|
Kurdistan
Ji Dewleta Tirk
Re Bersiva Kurdan Eþkereye "Em Natirsin!"
HAWAR DENGÛBAS
24
Rêbendan,2007 weþandin:07:51:44 (GDK)
HAWAR-DENGÛBAS,AMED,Kurdistan--
Parlemena tirk doh ser mijara Kerkûkê civînek veþartî li dar xist. Parlemena
Kurdistan bi rojeva Tehdîtên Tirkan ser mijara Kerkûkê dicive.Kurd bi
yekdengî dijî planên dewleta Tirkin.
Dewleta Tirk bi rûniþtina veþartî
xwest ku Kurdan bitirsîne.Parlemena Kurdistan jî li ser tehdîtên Tirkan
derbarê mijara Kerkûkê dicive.
Doh parlemena Tirk ser mijara
Kerkûkê civînek veþartî li dar xist.Wekî ku tê zanÎn di demên dawî de
tehdîtên dewleta Tirk ser Kerkûkê zêdeitr dibe û ev yek jî dibe nerazÎbûna
hemû alîyên Kurd.
Li gor hin þîroveyan dewleta Tirk
amadekarîya hin kirdarî û ambargoyên ser Kurdistana azad dikin û li gor hin
þîroveyan jî hikumeta AKP tenê bo vergirtina dengên nijadperestÎ di
hilbijartinên 2007'an a li Tirkîye de hewlsteke wisa nîþan dide. di her dû
rewþê de jÎ eþkereye ku Tirk dixwazin ser xaka Kurdistana azad an jî
bi riyên din referandûma Kerkûkê û serketina Kurdan asteng bikin.
Parlemana Kurdistan
dê gefên Tirkan binirxîne
Li ser wan pêþketinan Serokê parlamentoya Kurdistana azad ragihand hemû
parlamenteran ku 24-ê mehê, roja çarþemê, saet 11êcivîna neasayî bê
lidarxistin da êrîþên Tirkiyeyê ên ser Kurdistana azad bê binirxînin.
Tê payîn ku parlemena Kurdistan
derbarê mijara Kerkûkê de bo zêdetir zelal kirina bernameya pêþ me û
stratejîyek giþtî hin biryarên nû verbigre û pêþîyara bên guhdarî kirin.
Rayedareke Kurd;"Di
destê me de belgeyên karên terorÎstÎ yên MÎTê hene"
Berpirsê PDK Necat Husên
ragihand ku hin belgename di destên dezgehên asayiþê bajêrê Kerkûkê de hene
xuya dikin ku îstîxbarata Tirkiye (MÎT) karên terorîstîyê li bajêrê Kerkûkê
li dijî dezgehên hukûmetê û hevwelatîyan encam dane.
HAK-PAR;"Kerkûk bajarê Kurdan e"
Partiya HAK-PAR bi daxûyanîyeke, daxwaz ji parlementerên kurd yên di
meclîsa Tirkiye de kirin ku tevlî ew civîna veþartî ya parlementoya Tirkiye
nebin.Derbarê vê yekê de roja duþemê nezikê 100 endamên partiyê li taxakî
bajarê Diyabekirê dirûþmên "Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye"û "Kurdistan bê
Kerkûk nabe"ve li hev civiyan .
Didaxûyanîya HAK-PARê de de jî balkiþandin ku "Kerkûk bajarekî
Kurdistanê ye û Kurdên li Herêma Kurdistanê jî wek birayekî xwe dizanin".
Serokê Kurdistanê;"Tu
qiymeta tehdîtên Tirkan nîne"
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî
derbarê axaftinên barpirsên Tirk yên demên dawîyê de li ser Kerkûkê û
kêþeyên hundirîyên Iraqê ragihand, ku van axaftin û gotin ti buhayê wan
nîne. Sedema gotinan jî vegeran ji bo propagenda hilbijartinan. Barzanî got:
bi ti avahî li ba me ne qebûle.
Serokomarê Iraqê
Talabanî:"Bila destdirêjî karên me yên navxweyî nekin"
Serkomarê Iraqê Celal Talabanî jî dewleta Tirk û hemû dijberên kurdan
hiþyar kir û got; "Arîþeya Kerkûkê arîþeyeke Iraqê ye û pêwîst e li gorî
maddeya 140 ê destûra daîmî ya Iraqê bê çareserkirin."
Baroya
Amedê:"Meseleya Kerkukê bi þêrîþkarî û nijadperestî nayê çareserkirin"
Baroya Amedê, doh li avahiya
Saziya Parêzeran, li ser êrîþên dewleta Tirk yên derbarê meseleya Kerkukê de
daxuyaniyek belavkir û bi tundî þermezar kir ku Tirkiye, têkilî nav meseleya
Iraqê, bi taybet jî meseleya Kerkukê dibe.
Daxuyaniya ku ji aliyê Cîgira Serokê Giþtî yê Baroya Amedê Zulal Erdogan
diyar kir ku ne meseleyên nav Tirkiyê ne jî, meseleya Kerkukê bi þêweyekî
êrîþkarî û nijadperestî nayê çareserkirin, divê Tirkiyê, destê xwe ji nav
meseleyên Iraqê û ya Kerkukê vekiþîne û têkilî nav kar û barên hundirê wan
nebe.
Îran jî dewleta Tirk hiþyar
kir
Di radyoya fermî ya Îranê de di nirxandineke de þîroveyên balkeþ derketin
holê.Di nirxandinê de hate dÎyar kirin ku;"Midaxeleyên eskerî yên dervayî
hidûd, ne tenê Iraqiyan, ewleyiya Tirkiyeyê jî dixe xeterê. "
"Siyaseteka þaþ a li ser statuya Kerkûkê ne ku ê alîkariya aþtiya kurd,
tirkman û erebên Kerkûkê neke ê Statuya Diyarbekirê û aþtiya wê jî xera
bike.” (HAWAR
DENGÛBAS / ajansan)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|