|
Li Diyarbekîrê Kurd ji êrîþkariya dewleta Tirk þermezar kirin
12 Sermawez,
2007 weþandin:11:24:42 (GDK)
AMED,
bakurê Kurdistan -- Li bakurê Kurdistanê, Partiya Maf û Azadiyan
(HAKPAR) û Partiya Tevkariya Demokratîk (KADEP), li Meydana Stasyonê ya
Amedê, li dijî nijadperestî, dagirkerî û operasyona dersînor mitîngeke
hevpar li dar xist.
Komeleya Çira, Ehmedê Xanî,
Þoreþgerên Demokratîk û gelek sazî û dezgehên sivîl jî piþtgirî dan mitîngê.
Gelek kurd jî beþdarî mitîngê bûn û li hemberî helwesta Artêþa Tirk a li
hemberî kurdan nerazîbûn nîþan dan...
Axaftina vekirinê ji aliyê Gazî Dar ve hate kirin. Piþtre Serokê Giþtî yê
HAKPAR’ê Sertaç Bucak ji beþdaran re axaftinek kir. Bucak bal kiþand 84 sal
li hemberî kurdan polîtîkaya þîdet û jiholêrakirin hatiye meþandin û vê
polîtîkayê îflas kiriye.
Bucak, di axaftina xwe de de bi
bîr xist ji ber ku kurdan dewa mafên xwe yên bingehîn kirine rastî komkujiyê
hatine û wiha got: “Di encama polîtîkaya dewletê de, bi hezaran gundên
kurdan hatin þewitandin, bi hezaran kurd bi awayek kiryar nediyar hetin
qetilkirin û bi hezaran kurd hatin zindankirin. Divê dewlet dev ji
polîtîkayên nijadperestî û faþîzane berde û mafên kurdan ên bingehîn bide.
Divê gundên hatine valakirin ji nû ve bên avakirin, kujerên ku kurd qetil
kirine bêne cezakirin û sîstema cerdevaniyê bê rakirin.”
Sertaç Bucak da zanîn ku Tirkiye bi bahaneya PKK’ê hewl dide ku destkeftiyên
baþûrê Kurdistanê ji holê rake û wiha berdewam kir: “Ez li vir bang li PKK’ê
dikim; ji destê dewleta tirk û statûkoparêzan vê bahaneyê derxînin û çekan
bêdeng bikin.
Bila dewlet jî mafên herî bingehîn
ên kurdan nas bike û gavên demokratîk bavêje. Bila dewlet ziman û nasnameya
kurdan binase û mafên xweîfadekirina azad bide gelê kurd.”
‘Çareserî
federasyon e’
Serokê HAKPAR’ê Seraç Bucak, bal kiþand gelek welatên mîna Belçîka û Îspanya
bi otonomî û federasyonê pirsgirêka xwe çareser kirine û ji bo çareserkirina
pirsgirêka kurd a bi riyên aþtiyane, diyalog û demokrasiyê modela federatîf
pêþniyar kir. Bucak, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li cîhanê ji bo
pirsgirêkên bi vî rengî riya herî modern û nûjen çareseriya federatîf e. Em
di wê baweriyê de ne ku federasyon mîsogeriya yeketiya kurdan a bi Tirkiyeyê
re. Federasyon Tirkiyeyê parçe nake, berovajî vê yekê dê bibe mîsogeriya
yekparebûna Tirkiyeyê.”
‘Mafê tirkmenan çi be bila yên kurdan jî ew be’
Sertaç Bucak bi bîr xist ku li Herêma Federal a Kurdistanê sûryanî, keldanî
û tirkmen bi her awayî azad in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tirkmen bi
awayekî azad û serbest dikarin bi zimanê xwe perwerdehî bibînin. Medyaya
tirkmenan serbest e û heta dawiyê xwe birêxistin dikin.
Dikarin bi zimanê xwe di nava
sîstema federatîf de xwedî li mafên xwe derkevin. Mafê wan di Qanûna
Bingehîn a Federatîf de hatiye mîsogerkirin. Divê Tirkiye ji bo tirkmenan çi
dixwaze, heman mafî li vir bide kurdan. Yanî bihêle ku kurd bi ziman û
nasnameya xwe, hebûna xwe bi rê ve bibin.”
Piþtre
Cîgirê Serokê KADEP’ê Ahmet Acar axivî û ji dewletê xwest ku pêþî li pêlên
nijadperestiyê ku li hemberî kurdan dimeþînin bigre.
Di mitîngê de peyama Abdulmelîk Firat jî hate xwendin. Kesên ku beþdarî
mitîngê bûn, alên HAKPAR û KADEP’ê rakirin. Her wiha dirûþmên “Bijî yekitiya
kurdan”, “Kurdistan dê ji faþîzmê re bibe goristan”, “Bijî azadî û bimre
koletî” berz kirin. Di dawiya axaftinê de kesek bi navê Ahmedê Kurdî
helbestek xwend. Mitîng bê bûyer bi dawî bû.
(Maþallah Dekak)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|