|
Kurdistan
N.Barzanî;"Gelê Kurd Heta Niha Ji Hêç Tehdîtan Netirsî û Wê Netirse Jî"
HAWAR DENGÛBAS
24
Rêbendan,2007 weþandin:19:34:01 (GDK)
HAWAR-DENGÛBAS,AMED,Kurdistan--
Parlemena tirk doh ser mijara Kerkûkê civînek veþartî li dar xist. Parlemena
Kurdistan jî îro bi rojeva Tehdîtên Tirkan ser mijara Kerkûkê civîya.
Serokwezîr N.Barzanî careke din bi eþkereyî got";Kerkûk ji alÎyê cografî,
dîrokî û demografî debajarê Kurdistanê ye.
Parlemena Kurdistan li ser tehdîtên Tirkan
derbarê mijara Kerkûkê civîya.
Wek tê zanîn Dewleta Tirk bi
rûniþtina veþartî xwest ku Kurdan bitirsîne.
Kombûna perlemena Kurdistan di
medyaya Tirkî de jî deng veda.
Parlemana Kurdistan
dê gefên Tirkan nirxand
Parlemena Kurdistan
derbarê mijara Kerkûkê de bi taybeî ser tehdîtên dawî yên dewleta Tirk
civînek awarte li dar xist dîtin û pêþnîyarên perlementerên Kurd hatin guhdarî kirin.Gelek
parlamenterên Kurd, Tirkman, Kildan û Asûriyan jî dîtin û daxwazên xwe yên
li ser êrîþa Tirkiyeyê a li hember Kerkûkê û gelên Kurdistanê diyar kirin.
Di kombûnê de serokê parlemena
Kurdistan Ednan Muftî û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî axaftinek pêþkeþ kirin.
Serokê Parlamenê
Kurdistanê;"Tirkiye di dema Sedam de li ku derê bû"
Serokê Parlamena Kurdistanê Ednan
Muftî, diyar kir ku civînên li Tirkiyeyê têkildarî Iraqê tên kirin, ji bo
çareseriya pirsgirêkên tirkmenan nayên kirin û got: "Di dema Sedam de zor li
tirkmenan dihat kirin ku nasnameyên xwe bikin ereb. Wê demê Tirkiye li ku
derê bû. Em hemû civînên lê ser Kerkûk û Iraqê wekî destdirêjiya karên
navxweyî yên Iraq û Kurdistana Federal dibînin. Gelê kurd bisedan sal e
rastî zulmê tê. Kes nikane vîna gelê kurd biþikîne. Mudaxeleya baþûr tê
wateya þerê bi gelê baþûr re."
Her wiha Muftî wiha got:" Di dema
rejîma Sedam de, rejîm qedexe kiribû ku Turkman navê xwe bi turkmanî
bivivîsin, hewce dikir ku an bêjin em kurdin en jî bêjin em ereb in."
Muftî got:" Tirkiye cihê matmayînê ye parlamentoya Tirkiye rûniþtineke girtî
li dijî netewek saz bike."
Muftî bal kiþand ku îsal
sala hilbijartina serokkamriyê û ya parlamentoya Tirkiyeyê ye, loma jî
siyasiyên tirk ji bo propagandayên hilbijartinan þovenîzm, nasyonalîzm û
siyaseta êrîþkariyê gurr û germ dikin û ev siyaset mehkûm kirin ku siyaset
maceraperestane ye ê zerarê berî her tiþtî bigihîne Tirkiyeyê.
Serokwezîr Nêçîvan Barzanî;"Hûn bo Tirkên Qerebaxê çi dikin?"
Serokwezîrê hikumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê hewldanên dewleta
Tirk de axifî û wiha goti;"Tirkîye li beramberê pirsgirêkan bi rengekî
tehdîtî lê dinêre û ev jî ji bo Tirkîye yê zirarekî mezine. Tenê Tirkîye
zirar dide xwe.
"Wek tê zanîn çend rêvebirên
Tirkîye bangawazî kir ku maddeya 140 bê paþvexistin û derbarê Kerkûkê
konferans li darxisti bûn. Barzanî, mafên kû ji me hatine girtin em dixwazin
dîsa mafên me bidin me. Maddeya 140 ne tenê pirsgirêka Kerkûkê ye û dibe ku
Kerbela, Baxdat û Necef jî feydekî bibe. Eger Tirkîye li beramberê
pirsgirêkan bi rêka tehdîtan nêzîk bibe dê Tirkîye zirarekî Mezin bibîne û
Kerkûk jî hîn bêtir tevlihev bibe."
Barzanî dîyar kir ku "dewleta Tirk
bo Tirkên Qedebaxê tu tiþt nake û tê midaxeleyÎ karên me dike.Ger mesele
parastina Tirkan be berê biçin wana rizgar bikin".
Her wiha Serokwezîr di berdewamîya
axafitna xwe de dîyar kir ku heman helwasta dewleta Tirk çend sal berê bo
Hewlêrê jî wisa bû,lê em bi Tirkmenan re di nava birayetî de dijîn û tirkmen
xwedî hemû mafên xwe ne"
"Meseleya Kurd ya li
Tirkîye meseleyeke sîyasîye"
Serokwezîrê hikumeta Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî derbarê kêþeya PKK de jî got ku:" Eger Tirkiye bi
bihaneya çendsedhezarek tirkmenên Kerkûkê wan tehdîdan li me bike vê demê
mafê me jî heye ku em daxwaza mafên 25 milyon mirovên xwe bikin ku Tirkiye
inkara hebûna wan dike û ji hemû mafan bêbeþ in.Dewleta Tirk hemÛ leþkerên
xwe jÎ biþîne vê derê pirsgirêka PKK û kêþeya Kurd ya li bakur nayê çareser
kirin.Mesleya Kurd ne mesleyekÎ asayîþêye,mesleya Kurd pirsgirêkeke
sîyasîye.
Serokwezîr di dawîya axaftina xwe
de wiha got:"Hikumeta Kurdistanê ê her siyaseta xwe ya dostane û
hevkarîxwazî ya li ser esasê cîrantî bi Tirkiyeyê re bimeþîne û ê her destê
dostane dirêjî wê bike, lê ê tu carî gaf û êrîþkariyan qebûl neke, serê xwe
li hember wan netewîneKurd gelek êrîþ,kîmyabaran,enfal ,zilm û tehdÎt dîtin
netisîyan û berxwedan û Kurd ji vir þunde jî tu wê carî netirsin.
Endamên
parlemena Kurdistanê:"Bila konferans bê li dar xistin"
Parlamenter rexne li hukumeta Bexdayê kir ku reaksîyonên wan li hember
daxwiyaniyên Tirkiyeyê glawaz in, divê parlamentoya Bexdayê bicive û
daxwiyaniyên berpirsên tirk red bike, hukumeta Iraqê di asta hukumeta
Tirkiyeyê ya hukumeta Emerîkayê û Ewropayê û di asta Neteweyên Yekbûyî
de vê siyaseta Tirkiyeyê red bike û daxwaz bike ku Tirkiye dev ji
destëwerdana welatekî xwedan serwerî berde.
Endamên parlemena Kurdistanê
xwestin ku derbarê Kerkûkê de konferanseke mezin were li dar xsitin û
derbarê mesleya Kerkûk û tehdîtên dewleta Tirk de hemû sazîyên navneteweyî
bên hiþyar kirin.(HAWAR
DENGÛBAS / Ktv)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|