|
Kurdistan
Divê Di 2007'an De Rojeva Sereke ya Kurdan Kerkûk, Perwerdeya Bi Kurdî Li
Bakûr û Ketina Meclîsa Tirk Be
ÞÎROVE:SERHAD B.RÊNAS
/
HAWARDENGÛBAS
07
Rêbendan,2007 weþandin:01:34:41 (GDK)
HAWAR-DENGÛBAS,AMED,Kurdistan--2007'an
de jî 3 mijarên sereke di vê çerçoveyê de divê zûtirîn bên hal
krin.Kerkûk,perwerdeya bi zimanê Kurdî li bakûr û ketina meclisa tirk bi
nasnameya Kurdî ne.
Kurd bi rojeveke tije û germ
dikevin dikevin 2007'an .Sala 2006 bi gelek pêþketinên di warê
dîplomasî,sîyaset,çand,huner,ziman,medya û hwd. de pêk hat.
Her wiha Kurd bi gelek karset,êrîþ û kiryarên neyenî rûbirû man.Bi taybetî
bûyerên Amedê,êrîþa li Amedê,karesata lehÎhê li bakûr û rapora
Baker-Hamilton ku encama kêmasîyeke dîplomasîya Kurdî bû pêk hatin.
Kurd lêz û çalakbûna pêþketina xwe ya salên dawî di 2006'an de jî domandin.
Hin kêþeyên girîng hene ku ger neyên çarser kirin wê him pêþketin û
destkeftîyên dehan salan li hewa bimînin û bêwate bimînin û him jî bo
pêþketin û garantî kirina pêþaroja nêzîk û dirêj ji holê rabin û potansyela
heyî bihêle û mezin bûn jî bisekine.
Ji ber ku Kurd hin mecburin bi kêþeyan ku gellek millet bi sed sal berê
çareser kirine mijýl bibin.Lê êdî wek sedsala dawî dem ewqas hêdî naherike û
gellek millet ,çand,ziman êdî bi lêztir û zûtir ji holê radibin.ango êdî
têkoþîna hebûnê têr nake û têkoþîna pêþketineke bilêz û çareser kirina
kêþeyên girîng hatine.Ji ber wan sedemand delfeta Kurdan êdî nÎne ku bihêlin
demên pêþ.Li gor wan þertan divê Kurd xwedî bernameyeke acil çalakîyê hebe.
2007'an de jî 3 mijarên sereke di vê çerçoveyê de divê zûtirîn bên hal
krin.Kerkûk,perwerdeya bi zimanê Kurdî li bakûr û ketina meclisa tirk bi
nasnameya Kurdî ne.
Kerkûk mijara kilît e
Kurd di Kerkûkê de çewsandin,biþaftin,zoradarî û hovîtîyên cûrbecûr re
rûbirû man e.Tehrîbên mezin li ser Kurdistanîyeta vî bajarî hatine kirin.Hin
jî ji %50yê wan tehriban paþve nehatiye vegerandin.Kurd wek mafêkî rewa axa
yê dîrokî dixwazin.
Mijara Kerkûkê ji mijarên din yên eleqedar bi baþûrê Kurdistanê cûda ye.Ji
ber ku ev mijareke neteweyî û stratejîk e.Ger Kurd li Kerkûk bi sernekevin
di nêzîk de nebe jî di dema dirêj de wê hemû gelê Kurd û hemû hêz û
rexistinên kurd jî winda bikin.
Kerkûk bajareke girîng ya Kurdistanê ye û ji ber yekê dijminên Kurdan
ditirsin ku Kerkûk bikeve destê Kurdan û bi vî avahî hêza Kurdan hin zêdetir
be.Her wiha girêdana bajara Kerkûkê bo îdareya hikumeta Kurdistanê wekî
pengavekî dawîn ya serxwebûna Kurdistanê tê dîtin û ditirsin ku bi Kerkûkê
Kurdistan welateke pirr pêþketî be.
Pispor û stratejîstên Cîhanê jî gellek caran dîyar kirin ku bo dewleteke
Kurdistanê bajarê Kerkûk roleke bingehîn dizleyze.Tê dîyar kirin ku
çarenivîsa bajarê Kerkûkê çarenivîsê hemû perçeyên Kurdistana mezin e.Mijara
Kerkûkê ji mijarên din yên eleqedar bi baþûrê Kurdistanê cûda ye.Ji ber ku
ev mijareke neteweyî û stratejîk e.
Kurd dixwazin referandûmekî Kerkûkê daxîlî sînorên Kurdistan azad
bikin.Dewleta Tirk û hemû dijberên Kurdan naxwazin ku referandûmek bê saz
kirin.Ji ber ku ew jî dizanin ger referandûm were kirin wê Kurdan
biserkevin.Her wiha ji heman sedeman dijî pêkanîna madeya 140 ê ne ku bi vê
madeyê Kurdên ku ji Kerkûkê hatine derxistin paþ ve bê vergerandin.Ango
destê dijberên Kurdan de tu sedemên mafdar û rewa nînin bo pêþî lê girtina
referandûmê.
Dewleta Tirk îdda dike ku bi çêkirina referandûmê wê li Iraqê tundî gurtir
be.Lê dewleta Tirk ev yekê eþkere nake ku wê tundkarîyê bixwe derxîne
holê.Her wiha dîsa lawaz kirina desthilatdarîya Kurdistana azad daxwazîya
hemû dijberên Kurdan e.
Wek tê zanîn rapora baker-Hamiltonê de jî piþtgirîyê dida angaþtên pûç ya
Tirkan û rejîmên faþîst yê herêmê.
Divê Kurd di 2007'an de meseleya Kerkûkê çareser bikin û Kerkûkê texin
daxîlî sînorên kurdistan azad.Ev yek bo cîhbicîhkirina stratejîya dirêj ya
pêþketin û çespandina rastîya Kurdistana azad û bi temamÎ serxwebûna vê
perçeyê mijara bingehîn e.
Dirêj bûna çareser kirina mijara Kerkûkê vê bibe sedema xitimîna çareserîyên
mijar û pêþketinên din.
Nebûna perwerdeya Kurdî hebûna Kurdan dixe xeterê
Li bakûrê Kurdistanê Kurd her çiqas di hilberînên mûzîk û wêjeya Kurdî û di
medyaya Kurdî,weþangerî û kompîtergerîya bi Kurdî de pêþdikevin jî di
þaredarîyan de xebatên bi Kurdî têne kirin jî hemû xebat û hilberînan rê
nade ku zimanê Kurdî ser zemîneke mayînde rûne û belavî temamî girseya gelê
Kurdistana bakûr bibe.
Bi taybetî bajarên herî girîng ya bakûrê Kurdistanê wek
Amed,Wan,Batman,Riha,Mêrdîn û hwd. de bikaranîna zimanê Kurdî di jiyana
rojane de kêmtir dibe.Bê gûman daketina rêjeya bikaranîna zimanê Kurdî di
nava zarok û ciwananan de nebûna perwerdeya bi zimanê Kurdî ye.Bi awayekî
xwezayî nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo hemû gelan encamek wisa an
jî hin xirabtir mimkune ku derbixîne holê.Berî her tiþtî ji bo parastin û
pêþxistina zimanê Kurdî perwerdeya bi zimanê Kurdî pêwîste.Divê berê ji bo
vê yekê hewl bê dayîn.Ne qurs û wekî din divê hemû dersan ji dibistina
sereta û heta zanîngehan bi zimanê Kurdî perwerde were dayîn.Her wiha divê
rexistin,partî,þaredarî û dezgehên Kurdî hemû endam û xebatekarên xwe re hîn
bûn û xwendina bi zimanê Kurdî ferz bikin da ku di qedemeyên fermî de zimanê
Kurdî were bi karanîn.
Ji bo bal kiþandina zimanekî divê ev ziman xwedî girîngî û statuyekî fermî û
aborî jî be.Her wiha hin malbatên Kurd bi sedema ku zarokên wan di dibistana
sereteyî de zorê nekþînin û ji hevalên xwe dûr nemîna hînî zimanê Tirkî
dikin û hînî zimanê Kurdî nakin.Divê malbatên Kurd dev ji vî çewtîyê xeter
berdin.Divê zarokek berî zimanê dayika xwe hîn bibe. Zarokekî ku temamî
zimanê xwe û çanda xwe hîn nebe ev zarok nikare bi temamî hînî tu çandî na
jî zimanî bibe û avayekî xwezayî di vê zarokê de “bê nasnameyetî” derdikeve
holê.
Ger perderweya bi zimanê Kurdî li bakûrê Kurdistanê dest pê bike wê him
zimanê Kurd di jiyana rojane de bibde serdes,him bibe sedem ku hiþmendîya
Kurdbûnê xurttir û biwatedir be û him jî berdewamîya Kurdbûnê,pêþketina
zimanê Kurdî û hilberîna di hemû qedan were garantî kirin.Her wiha di asta
akademîk de bikaranîna zimanê Kurdî wê riya entegrasyona Kurdên bakûr û
baþûr jî bi xwe re bîne.
Divê Kurd bi hêzekî mezin giranîya xwe bidin vê mijara krîtîk.
Divê Kurd têkdana polîtîkayên tirkan di meclîsa Tirkan de jî têbikoþin
Ji bo têkdana polîtîkayên dagirkeran û standina mafan Kurd di gelek waran de
berxwe didin.
Li li pêþîya Kurdên bakûrê Kurdistanê gelek kêþeyên bingehîn wek perwerdeya
bi zimanê kurdî,pêþxistina aborîyê û ji holê rakirina bê karîyê,bi temamî
serbest berdena weþanên bi Kurdî,rakirina qedexeyên ser navên Kurd(navên
gund û bajaran),di resmîyetê de pejirandina navê "Kurd",bi kar anîna zimanê
Kurdî di kamûyê de,guherandina helwestên dewleta Tirk û civaka Tirk hember
Kurdan, û heta çareser kirina problemên civaka Kurd ku di nava þerê dijî
Kurdan a 30-40 salên dawîn de pêk hatine.
Meþandina polîtîkayan,pêkanîna dîlomasîya derve,bikaranîna
medyayê,propaganda,þer,þerê psîkolojîk,êrîþ,kampanya,mîtîng,konferans,bê
îtîatî,çalakî,meþ,protesto,binpê kirina qanûnan,xirabkirina îmaja dewleta
dagirker,bi dest xistina þaredarîyan,vekirina dozan li mehkemeyan û gelek
rêbazên din hene Kurd ji bo bi dest xistina mafên xwe ji dewleta Tirk
bikartînin.
Ji bo çareser kirina wan hemû probleman rêbazên han têrê nakin.Ji ber vê
yekê jî divê Kurd bi çi avahî be bila bibe di hilbijartinên 2007'an ya
Tirkîyeyê de bikevin parlemena Tirkan û derîyeke nû nav rêbazên têkoþînê
tevlî bikin.
Ji bo çareser kirina meseleyên Kerkûk,perwedeya bi Kurdî li bakûrê
Kurdistanê û bo ketina meclîsa Tirk hewcedarîya Kurdan a yekîtîyê heye.Ev 3
mijar jî mijarên krîtîk û xwedî girîngîya stratejîkin.
Divê partî û rexistin û sazîyên Kurd wan mijaran bigrin rojevên xwe û bi
kampanya,meþ,protesto,mîtîng,panel,semîner,þandina e-mailan,daxûyanîyên
çapamenîyê bi xebatên dîplomasîyê piþtgirîya çareser kirina wan mijarên ku
girîngîyan wan pirr mezin e piþtgirîye bin û medyaya KurdÎ jî him bi
ragihandinê û him jî bi piþtgirî dayÎna xebatên rexistinan tevlî vê prosesê
bin..
Ger ev 3 mijar werin çareser kirin dê Kurd ji xetereke mezin rizgar bibin û
ji bo pêþarojê xwedî þans,destkeftî û hêzekî mezin bin.(HAWAR
DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|