|
Kurdistan
Nêçîrvan
Barzanî:"Pîrozîya bajêrê Kerkûkê li nik xelkê Kurdistanê ne ji ber petrola
wê ye "
14
Rêbendan,2007
weþandin:15:32:01 (GDK)
Rojnameya
ElHeyat li ser mijarên Kurdistanê û Iraqa federal gelek pirs ji serokê
hukûmeta herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Serokê hukûmetaKurdistanê
jî di bersivên xwe de mijara kurdistanîbûna bajêrê kerkûkê û hemû deverên
Erebkirîyên Kurdistanê dupat kir û got: heger me ji ber petrolê daxwaza
kerkûkê kiriba, me daxwaza deverên dinên Kurdistanê nedikir ewên ku petrol
lê nîne.
Di evê dîdara bi rojnameya ElHeyat re serokê hukûmeta herêma kurdistanê weha
digot: hinek hene dibêjin ku em giringîyê didin bajêrê kerkûkê ji ber ku
petrola wê heye û em jî dibêjin ev ne rast e.. em giringîyê didin kerkûkê ji
ber ku ev bajêr kevtiye ber êrîþa nerewaya guherandina demografyayê û
destkarî di pêkhata neteweyîya wê de hatiye kirin.. dibe ku hukûmeta Be`sa
berê ev karana ji ber petrolê li kerkûkê bi cih anîbe, belê di heman demê de
armancek þovenîstane jî jê hebûye, ji ber ku çend deverên dinên kurdan jî
hatine Erebkirin û ti petrol li ewan deveran nebûye.. hinek jî dibêjin ku me
xelkên deverên dinên Kurdistanê anîne Kerkûkê, ev jî ne rast e..
Bi tevî ewan pêngavên ku li dijî
ewan deveran hatine kirin jî, her dê ew dever kurdî û kurdistanî bin.. ew
kesên ku me bi evan tiþtan gunehbar dikin, bila komîteyekê nêvdewletî
bihînin, ku di biwarê etnografya, ziman û þêwezaran de þareza be..
Wê çaxê dê ji me re bihê xuyakirin
ku ev deverana di bingeh de Kurdistanî ne..ji mafê gelê Kurd e ku wek her
gelekî dinê ser evê zemînê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.. me jî bi
aþkirayî nerîna xwe li ser evê pirsê ragihandiye ku em dixwazin di çarçêweyê
Iraqek federal de bijîn.. em ji her alîyekî bêtir yekparçeyîya evî welatî
dixwazin.. heta ku hukûmeta Iraqê jî sozên xwe yên bi Kurd re bi cih bihîne
û sînorên destûra Iraqê derbas neke, em dê her li ser evî hilwestê xwe
bimînin.. Belê ku behsa cudabûnê û dewleteka kurdî jî dihê kirin, ev mafekî
seretayîyê her milletekî ye.. em jî behsa evê yekê dikin, belê ne ji bo
êrîþkirinê yan jî çavtirsandina alîyên beramberî me ye..
Sêdaredana Seddam jî bi dawîbûna
qonaxek bi tirs bû.. niha divê em xwe hêvî û azadîyê bigirin.. gerek em ber
bi ayindeyek ronî ve biçin, da ku em bikaribin welatekî dirist bikin ku cihê
rik û kînê tê de nebe.. hêvîya me jî ew e ku di evê salê de êdî dijwarî û
xwînrijandin di Iraqê de nemîne. (HAWAR
DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|