|
Kurdistan
Helwesta
Dewleta Tirk, Di Mijara Kerkûkê De Berbi Hovane Bûyînê ve Diçe
NÛÇE;ÞEVÎN ARÎ /
HAWARDENGÛBAS
15
Rêbendan,2007 weþandin:09:38:19 (GDK)
HAWAR-DENGÛBAS,AMED,Kurdistan--Divê
Kurd xwe amadeyî protesto, kampanya,meþ,konferans,dîplomasîya ragihandinê
bikin..
Piþtî daxûyanî û tehdîtên
Serokwezîrê Tirk R.T Erdogan derbarê Kerkûkê û bersivên tund yên rayedarên
Kurdistana azad helwesta Tirkan berbi hovane bûyînê ve diçe.
Piþtî daxûyanîyên Erdogan û
hewldanên nû yên tirkan bo têkdana Kurdan di meseleya Kerkûkê de wek rapora
Îstîxbarata tirkan (MÎT) û daxûyanîyên sîyasetmedarên Tirk,dewleta kûr ya
Tirkîye,derdorên faþîst,dijberên Kurdan bi piþtgirÎya medyaya Tirkî tehdîtên
beramberî gelê Kurd zêdetir dibe.
Tirk heman demê de konferansek di 15 rebendanêde
"bi navê Kerkuk 2007" li dar dixin.Bi piranî wek beþdarvan grubên maþayên
Tirkan tevlî dibin.
Tirk bi pêkanîna vê konferansa provakasyonê pêk bînin
û zêdetir meseleyê kûr bike.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di
daxûyanîyeke xwe de wekî bersiva dijminahî û zimanê êrîþkar ya tirkan de got
"Bila dewleta Tirk baþ bifikire ku mesleyên wê yên hessas jî hene,ger tu
tevlÎ karê welatekî bî,dê vî welatÎ jî dest dirêjî karên te yên hundir
bike."
Dewleta Tirk bi çavtirsandina bi
hin mesleyên aborî ya grubên medyaya Tirkî wek Gruba Dogan û Gruba Cîner jî
di dijminkarî û êrîþkarîya beramberî Kurdan de piþtgirîya medyayê jî
kiþandin li gel xwe.
Her wiha dewleta tirk hin jî ji
hinceta xwe ya PKK jî dev ber nedaye.
Di rojên dawî de di medyayê de
behsa êrîþkirina ser xaka Kurdistana azad an jî bi riyên din asteng kirina
referandûma Kerkûkê û serketina Kurdan têne kirin.
CHP di mesleeya Kerkûkê de piþtgirî da AKP'yê
Serokê
CHP'ê Denîz Baykal piþtgirî da hukûmetê ji bo operasyoneke eskerî li hemberî
Baþûrê Kurdistanê lidar bixe.
Baykal da xuyakirin, ku ewê daxwazên xwe yên hevdîtina giþtî ya li ser vê
mijarê, pêþkêþî Meclîsê bike.
Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan, ku ji ber Kurdbûna Serokkomarê Iraqê
Celal Talabanî, bi awayekî fermî nêzî wî nabe, bi nûnerên komên sunnî re
hevdîtineke nû lidar xist.
Wezîrê Karên Derve Abdullah Gul
jî, mîna serokwezîr, der heqê Kerkûkê de dîsa gef xwar.
Gul, li civîneke Serokatiya AKP'ê ya Bajarê Stenbolê axivî û careke din
dûbare kir, ku daxwaza sereke ya Tirkiyê, parastina yekparebûna axa Iraqê
ye.
Gul, der barê Kerkûkê de jî axivî û got, 'Bila xwedê bistirê, rewþa li
Kerkûkê dibe ku veguhere þerekî etnîkî. Agirê li wê derê, bi tenê li Iraqê
namîne, wê tesîra xwe li tevahiya herêmê bike. Dema em van gotinan dibêjin,
em dest li karên hundurîn ên Iraqê wernadin.'
Parlementerê AKP turhan Çomez dîsa ser dîkê ye
Parlemena Tirk Çomez ku meha
rêzbarê ya 2006an de li Kerkûkê li meclîsa þaredarîyê beyî ku fedî bike li
dervey Tirkîye midexeleyî nexþeya Kurdistanê kiribû dîsa bi hêstên xwe yên
dijminahî derket ser dîkê.Çomez daxûyakir ku bo pêþî girtina
referanduma Kerkûkê divê dewleta Tirk di zûtirîn dem de midaxeleyî Kurdan
bike.
Çomez her wiha dîyar kir ku divê
meclîsa Tirk bo vê mijarê danîþînek girtî saz bike.Her wiha Çomez pênîyar
kir ku dewleta tirk bi riyên dizî û veþartî midaxeleyÎ Kerkûkê bike..
Divê Kurd bi hêzekî mezin kar bikin û medyaya Kurdî jî beralî kirina gel û
ragihandina xebatan xurtî pêk bîne
Divê Kurd xwe amadeyî
protesto,kampanya,meþ,konferans,dîplomasîya ragihandinê bikin.
Herî parekî mezin jî ser milên
rexistinên Kurdan dikeve.Divê rexistin û partîyên Kurd,bi daxûyanî,bi
organîze kirina meþ,konferans,panel,kampanya,komkirina îmze,ragihandina
e-maîl û nameyan bo dezgehên navneteweyî,bi dîplomasÎya bi rayedarên Ewrûpî
û Emerîkî re piþtgirîya rizgarî Kerkûkê bidin.
Di vê pêvajoyê de di beralî kirina
bo wan xebatan û ragihandin û agahdar kirinê de bareke mezin jî dikeve ser
hemû medyaya kurdî.
Em wek HAWAR DENGÛBAS di vê
çerçoveyê de bi nûçe,gotar,agahdarî,dîplomasîya sist û bi dosyeyên taybet vê
daxîlî vê pêvajoyê ne.
Divê hemû medyaya kurdî di vê
çerçoveyê de zêdetir hestîyar bin. (HAWAR
DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|