|
Kurdistan
Gelalî:"Eniya Turkman bo têkdana têkîliyên tirk û kurd kar dike"
14
Rêbendan,2007
weþandin:11:32:24 (GDK)
Nûnerê YNK yê li Enqereyê Behroz
Gelalî, daxuyaniyeke çapemeniyê belav kir li ser daxuyaniyeke nûnerê Eniya
Turkman yê Tirkiye Ehmed Muradlî, ku di çarçoveya bernameyeke NTV de dayîbû.
Gelalî di daxûyaniyê de nerihetiya xwe diyar kir ku Eniya Turkman naxwaze
rastiyên dîrokê ên hevpeywend bi Kerkûkê bizane û dixwaze Kerkûk bike
hincetek daku Tirkiye desttêwerdana karûbarê Iraqê bike.
Her weha ragihand ku ew gotin tu car ne rast in li ser guhertina demografiya
Kerkûkê û bicihkirina pêþmerge, bajarê Kerkûkê di bin kontrola Amerîkayê de
ye, her wek konsolxaneya Amerîkayê û Brîtanyayê jî hene û ji bilî wê jî hin
rastiyên dîrokî hene, heta niha 3-4 hilbijartin hatine kirin û piraniya
dengan kurd xistiye destê xwe û Eniya Turkman dixwaze ji wan rastiyan
bireve.
Nûnerê YNK ragihand ku li gorî gotinên Eniya Turkman, rêjeya Turkman qaþo 3
mîlyon kes e, lê encamê hilbijartinan derxist ku hejmara ew dengên ku
turkman anîne ji 90-80 hezar deng derbas nabin.
Her weha got:" Eniya Turkman bi hinceta Kerkûkê, ji bo ziyan gihandin bi
peywendiyên Tirkiye ligel kurd kar dike lê ev wiha nabe ger li dîrokê
binêrin dibînin ku em li ser heq in, Kerkûk bajarekî Iraqê ye û tenê gelê
ýraqê mafê xwe heye meseleya Kerkûkê çareser bike, serok wezîrê Iraqê Malikî
jî di serdaneke vê dawiyê de ya bo Tirkiye ragihandibû Kerkûk bajarekî iraqî
ye û li gorî destûrê ji aliyên iraqiyan ve tê çareserkirin, em kurd jî bi
temaþakirina bajêr, Kerkûk bi bajerekî Kurdistanî dizanin. Her weha ragihand
ku bi mîlyonan azerî di Îranê de hene ku binyad tirk in, tu aliyek heta niha
behsa mafên wan nekiriye tu aliyek jî tuneye qasî kurd mafê turkman
biparêze.
Di dawiyê de got:" Îddîayên wiha bi tu awayî bo Iraqê bisûd nîne û dixwazin
bi aþtî li gel hemû brayên me bijîn û ji bo vê yekê jî kar dikin."(Pukmedya)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|