|
D.Baykal dibêje "Kurdan bi avayekî din tune bikin" deshilatiya Kurdistana
azad jî bawerî daxûyaniyan dike
NÛÇE-ANALÎZ: HESEN DILGEÞ /
HAWAR DENGÛBAS
15 Sermawez,
2007 weþandin: 06:12:43 (GDK)
DIYARBEKÎR,
Kurdistan (HAWAR DENGÛBAS) -- Serokê Partiya Komarî ya Gel
CHP-ê Denîz Baykalpêþniyarên ji bo Kurdistana federe û Iraqê diyar kir û
raya giþtî de daxuyaniyên baykal deng veda.
Denîz Baykal diyar kir ku di þerê li hemberî terorê de qonaxeka nuh
destpêkiriye, loma jî li gor vê rewþa nuh divê . Wî got ev du sal in ew
pêþinyar ji hukumetê rê tînin ku siyaseteka millî bê avakirin, lê hukumet
guh nade wan.
Baykal got 'niha piþtgiriya ku ji bo te Denîz Baykal bal kiþand serê ku
pêþniyariyên ew tîne ne alternatîfên têkoþîna eskerî ne. Wî got 'têkoþîna
eskerî a li hemberî terorê ê bi hemû dehþet û þideta xwe berdewam bibe. Ev
tedbîrên ku ez tînim di ser tedbîrên eskerî re û li gel
wê ne, tedbirên dûr û dirêj in.'
"Em ji Iraqê gêncên Kurdan, tirkmanan, erebên þîe û sunne bînin,
perwerdeyeka baþ bidin wan. Bila werin li hemû universiteyên me bixwînin,
bibin muhendiz, aborînas, civaknas, bila di her warî de bi awayekî herî baþ
bigihîjin. Bila me nas bikin, bi kultur û civaka me re bibin nas, têkilî
kultura me bibin û bi vî awayî herin welatên xwe îdare bikin.' Deniz Baykal
got ku 'em telvizyonên kurdî, erebî û tirki bibin wir, di vê riyê re xelkê
fêrî tirkî bikin. Ji bo ku em siyaseta xwe, vîzyonên xwe, berjewendiyên xwe
bi xelkê wê derê bidin naskirin em radyo û televizyonên bi kurdî, erebî û
zimanên din ên wan biweþînin."
Baykal diyar kir
av pirsgirêkeka gelek giring e. Av ji bo welatên wek Iraq û Suriyeyê giring
e . Dicle ji bo Iraqê heyatî ye. Dicle bêkontrol e. Divê em li ser Dicleyê
bendavan ava bikin. Dicleyê têxin bin kontrolê û bi kontrol avê bidin Iraqê.
Em ê avê tu car li hember wan nekin tehdîd, ew cîranên me ne, lê em ê bi
kontrol avê bidin wan."
Kêyfa Celal Talabanî bi
wan pêþniyaran hat
Serokê komara Iraqê Celal Talebanî
pêþinyarên serokê Partîya Komarîya Gelê Turkiye Deniz Baykal baþ û pozetîv
da salixdan. Li angora daxuyannameyekê ku ji nivîsgeha serokê komara Iraqê
belav bûye, Talebanî di kongireyeka rojnamevanî de gotiye ku ew pêþinyarên
han ên Baykal dihêlin gelên Kurd û Turk nêzîkî hevdu bibin.
Talebanî got: min daxwaz ji þandeya YNK ya li Turkiye kiriye, ku biçe
baregeha partîya CHP û spasî û þanazîya me jî bigihîne wê! Pêdivêyî bîranînê
ye, ku serokê CHP Deniz Baykal daxwaz kirbû ku di weþanên kanalên
ragihandinê yên Turkiyeyî de pexþên bi zimanên Kurdî û Erebî jî hebin.
CHP berdevkê kemalîst-faþîstan û dijminê herî esasî ya Kurdan e û her wisa
jî be
Wek tê zanîn hemû partiyan Tirkan û AKP û CHP ku di tu mijaran de li hev
nakin wexta ku mijar Kurd û Kurdistan be li hev dikin.
CHP ku her çiqas partiyeke qaþo "çepgir" be jî bi politikayên xwe yên faþist
û kamlist û dijî Kurdan tên nasîn û heman demê de nûnerê veþartî ya hêzên
militarstin.
Demokratize bûna Tirkîye an jî pêþketina bîr û baweriyên dervey kemalîzm û
Tirkperestîyê an jî pêþketina Kurdan li Kurdistana azad û bi dest xistina
hin mafên biçûk li bakûrê Kurdistanê hêzên nijadperest, arteþa Tirk,dijminên
Kurdan,kemalîstên faþîst,çeteyên tarî,derdorên mîlîtarîst û hemû hêzên ku ji
berjewendîyên xwe winda dikin dixe nava livûtevgerê.
CHP û baykal her dem bi eþkeriya
dijminaya xwe hember Kurdan eþkere kirin. CHP çend meh berê nerazîbûnên xwe
yên li hemberî mijara Kerkûkê de jî diyar kiribû û li kurdan gefan xwari bûn
û daxwaza dagir kirina Kerkûkê anÎ bûn ziman.
Beriya hilbijartinên tîrmehê ya li Tirk,ye kemalîst û dijmînê Kurdan CHP û
hemû derdorên faþîst jî xwestin bi hincêta PKK û pêþketinên li Kurdistana
azad tengezarî û dijwarî derxinin holê da ku berjewendîyeke sîyasî dest
bixînin.
Partiya faþîstan û dijberên Kurdan CHP-yê di demeke pirr nêzik de 18 Kewçêr,
2007'an de derbarê opresyona ser PKK de diyar kiribûn ku :" Divê hedef ne
tenê PKK be, divê em rêveberiya Kurd a li bakurê Iraqê jî bikin hedef."
Medyaya Tirkî jî di vê navberê de bi weþanên xwe bangbêjiya þerê seranserî
li dijî Kurdan tê zêde kirin û kampanya alikarî dayina arteþa Tirk bû
kampanyaya dijî Kurdan. CHP dît ku gef û tehdît Kurdan bihêztir dike, niha
jî bi talîmata arteþa Tirk dest bi ceribandina riyeke din kirinç
Armancên gruba Denîz Baykal û dijberên Kurdan yekin û daxuyaniyên dawî jî
xizmetê wan armancan dike;
• Ji holê rakirina destkeftîyên Kurdan li bakûrê Kurdistanê û carekî din
bilindi kirna nijadperestîya Tirkî ne.
• Rûxanidina Dewleta Federe ya Kurdistanê ye û pêþî lê girtina pêþketinên li
rojhilatê Kurdistanê ye
• Xera kirina aramîya li bakûrê Kurdistanê ye.
• Pasîfîze kirina Kurdan di her waran de
• Ger nikaribin Dewleta Federe ya Kurdistanê hilweþînin CHP dixwaze ku bi
weþanên Kurdî û bi vergirtina xwendekaran ji baþurê kurdistanê û bi daxîl
bûna aborî ku gelê baþurê kurdistanê li dijî hikumeta Kurdistanê sor bikin û
alozîya navxweyî derxînin û dewleta Tirk di çavê kurdan de mezin nîþan bidin
û Kurdan bigrin bin bandora xwe û di warê dîplaomatîk û siyasî de jî ser
Kurdistana azad bi bandor bin.
Faþîstên Tirk bi vergirtina xwendekarên Kurd ji baþûrê Kurdistanê tê xwestin
ku ji wan Kurdan bo rejîma dewleta Tirk kadroyên ku di dahatûyê de bikaribin
li gor berjewendiyên xwe bikarbînin pêkbînin.
Desthilatdariya Kurdistana azad li þûna ku çepikan li CHP lêxe divê di warên
dîplomatîk, aborî û leþkerî de xwe pêþbixin û bi dewletan re têkîliyên baþ
pêk bînin û rê nedin ku dijberên Kurdan bi lîstikên veþartî Kurdan pasîfîze
bikin
Divê deshilatdariya Kurdistanê êdî dev ji siyaseta "Ew bi hêzin û em ji wana
re mînnettarin" berde û dest bi siyaseta "Wekhev û Xwebawer û Stratejîk û Li
gor berjewendiyên Netweyî ya dema dirêj" bikin.
Kurd
tenê dikarin bi bihêz bûnê ji êrîþan rizgar bibin
Tirk her tim li pêy têkdana Dewleta Federe ya Kurdistanêye. Tirkîye wek 15
salên dawî dixwaze Dewleta Federe ya Kurdistanê-baþûr têk bibe.Ji bo
pêkanîna vê armancê jî bi taybetî arteþa Tirk û hêzên tarî li pêy planên
qirêj de ne û wek berê jî lîstikên klasîk amade dikin û bi hinceta PKK û
“teror”ê dixwazin êrîþî Kurdistana Azad bikin.
Bo pêk anîna vê armancê jî bi taybetî arteþa Tirk û hêzên tarî li pêy planên
qirêj de ne. Dewleta Tirk bi her avahî dijminê neteweya Kurd e û divê Kurd
hêzên xwe bikin yek û rêveberî û dezgehên xwe xurtir bikin û di her warê de
çalak bin û planên Tirkan vala derxînin.
Bi pêþketina hiþmendîya neteweyî ya Kurdan taybetî hêzên nijadperest ,arteþa
Tirk,dijminên Kurdan, kemalîstên faþîtst, çeteyên tarî,derdorên mîlîtarîst û
hemû hêzên ku ji berjewendîyên xwe winda dikin û dijî pêþketina milletê
Kurdin dixe nava tirsê.Heta ku mesleya Kurd û Kurdistanê di her perçeyê
Kurdistanê de neye çarser kirin wê dagirkerên Kurdistanê her tim tehdît û
êrîþên xwe ji axa azad ya Kurdan kêm nekin. Ji ber ku ne mimkune ku beþa
azad çavê xwe ji beþên din bigre û alîkarî neke. tiþteke wisa bo milletekê
ne mimkun e û ne raste jî. Heta azadiya her 4 perçeyê Kurdistanê di
çerçoveyeke de be jî neçarin kurd alikariya hevdû bikin jixwe esasê netew
bûn eve.
Divê rêvebirya Kurdistana azad vê rewþê berçavan bigre û tedbîrên vê yekê di
demeke zû de pêk bîne. Heta niha nekirin divê êdî dest bi xebatê bikin. Di
serî de çareserîyêk mesleya deriyê Xabûrê bê dîtin ku êdî Tirk nikaribin
tehdîtan bikin. Her wiha ji mesleyên kêm kirina elektrika baþûrê Kurdistanê
û asteng kirina seferên balafirên ji Kurdistana azad jî divê hikumeta
Kurdistanê alternatîfan peyda bike. (HAWAR DENGÛBAS
/ Puk media, pna, ajansan )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|