|
AKP navê Kurdan qebûl dike mafên neteweyî ya Kurdan qebûl nake
NÛÇE-ÞÎROVE; HESEN DILGEÞ /SERHAD B.RÊNAS
23 Sermawez,
2007 weþandin: 08:18:12 (GDK)
|

Erdogan dixwaze bi rêbazên Ataturkê
Kurdan
bixapîne
|
DIYARBEKÎR,
Kurdistan (HAWAR DENGÛBAS) -- Di raya giþtî de projeyeke
veþartî ya AKP bo çekberdana PKK û çareser kirina pirsgirêka
Kurd di rojevê de ye.
Wek tê zanîn dewleta Tirk bi bahaneya
PKK bo dagirkirina Kurdistana azad û xêra kirina destkeftiyên Kurdistana
azad bi destê hikumeta AKP tezkere derxist.
Serowezirê Tirk Teyip Erdogan 5ê
Sermawezê de bi
hêviya destûr girtina ji Emerîka bo êrîþ kirina ser Kurdistana azad çû bû Emerîkayê dest
vala vegeriya bû. Piþtî vê serdanê zextên ser DTP gihêþt asta herî
bilind û li hemberî rêvebiriya Kurdistana azad jî zext zêde bûn.
Serokwezîrê
hikumeta AKP Receb Teyyip Erdogan li her derê îdda dike ku armanca dewleta
Tirk ne rêvebiriya Kurdistana azad û Kerkûkê, tenê hedef PKK ye. Her wiha
Receb Teyyip Erdogan di hemû daxuyaniyên xwe de tîne ziman ku li Tirkîye
pirsgirêka Kurdan nemaye, hemû maf hatiye dayîn, mesele meselya "terorê" ye
û divê PKK dev ji çekan berde.
Rayedarên hikumeta AKP jî bi
daxuyaniyên xwe piþtgiriya êrîþên ser Kurdan yên demên dawî jî dikin û dibêjin "reaksiyone gel
e, normal e".
Li gor AKP
Kurd hene lê êdî navê wan tê qebul kirin û axaftina bi zimanê Kurdî jî
serbeste ji ber vê yekê jî tu daxwazên kurdan ne meþrû ye. Niha derketiye
holê ku hikumet û arteþa Tirk li hev kirin e û bo derxistina tezkere dest bi
amadekariyan hate kirin.
AKP çima peyva Kurd bi
kar tîne?
AKP bi vî
avahî her carê navê Kurdan bi kar tîne û hebûna Kurdan qebûl dike û bi vî
avahî dixwaze ku nerazbûna Kurdan derneke holê. AKP wisa difikire ku
wexta peyva Kurd were bikaranîn dê Kurdan bêjin ku "AKP hebûna me qebûl
dike" û pêþarojê de çend maf jî bide. Bi rastî jî ev politika AKP hinek jî
biserketîye. Beþeke ji Kurdan baweriyê bi vê politikayê anîna. AKP difikire
ku ger Kurd bêne înkar kirin dê hêza siyasîya Kurdan mezin be. Ger hebûna
Kurdan were qebûl kirin Kurdên ku zêde polîtîze nebûne û zêde xwedî
hiþmendiya neteweyî nînin dê ji tevgere siyasiya Kurdan veqetin.
Bi vî avahî
tê xwestin ku Kurdên zêde xwedî hiþmendiya neteweyî nînin û xwedî
hessasiyeta dînî ne hemû bikþînin nava xwe û Kurdên din jî marjînalîze
bikin. Dixwazin ku pêvajoya çareseriyê bi vê rêbazê dirêj bikin û di vê
navberê de jî Kurd bi temamî asîmîle bibin û ji daxwazên neteweyî dûr
bikevin.
Polîtikayên AKP û
Fettulah Gulen wekhevin
Gelek kes gav
neavêtina AKP di pirsgirêka Kurd de bi temamî girêdide bi zextên artêþa
Tirk. Ev texmîn heta radeyekî raste. Lê ji helwestên faþîst û Tirçitî ya
cemmata Fettullah Gulen ku nêzî politikayên AKP ne wisa nîþan dide ku zextên
arteþa Tirk nebe jî derdorên han xwedî fikrên Tirkperest-Îslamî ne û dev ji
yek ala, yek dewlet, yek sirûd bernadin û Kurdan jî wek perçeyeke "milletê
Tirk" dibînin û mafên neteweyî ya Kurdan qebûl nakin. Li gor wan derdoran
tenê çend mafên hiquqî, însanî û takekesî ya Kurdan hatin binpêkirin. Li gor
wan Kurd bi serê xwe ne netewin, perçeyeke ji milletê Tirkiyene lê xwedî
koka cûda ne. Wisa difikirin ku ger mafên takekesî ya Kurdan were dayin dê
pirsgirêka Kurd bi temamî çareser be.
Wek tê zanîn
li bakûrê Kurdistanê Fettullahçîyan yek ji perçeya asîmîle kirina neteweya
Kurd in. Fettulahçî li bakûrê Kurdistanê bi taybetî li bajarên wek Amedê
birexistinin. Hessasîya olî ya gelê bakûrê Kurdistanê tê bi karanîn û bi
dersxane,dibistanên taybetî,mal û yurdên bo xwendekaran,bi rojname,kovar û
pirtukan ciwanên Kurd têne asîmîle kirin.
Desthilatdariya
Kurdistana azad rastiya dewleta Tirk baþ fam nekirîye
Serokwezîrê Kurdistana azad
Nêçîrvan Barzanî doh civîna çapamenîyê de derbarê AKP de wisa axifî;" Li ser
asta siyasî û desthilat û cemawer li Tirkiyeyê, piþtî ku AKP hat ser
desthilatê hatine guherînên pir mezin û çêdibe destkefteke mezin ji bo
Kurdan tê de hebin bi taybet ku behsa guherîna destûr tê kirin."
Rayedarên Kurdistana azad peyva
dosteyatiya bi dewleta Tirk re wekî beniþt dicûn û li her derê pesna AKP
didin. Bêguman hin helwestên desthilatdariya Kurdistana azad taqtik û lazim
e jî wisa me. Divê aqilene û stratejîk û li gorî rewþa konjokturel û li gorî
sîstemetîka reela ya dîplomasiya bisûd were tevgerîn. Lê aliyeke din jî heye
ku çi be bila be desthilatdariya Kurdistana azad dewleta Tirk baþ nas nake.
Dizanin ku dewleta Tirk pêþketina Kurdan naxwaze û dizanin li bakur mafên
neteweyî ya Kurdan nayê danîn û hwd..
Lê, li meseleyê bi çavekî pirr hêsan û nekûr dinêrin. Nabînin ku ev
dijminahiya dewleta Tirk koda sereke ya berdewamî ya wan e. Heta ewqas
nizanin ku dikarin piþtgiriyê bidin dibistanên Fettulahçiyan ku li
Kurdistana azad wek "Truva" ne. Desthilatdariya Kurdistana azad baþ nabîne
ku dewleta Tirk her tim li piþtî paþ ve gav avêtinê, paþ ve gav avêtinek din
dixwaze û dijminahiya dewleta Tirk bo hemû Kurdan û bo her çar perçeyê
Kurdistanê ye..
Îddaya pêþketina
aborîyê li bakurê Kurdistanê jî derew e
"Li 21 bajarên bakurê Kurdistanê feqîrî zêdetir bû. Ji ber xizaniyê hejmara esên qarta
kes hildidin gihiþte ji sedî 30'an. Koçberiya ji herêmê jî nerawestiya. Her
wiha gotina, 'GAP dê pirsgirêkê çareser bike' jî vala derket û bajarên herî
zêde koç jê çêdibe yên GAP'ê Amed û Riha ne. AKP pesnên xwe dide ku hatiniya
Tirkiyeyê 400 milyar dolar e, serê kesekê 5 hezar 500 dolar dikeve. Lê lazim
e ev hatinî çawa tê belavkirin bê aþkera kirin. Ji ber ku di nav herê man de
cudahiyek mezin heye."
Polîtîkaya AKP'ê ya dijberî gelê kurd di hemû polîtîkayên wê de derdikeve
holê. AKP her çiqas di gotinên xwe de xwe þîrîn nîþanî kurdan bide, di warê
aboriyê de polîtîkaya wê li ser esara 'bi birçîbûnê terbiye kirina kurdan'
e. Ji ber ku bi vî awayî kurdan bi xwe ve girê dide, bi dayîna hind
alîkariyên rojane jî çavên gel boyax dike. Ev polîtîkaya durû jî di dema
herî dawî de bi daxuyaniya Serokê Îdareya Çêkirina Malan a Serokwezîrtiyê
(TOKÎ) Erdogan Bayraktar derket holê. Bayraktar ku pesnên xwe bi gotina, "Me
bi çêkirina malan hemû pêwistiyên gel ên malê çareser kir" di îstatîstîkên
dayîn de bi cudakariya li hemberî Kurdan di heman demê de nîþan dide ku
pirsgirêkên gelê Kurd çareser nekirine.
AKP bo parastina
desthilatdariya xwe Kurdan firot artêþa Tirk
Di serî de piþtî daxuyaniyên Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan, Cîgirê wî Cemîl
Çîçek û tevahiya wezîr û parlementerên wan ên dijberî gelê kurd û
piþtevaniya operasyon, þer û dagirkeriya gelê kurd dike, nêrîna gel a li
hemberî AKP'ê baþtir derdikeve holê. AKP'ya berî hilbijartinê îdia dikir ku
dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike lê artêþ nahêle, bi Serokomartiya
Abdullah Gul û daxuyaniyên Erdogan û Hikûmetê derew derket. Êdî di nav gel
de þîroveya, "AKP'ê piþtî îktîdar bi dest xist ji bo parastina îktîdara xwe
kurdan xwekî malê xwe dibîne û pêþkêþî artêþê dike" tê kirin. Ev þîroveya tê
wateya ku gel bi rûyê AKP'ê yê nepenî hesiya, di pêþerojê de dê li ser
polîtîkayên dewlet û hikûmetê yên li herêmê jî bandoreke girîng bike.
Daxwaza þer a AKP'ê ya li hemberî kurdan di demên dawî de serê gelek kurdan
bi tevahî zelal kir û serê kesên dengên xwe dane AKP'ê de jî, "Gelo qey em
hatin xapandin" derdixe holê.
Di destûra AKP amade dike bo Kurdan tiþtek
tuneye
Bê guman ji holê rakirina destura
darbeya leþkerî ya sala 1980 pêngavek girîng e. Lê Kurd benderwarî vê yekê ne
ku hêç nebe beþek ji pirsgirêkên netweyî û sosyal ya netweya Kurd bê çareser
kirin ku Kurd 85 sale ku bo bidest xistina wan mafan bê navber têdokoþin û
hemberî zordestî, êrîþ ,asîmîlasyon, kuþtin, înkar kirin û zextên rejîma
Kemalîst rûbirû dimînin.
Li gor peþnumaya destûra nû ku gihêþtiye raya giþtî tu xalên girîng bo
dayina mafên bingehîn ya neteweya Kurd nîne. Destûra nû de jî behsa neteweya
duyemîn ê herî mezin ya Tirkiye yanî behsa milletê Kurd nayê kirin mafên
neteweyî ya gelê Kurd nayê dayin. Dîsa rêgeza yek netew, yek ala ,yek
dewlet, yek ziman tê parastin.
Di pêþiya gelê bakurê Kurdistanê de problem girîng, cidî û acil hene ku di
heviya çarser kirinê de ne wek pêk anîna perwerdeya bi zimanê kurdî,
pêþxistina aborîyê û ji holê rakirina bê kariyê, bi temamî serbest berdena
weþanên bi Kurdî, rakirina qedexeyên ser navên Kurd(navên gund û bajaran),
di resmîyetê de pejirandina navê "Kurd", bi kar anîna zimanê Kurdî di kamûyê
de, guherandina helwestên dewleta Tirk û civaka Tirk hember Kurdan, herî kêm
avabûna rêvebiriyeke herêmî ya Kurdan li bakurê Kurdistanê û heta çareser
kirina problemên civaka Kurd ku di nava þerê dijî Kurdan a 30-40 salên dawîn
de pêk hatine.
Hedefa
AKP
beyî dayina mafên neteweyî ya Kurdan, meseleyê ji holê rakirin e
Hikumeta AKP ku ji ber gelek sedemên cuda di serî ji qelsiya politikayên DTP
û bi helwestên xwe yên nerm li hemberî Kurdan li bakurê Kurdistanê dengên
xwe zêde kir û piþtî hilbijartinan di meseleyên wek xirabkirina Hesenkêyf,
qebul kirina perwerdeya bi Kurdî û di hin mijarên din de li dijî daxwazên
kurdan helwest vergirt. Piþtî zêde bûna dengên AKP serokê AKP Tayyip Erdogan
jî got pirsgirêka Kurd hatiye çareser kirin û pirsgirek tenê pirsgirêka
aborî ye..
Derdikeve holê ku AKP li þûna
êrîþî Kurdan bike bi entegre kirin û bi dirêj kirina pêvajoyê dixwaze
pirsgirêka Kurd ji holê rake.
Tê xwestin ku di hilbijartinên li pêþiya me de jî dengên AKP li Kurdistanê
zêde bibe û Kurd zêdetir entegreyî sîstema Tirk were kirin û li þûna çareser
kirin û pêkanîna daxwazên neteweyî û civakî ya Kurdan bi serdan û bi çend
febriqa û serdan û geran Kurd bêne xapandin.
Lê hêzên siyasî yên Kurd dikarin
vê rewþe gor berjewendiyên Kurdan bikarbînin û riya pûç kirina stratejiya
AKP ya engere kirina Kurdan bênavber anîna rojevê ya daxwaza Kurdan e û
xebat kirina bo vê yekê ye.
Ji ber wan hemû sedeman divê
tevgera rizgariya bakurê Kurdistanê plan û projeyên AKP zû bi zû baweriyê
neynin. Heta ku mafên neteweyî yên gelê bakurê Kurdistanê di serî de
perwerdeya bi zimanê kurdî, derxistina efûya giþtî û astengen ku li ber
damezrandina partî û rexistinan bi nasnameya Kurdî werin rakirin divê tu
hêzên Kurd projên AKP bawer nekin û pêþniyar û daxwazan qebûl nekin.
(çavkanî: HAWAR DENGÛBAS,
KURDISTAN-NETEW
/ ajansan )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|