|
Dewleta Tirk nizane çi bike; 8 leþker hatin girtin
12 Sermawez,
2007 weþandin:23:32:22 (GDK)
Mirov
li welatekî weke li Tirkiyeyê be, her tiþt mimkûn e. Pêkanînên dermirovahî
wekî tiþtekî normal tên dîtin. Ne rewþenbîrên vî welatî û ne jî gel dengê
xwe dernaxe. Dewleta Tirkiyeyê 8 leþkerên wê ku ji aliyê PKK’ê ve dîl hatin
girtin, ew avêtin girtîgehê. Ji bilî li Tirkiyeyê li tu cihekî cîhanê
sosreteke wiha nayê dîtin û bihîstin.
8 leþkerên piþtî þerê li herêma Oremara Gevera Colemêrgê ji hêla gerîlayên
PKK'ê ve di 21 kewçêrê de dîl hatibûn girtin û piþtre ji hêla PKK'ê ve di
4'ê sermawezê de serbest hatibûn berdan, ji hêla Dadgeha Leþkerî ya Wanê bi
boneya, 'Bêîtîatiya emir' û 'Bêpasaport derbasbûna sînor' hatin girtin.
Leþkerên hatin girtin þandin Girtîgeha Wanê ya Leþkerî. Leþkerên dîl xwestin
wan wekî sîxur nîþan bidin, ev yek pêk nehat vê carê wezîrên Hikûmeta AKP’ê
tiþtên di dilê wan de derbas dibe veriþiyan. Her wiha Artêþa Tirk jî xwedî
li leþkerê xwe derneket û wekî hikûmetê nêzîkê leþkeran bûn. Bi vê yekê re
helwesta dewletê li hemberî jiyana mirovan bi awayekî fermî derket holê.
Roja 21’ê kewçêrê Tabûra Komando ya Oremarê hewl dan ku bikevin baþûrê
Kurdistanê. Gerîlayên PKK’ê li hemberî vê helwesta leþkeran berxwedaneke
mezin nîþan da û di navbera gerîlayên PKK’ê û leþkeran de pevçûneke dijwar
qewimî. Di encama pevçûnê de 36 leþker hatin kuþtin, 16 leþker birîndar bûn
û 8 leþker jî ji hêla gerîlayan ve dîl hatin girtin. Artêþa Tirk dîlgirtina
leþkerên xwe tu caran qebûl nekir û bi gotina ‘Têkiliya me bi 8 leþkerên me
qut bûye’ nêzîkatiya xwe li hemberî leþkeran roja yekemîn nîþan da. Her wiha
li þûna leþkerên xwe rizgar bike û bi PKK’ê re têkevin têkiliyê, operasyonên
berfireh li dar xistin û bi þev û roj herêm bombebaran kirin. Bi vê yekê
xwestin ku 8 leþkerên xwe bikujin. Piþtî ku bi vê helwesta xwe bi ser
neketin, vê carê tawanbariya ‘Di nava leþkeran de sîxurê PKK’ê hene’ anîn
rojevê û bi vî awayî xwestin leþkeran sûcdar bikin. Ne dewlet û ne jî Artêþa
Tirk tu caran dîlgirtina leþkeran qebûl nekir û xwedî li leþkerên xwe
derneket. Her çiqas dewlet û artêþ li leþkerên xwe xwedî derneket jî,
malbatên leþkeran ji bo rizgarkirina zarokên xwe ketin nava liv û tevgerê.
Malbatên leþkeran berî serbest bên berdan serî li Komîsyona Mafên Mirovan a
TBMM'yê dabûn û xwestibûn ku ji bo serbestberdana zarokên wan bikevin nav
hewldanê. Lê Serokê Komîsyona TBMM'yê Zafer Uskul ê AKP'î jî bersiva, 'Em
nikarin biçin li çiyan li zarokên we bigerin' dabû. Ev gotina Uskul rastî
nerazîbûna civakê hat.
LEÞKER HATIN GIRTIN
Leþkerên dîl demeke dirêj rojeva Tirkiyeyê û ya cîhanê mijûl kir, di 4'ê
sermawezê de li ser hewldanên gelek hêzên navneteweyî serbest hatin berdan.
Leþker ji hêla Parlamenterên DTP'ê Osman Ozçelîk, Fatma Kurtulan, Aysel
Tugluk, Wezîrê Karên Hundirîn ê Herêma Federal a Kurdistanê Haci Mahmud
Osman û Serokê Saziya Xweþbîniya Navneteweyî Kerîm Sîncarî ve teslîm hatibûn
girtin. Leþkerên li Herêma Kurdistanê teslîmî hêzên DYA'yê kirin bi
balafireke ji Tirkiyeyê çûyî ya leþkerî pêþiyê anîn Amedê û piþtre birin
Enqereyê. Piþtî pirsiyarkirinê leþker þandibûn cihê yekîneya leþkerî ya
Colemêrgê. Piþtî pirsiyarkirina dozgeriya leþkerî, leþker sewqî Dadgeha
Leþkerî ya Wanê hatin kirin. Piþtî îfadehildana wan Dadgeha Leþkerî ya Wanê
bi boneya, ‘Bêpasaport sînor derbas bûne' û 'Bêîtaatiya emir' hatin girtin.
Leþkerên girtî þandin Girtîgeha Leþkerî ya Wanê.
BERDEWAMA LÎNCÊ YE
Dema ku mirov li sedema girtina leþkeran dinêre, wekî parçeyekî berdewama
kampanyaya lîncê ku li hemberî leþkeran û heyeta DTP’ê hate destpêkirin xuya
dike. Sedema girtina leþkeran yek jê ‘Bêîtîatiya emir’ bû. Gelo di emira
leþkeriyê de ‘xwe bikujin’ heye. Li gorî sedema girtina wan ‘Çima xwe
nekuþtin’ tê hiþê mirovan. Her wiha sedema duyem jî, ji ber ku ‘Bêpasaport
sînor derbas bûne' hatine girtin. Li gorî qanûna xala 34’an ‘kesên ku bê
pasaport têkevin Tirkiyeyê ji 250 lîre heta hezar û 250 lîre cezayê pereyan
tê birîn. Her wiha ji mehekê heta 6 mehan cezayê girtinê jî tê birîn. Ev her
du ceza bi hev re jî dikarin bê dayîn’.
DEWLET TÊK ÇÛ
Wezîrê Dadê Mehmet Alî Þahîn bi gotina, "Ez bi berdana wan kêfxweþ nebûm,
xwezî cenazeyên wan bihatina" nerazîbûna xwe ya li hemberî serbestberdana
leþkeran nîþan dabû. Her wiha Wezîrê Dadê yê berê û Cîgirê Serokwezîr Cemîl
Çîçek jî bi gotinên nêzîk ên Þahîn helwesta hikûmetê ya li hemberî
serbestberdana leþkeran nîþan dabû. Endamên SGD’ê li hemberî gotinên Þahîn
bi 8 tabûtan çalakî li dar xistin û nerazîbûna xwe nîþan da.
Parlamenterê DTP’ê Osman Ozçelîk ku di nava heyeta leþkerên esîr hatine
girtin teslîm bikin de cih girt got ku li hemberî pêla þovenîst û
nijadperestiyê her 8 leþker bi awayekî saxlem hatine Tirkiyeyê û wiha got:
“Li gorî nijadperestên tirk bi taybetî jî li gorî Wezîrê Dadê M. Alî Þahîn,
divê ev leþker teslîm nebûna û bihatana kuþtin. Lê îro qet nebe dijîn û
derfetê malbata wan ku zarokên xwe bibînin heye. Ev yek ji bo leþkeran
bextewariyek e. Lê di heman demê de ji bo dewletekê, komediyek e. Ji ber ku
dewletê ew wekî dîl qebûl nekirine, konvansiyona Cenevreyê ya Þer jî nas
nake. Lê helwesta Amerîkayê ya teslîmgirtina wan ji destê heyeta leþker anîn
bi awayekî zimnî tê wateya aliyekî þer ji bo PKK’ê. Divê dewletê jî ev yek
li ber çavan bigirta û ew wekî dîl qebûl bikirana.”
Bila niha Þahîn kêfxweþ bibe
Bavê leþkerê bi navê Îlhamî Demîr Rabîî Demîr li hemberî girtina kurê xwe û
gotinên Wezîrê Dadê M. Alî Þahîn nerazîbûn nîþan da û wiha got: “Wezîrê Dadê
ji ber xilasbûna kurê me kêfxweþ nebûbû. Bila niha ji bo girtina wan kêfxweþ
bibe. Ji ber girtina wan em xemgîn bûn. Berî ku bên girtin ez bi riya
telefonê bi kurê xwe re axivîm. Kurê min di telefonê de pir neaxivî û bi
tenê got ku rewþa me baþ e. Niha jî bi hinceta ‘Bêîtîatiya emir’ hatine
girtin. Piþtî ku bi parêzerê xwe re biaxivin, em ê pêvajoya hiqûqî bidin
destpêkirin. Niha her 8 leþker hatin girtin.”
(Dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|