|
Kurdistan
Tirkmenên
Kerkûkê:"Bila Dewleta Tirk Bo Planên Xwe Navê Tirkmenan Bikarneyîne"
28
Rêbendan,2007
weþandin:07:29:32 (GDK)
HEWLÊR,Kurdistan
-- Serokê Gruba Tirkmenan a Parlamentoya Kurdistana azadl Kerxî
Altiparmak, li hemberî civînên li Tirkiyeyê ku li ser Kerkûk û tirkmenan tên
lidarxistin û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê nerazîbûn nîþan da.
Altiparmak, destnîþan kir ku li Herêma Kurdistana Federal pirsgirêka
tirkmenan nîn e.
Altiparmak, destnîþan kir ku nîqaþên li Tirkiyeyê yên li ser tirkmenan tên
kirin, ji bo berjewendiyên tirkmenan nîn e û wiha dom kir: "Me wekî
tirkmenên li Herêma Kurdistana Federal, hemû mafên xwe girtine. Em naxwazin
ev maf ji destê me biçin. Em wekî gelê tirkmen ji bo zêdetir maf bi dest
bixin, hewl didin. Li gorî nêrîna me ev mafên hanê jî dê xebatek hîn zêdetir
a bi birayên kurd re, bêne bidestxistin. Ji ber vê yekê jî li gorî me nêrîn
û nirxandinên Tirkiyeyê yên li ser tirkmenan, ne ji bo berjewendiyên
tirkmenan e. Di nîqaþên li Tirkiyeyê tên kirin de, tê gotin ku mafên
tirkmenan nayê dayîn, zordestî li wan tê kirin. Ev gotin ne rast in. Ji bo
rayedarên Tirkiyeyê hinek rapor li Iraqê tên amadekirin. Ew jî li gorî van
raporan civînan li dar dixin û nirxandinan dikin. Bi rastî jî heke li ser
gelê tirkmen zordestî bê kirin, em qebûl nakin. Tirkmen wekî hemû gelan azad
in. Divê pirsgirêkên li Iraq û Herêma Kurdistanê tên jiyandin, ji aliyê
gelên vir ve bêne çareserkirin."
PIÞTGIRÎ DA XALA 140’AN
Nûnerê tirkmenan Kerxî Altiparmak, anî ziman ku xala 140'an a Qanûna
Bingehîn a Iraqê ku li ser Kerkûkê ye, li gorî berjewendiyên tirkmenan e û
wiha got: "Em ê nifûsa xwe ya li Herêma Kurdistana Federal zêde bikin û wekî
neteweyek duyemîn bijîn. Ev ji bo me baþtir e. Kerkûk bajarekî Iraqê ye. Li
Iraqê Qanûnek Bingehîn heye. Di Qanûna Bingehîn a Iraqê de xala 140'an heye.
Ev xal jî ji 3 xalên esasî pêk tê. Yek vegera kesên di dema rejîma Sedam de
hatine koçberkirin, didu navçeyên bi armanca guhertina nifûsa Kerkûkê ji
bajêr hatine veqetandin. Dê ev navçe li ser bajêr ve bêne girêdan. Ya
sisêyan jî ew e ku di encama vê yekê de referandûm bê çêkirin û li gorî wê
Kerkûk li ser herêmekê ve bê girêdan. Xala 140'an tenê ji bo Kerkûkê nîn e.
Ji bo çêbûna Iraqa Federal xala esasî ye."
‘EM Ê BIRYARÊ BIDIN’
Altiparmak, bi bîr xist ku mafê Tirkiyeyê tune ye ku bikeva nava pirsgirêka
Kerkûkê û wiha berdewam kir: "Qedera Kerkûkê, dê ji aliyê kurd, tirkmen,
asûrî, keldanî û erebên li bajêr dijîn ve bê diyarkirin. Ne em, ne Tirkiye,
ne jî hêzek din nikare li ser Kerkûkê biryarê bide. Heke tiþtek em dixwazin
hebe, ew jî ew e ku em wekî tirkmen, kurd, asûrî û keldanî, li Herêma
Kurdistanê bi awayekî rehet bijîn."
Kerxî Altiparmak, da zanîn ku tirkmen li baþûrê Kurdistanê bi aramtir in û
ger ku Tirkiye bi vê polîkayê nêzî tirmenan bike, dê tirmen tu tiþtî bi dest
nexin. Altiparmak, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê tu welatekî ji
derve, xwe têkilî kar û barên Iraqê neke. Çimkî ev pirsgirêk, pirsgirêkek
navxweyî ye. Gelên ku li Iraqê dijîn, dikarin der barê pêþeroja vî welatî de
biryara xwe bidin. Bila tu kes mudahaleya pirsgirêkên navxweyî neke. Tirkmen
û gelên din ên li vir, dê di nava biratî û yekîtiyê de bi hev re bijîn. Em
dixwazin aþtî bi ser bikeve.”(Dîha)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|