkmenan bê
mîsogerkirin. Turk, da zanîn ku li aliyê din tirkmen li parlemento û
Hikûmeta Kurdistana Federal tên temsîlkirin û wiha domand: "Bi navê wan,
partiyê tirkmenan hene. Dibistanên wan hene, perwerdahiya xwe dikin. Bi
televîzyonên xwe weþanên xwe dikin."
PÊÞIYÊ LI KURDAN DIGIRIN
Prof. Dr. Dogu Ergîl jî daxuyand ku pirsgirêka Kerkûkê pirsgirêkekî tevlihev
e û xwezayî ye ku mirov ji ber êþa dê ji bo pirsgirêkekî bi vî aweyî bê
kiþandin, bi fikar be. Ergîl got ku ger Erdogan ji ber vê yekê fikarên xwe
tîne ziman, ew wî pîroz dike û bal kiþand ser van xalan: "Lê ger ku ji ber
berjewendiyên komekî van fikarên xwe tîne ziman, dê wê demê pirsa, 'gelo hûn
ji bo berjewendiyên komên din bi fikar nîn in?' bê kirin.(Dîha)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|