|
Li Amedê roja yekþemê Kurd careke din li dijî êrîþkariyê tên cem hev
09 Sermawez,
2007
weþandin:16:46:21 (GDK)
AMED, bakûrê
Kurdistanê (HAWAR DENGÛBAS) -- Li dijî êrîþkariya dewleta Tirk bi destê AKP û arteþa Tirk
gelê Kurdistanê bi rojane ser piyan in bi meþ û çalakiyan dewleta
faþîst ya Tirk þermezar dikin. Kurdên Ewrûpaçalakiyên dijî
dewleta Tirk li dar dixin. Li dilê bakurê Kurdistanê Kurdistanê jî roja
yekþemê piþtî mîtînga Partiya Maf û Azadiya- HAK-PARê û Partiya Demokratîka
Beþdar- KADEPê bo cara duyemîn bi mîtînga DTP Kurd li dijî êrîþkariya dewleta Tirk
dîsa dengên xwe bilind bikin.
Serokê
Rêxistina DTP'ê ya Amedê Hîlmî Aydogdu, xwest ku hemû kes beþdarî mitîngê
bibin û li hemberî kampanyaya lînckirinê ya li dijî Kurdan û DTP'ê
nerazîbûnên xwe bînin ziman.
Berî mitîga ku tê hêvîkirin bi beþdariyek mezin û coþ derbes bibe, nêzî 300
hezar belavokên destan ên banga beþdariya mitîngê dikin, hatin belavkirin.
Di mitîga ku dê bi peyamên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk û
aþtiyane were lidarxistin de, wê Koma Azad ku dibin banê Navenda Çanda Dîcle
Firat (DFKM) de xebatên xwe dimeþîne, konserê bide. Parlementer û þaredarên
DTP'î û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî dê beþdarî mitîngê bibin.
Xebatên ji bo amadekariyên mitîngê yên ku bi pêþengtiya Rêxistina DTP'ê ya
Amedê têne kirin, hefteyekê beriya niha hatin destpêkirin. Berî mitîgê, li
avahiya Rêxistina DTP'ê ya Bajêr, bi tevlîbûna rêveberên rêxistina bajêr,
navçe û rêxistinên sivîl ên civakî, civînek hate lidarxistin û bernameya
mitîgê û xebatên wê bêne meþandin hatin diyarkirin. Tê hedefkirin ku heta
roja mitîngê hemû amedî bêne agahdarkirin. Wê hemû rêxistinên DTP'ê yên
navçe û bajarokan jî bi þiklekî girseyê beþdarî mitîgê bibin.
Aydogdu,
derbirî ku li ser Kurdan zextên zêde ya psîkolojîk û þerekî navê wî nehatiye
danîn mijara gotinêye. Aydogdu, daxuyand ku wê bi mitîngê raya giþtî ya
navnetewî agahdar bikin û dê banga aqlê selîm bikin. Aydogdu, da zanîn ku
pêwîste gelê Amedê bi awayekî girseyî hêzê bide mitîgê û wiha dirêjî da
axaftina xwe: "Pêwîste gelê Amedê li hemberî operasyonên têne meþandin û
kampanyaya lînçkirinê piþtgiriyek mezin bide mitîgê. Ji bo ku gelê me
nerazîbûnên xwe bide nîþandan, ev mitîg gelekî girîng e. Kesên ku rayên xwe
nedabin DTP'ê jî, ji bo piþtgiriya rewþa aþtiyê û demokrasiyê divê
piþtgiriyê bidin mitîngê."
Mîtîng dê roja yekþemê qada
Îstasyonê pêk were. Wisa tê hêvî kirin ku bi sedhezaran kes tevlî mîtîngê
bin.
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|