|
Kurdistan
Dewleta Tirk Di Meseleya Kerkûkê De Bi Sebra Kurdan Re Dileyze
NÛÇE-ÞÎROVE:HÊLÎN PASEWAN
/
HAWARDENGÛBAS
12
Rêbendan,2007 weþandin:02:34:41 (GDK)
HAWAR-DENGÛBAS,AMED,Kurdistan--Daxûyanî
û tehdîtên Erdogan derbarê Kerkûkê de Kurdan xist nava tevgerê.
Piþtî daxûyanî û tehdîtên
Serokwezîrê Tirk R.T Erdogan derbarê Kerkûkê de bû sedema nerazîbûna hemû
alîyên Kurd.
Serokwezîrê tirk Recep Tayyip
Erdogan li parlamena Tirkan di civîna grupa partiya xwe de behsa rewþa Iraqê
kir û got ewê beramberê rûdanên li Kerkûkê dibin bêdeng nemînin û pêkanîna
referandumê jî nayê qebul kirin.
Piþtî daxûyanîyên Erdogan û
hewldanên nû yên tirkan bo têkdana Kurdan di meseleya Kerkûkê de wek rapora
Îstîxbarata tirkan (MÎT) û daxûyanîyên sîyasetmedarên Tirk,hewlên pêkanîna
konferansa Kerkûkê li Stenbolê dijî Kurdan û hewldanên oerasyoneke leþkerÎ
li xaka Kurdistana azad sebra Kurdan anî dawî û Kurd dengê xwe zêdetirîn
bilind dikin.
Kurd bo wan hewldanan xwe amadeyî
protesto,kampanya,meþ,konferans,dîplomasîya ragihandinê dikin.
Rêvebirên Kurd"Kerkûk ne gundeke Tirkîyeye"
Rêvebirên Kurd bi tundî li dijî
gotinên Erdogan derketin û hate gotin ku "Kerkûk ne gundeke Tirkîyeye".
Kesên wek Kemal Kerkûkî,Celal Talebanî,Ebdurrehman Mistefa û gelek rayedarên
kurd bi tundî hewlên tirkan þermezar kirin û her yek di daxûyanîyên xwe de
anîn zimên ku "Mijara Kerkûk mijara navxwe ya Iraqê ye û kes nikare dest
dirêjî bike"
Kemal Kerkûkî;Cihgirê
serokê Parlamena Kurdistanê Kemal Kerkûkî îro bersiva serokwezîrê tirkan
Recep Tayyip Erdoganî da û got ew hemû rengên destwerdana Tirkiyeyê di
karûbarên nêvxweyî yên Iraqê de red dike û got berpirsên Tirkiyeyê bi
awayekê wisa li Iraqê dinêrin herwekî ko Iraq bajarekê Tirkiyeyê be û Kerkûk
jî gundekê wê be.
Celal Talebanî: Serokkomarê
Iraqê Celal Talebanî got ku "Mijara Kerkûk mijara navxwe ya Iraqê ye û kes
nikare dest dirêjî bike"
Hiþyar Zebarî;Wezîrê derve
yê Iraqê Hiþyar Zêbarî da zanîn ku ew li dijî desttêwerdana herêmî ya nêv
Iraqê ye û naxwaze ko çekdar ji dewletên cîran bihên û li Iraqê þerê
Emerîkayîyan bikin.
Ebdurrehman Mistefa;Walîyê
Kerkûkê Ebdurrehman Mistefa got ku ”Heta niha pirraniya xelkên ku berê ji
bajarê Kerkûkê hatibûn derxistin ji ber cîbicînekirina maddeya 140-ê a
destûratIraqê venegeriyane bajêr, loma jî ew îdîa (yên Receb Tayyib Erdogan)
ne xwediyên tu bingehê ne.”Pirsa bajarê Kerkûkê pirseka iraqî ye û iraqiyan
jî di destûra hergavî ya welatê xwe de riya çareya lêhatî ji xwe re peyda
kirine. Bi baweriya min destêwerdana derve ê nikaribe tesîreke negatîf li
cîbicîkirina maddeya 140ê ya destûra Iraqa federal bigire. "
Konferansa
Provakasyonê
Tirk konferansek di 15 rebendanêde
"bi navê Kerkuk 2007" li dar dixin.Bi piranî wek beþdarvan grubên maþayên
Tirkan tevlî dibin.
Wisa xuyayeke ku Tirk bo kurtir
kirina pirsgirêkê di pêkanîna vê konferansa provakasyonê pêk bînin.
Kerkûk û referandûma 2007
Kurd dixwazin referandûmekî Kerkûkê daxîlî sînorên Kurdistan azad
bikin.Dewleta Tirk û hemû dijberên Kurdan naxwazin ku referandûmek bê saz
kirin.Ji ber ku ew jî dizanin ger referandûm were kirin wê Kurdan
biserkevin.Her wiha ji heman sedeman dijî pêkanîna madeya 140 ê ne ku bi vê
madeyê Kurdên ku ji Kerkûkê hatine derxistin paþ ve bê vergerandin.
Dewleta Tirk îdda dike ku bi çêkirina referandûmê wê li Iraqê tundî gurtir
be.Lê dewleta Tirk ev yekê eþkere nake ku wê tundkarîyê bixwe derxîne
holê.Her wiha dîsa lawaz kirina desthilatdarîya Kurdistana azad daxwazîya
hemû dijberên Kurdan e.
Serokwezîrê Tirk R.T. Erdogan ku
sala par pirsgirêka Kurd pejirandi bû niha ji ber lîstikên xwe yên sîyasî
yên qirêj û careke din serketina di hilbijartinan de dikare ku bi dijberên
kurdan re hevkarîyê bike û beramberî Kurdistana azad êrîþek bidin
destpêkirin.
Kurd jî bo têkdana wan planên ser
Kerkûkê xwe amadeyî protesto,kampanya,meþ,konferans, dîplomasîya
ragihandinê dikin. (HAWAR
DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|