|
Kesên ku ranta xwe winda dikin êrîþî gavên nû ya þaredariya Amedê dikin
20 Sermawez,
2007 weþandin:02:34:05 (GDK)
Þaredariya
Mezin ya Amedê, ji bo ku pirsgirêkên hatin û çûndina nav bajêr çareser bikin
û pêla xizmetê bilind bikin, 40 otobusên mezin bi meresîmek xistin xizmeta
xelqê. Di merasîmê de hat diyar kirin ku dê di hemû aliyên jiyanê de ji bo
jiyaneke pak û hevdem ya Gelê Amedê, hewl bidin.
Þaredariya Mezin ya Amedê, bi merasîmek, ji bo ku pirsgirêkên hatin û
çûndina nav bajêr ya xelkê çareser bikin û pêla xizmetê bilind bikin, 40
otobusên mezin xistin xizmeta xelqê Amedê.
Dê, bi van 40 otobuzên þaredariyê
û 100 jî yên þexsî, hatin û çûndina xelqê ya navbajêr hêj erzantir bibe û
hêj bêtir rêwî pêkve biçin û bên.
Di merasîmê de hat eþkerekirin ku bajarê Amed, ji ber sedemên siyasî, aborî
û civakî paþve maye û xizmeteke baþ lê nehatiyekirin lê dê ji nuha û pê ve
hewl bidin ku di hemû warî de pêþketîbe.
Baydemîr, mizgînî da xelqê Amedê
ku dê di demeke nêz de 140 otobêsên din jî bixin xizmeta xelqê.
Çend kes ber þaredariyê otobusên nû protesto kirin
Piþtî Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo otobêsên þaredariyê xizmetek
baþtir bide gel 40 otobêsên nû kirîn, komek xwedî û ajokarên Otobêsên Taybet
ên Gel bi îdîaya, 'nirxa xetên me dikeve' çalakiya portestoyî pêk anîn.
Rayedarên Þaredariyê jî diyarkirin ku nirxa xetên tu kesê kêm nabe.
Her wiha heman kesan li dijî
xebatên þaredariyê jî gel sor dikin. Wisa xuyaye ku komên ku qezencên mezin
bi dest dixin niha dê ji vê qezencê bêpar bimÎnin naxwazin li Diyarbekîrê
sÎstemeke baþ were bi cîh anîn.
Li Amedê heta niha zêdetir pergala
birin û anîna rêwiyan a bi minîbusan serdest bû. Niha Þaredarî dest bi
pergala rêwitiya bi otobusan dike. Li gor pergalê Þaredariya Bajarê Mezin
dixwaze ji 2008'an û wêdetir mînîbusên ku li Amedê kar dikin ji holê rakin û
wan jî bi awayekî bêyî mexdûr bibin bixin nava vê pergalê.
Bilêtên otobusên dê bi 90 qiruþî,
bilêtên bi buhaya erzan jî dê bi 70 qiruþî bêne firotin.
(ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|