|
Ji bakurê Kurdistanê bangek girîng bo AKP; "Zemîna bo qedandina þer amade
bike"
09 Sermawez,
2007 weþandin:00:12:43 (GDK)
AMED,
bakûrê Kurdistanê (HAWAR DENGÛBAS) -- Li aliyekî hewldanên
dewleta Tirk bo êrîþ kirina ser kurdistana azad û li Tirkîye êrîþên ser gelê
Kurd didomin li aliyekî din de jî rexistinên li bakurê kurdistanê jî dijî
helwesta AKP û dewleta Tirk ketin tevgerê.
Platforma Demokrasiyê ya Amedê bi
beþdariya gelek rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, rewþenbîr û
niviskaran bi armanca çareseriya pirsgirêka kurd a bi riyên demokratîk bi
navê, 'Çareseriya Pirsgireka Kurd û Demokratikbûyinê' deklerasyoneke weþand.
Di deklerasyonê de hate xwestin ku
tezkere paþve bê kiþandin.
Wek tê zanîn dewleta Tirk bi bahaneya
PKK bo dagirkirina Kurdistana azad û xêra kirina destkeftiyên Kurdistana
azad bi destê hikumeta AKP tezkere derxist.
Hikumeta AKP'ê lazim e ji bo PKK çekan danê gavên ber bi çav bavêje
Bi qasî 252 partiyên siyasî yên
Kurd, komele û saziyên sivîl, komeleyên mafên mirovan, ode û sendîqeyên
karker û kedkaran yên wek HAK-PAR, KADEP, DTP, EMEP, TEVKURD, ÝHD, Komeleya
ÇIRA, Platforma Demokrasiyê ya Amedê, Baroyên Parêzeran û hwd yên 22 bajarên
herêma Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeþ bala rayedarên dewletê,
hikumetê û raya giþtî kiþandin li ser bûyer û rûdanên li Tirkiyê yên van
demên dawî.
Di daxuyaniyê de hat
destnîþankirin ku pirsgirêka herî bingehîn ya Tirkiyê, pirsgirêka Kurd e û
divê bi lezgînî bê çareserkirin.
Herweha, di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku divê ji bo çareserkirina
pirsgirêka Kurd bi þêweyeke demokratîk, rayedarên dewletê dev ji polîtîka
xwe ye red û înkarê berdin û rê li ber pêvajoya gengeþiyên demokratîk
vebikin û di vî derbarî de pêngavên erênî û berbiçav bavêjin.
Herweha, bal hatiye kiþandin li ser pirsgirêka PKKê û weha hatiye gotin;
“Divê Hikumet ji bo devjêberdana çekan ya PKKê, rewþek azad û demokratîk
amade bike û di derbarê siyasî, civakî û huqûqî de tarîxek diyar bike.
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal
hatiye kiþandin li ser bilindbûna pêla nijadperestiyê ya li seranserê
Tirkiyê û weha hatiye gotin; “Bilindbûna pêla êriþên nijadperestiyê ya li
seranserê Tirkiyê ku li dijî Kurdan tê bikaranîn, ber bi xeteriyek mezin ve
diherike û me xistiye nav fikareyek mezin. Ev pêla nijadperestiyê, rê li ber
dijminatiya navbera gelan vedike.”
Di dawiya daxuyaniyê de bal hatiye kiþandin li ser operasyona leþkerî ya li
devreyê sînor û weha hatiye gotin; “Operasyoneke leþkerî ya li devreyê sînor
ya li dijî Herêma Kurdistanê, wê rê li ber felaketeke mezin vebike. Ji ber
vê yekê jî, divê dev ji operasoyeneke weha bê berdan û tezkere bê
betalkirin. Divê dewleta Tirk bi desthilatdariya Herêma Kurdistanê re di
çarçoveya huqûqa cîrantiyê de diyalog û pêwendiyên dîplomatîk û dostane pêk
bîne.”
Li ser navê Platformê Alî Oncu
deklerasyon aþkera kir û balkiþand ser gengaþiyên demên dawî li ser
derxistina tezkereya operasyona dersînorî. Oncu da zanîn ku ji bo çareserîyê
divê zemîna danîna çekan ji bo PKK'ê bê amadekirin û wiha axivî: "Ji bo
çareserîyê divê pirdgirêk di çarçoveyek dirokî û civakî de bên nirxandin.
Hukumeta AKP'ê lazim e ji bo PKK çekan danê gavên ber bi çav bavêje."
Oncu xalên deklarasyonê wiha rêzkirin:
*Lazim e pirsgirêka kurd bi aliyên aborî, çandî, siyasî di çarçoveyek dîrokî
û civakî de bê nirxandin û zemîna nîqaþên têkildarî çareseriyê bê avakirin.
*Pêwiste hikûmet ji bo PKK çekan danê derfetan afirîne û zemîn amade bike.
AKP Kurdan xepand û kete riya artela Tirk û riyên tune kirina Kurdan digere
Tê zanîn ku arteþa Tirk heta niha
bo tirsandina çavê Kurdan dixwest ku parelemena Tirk tezkere derbixîne lê
AKP qeyîlî vî tiþtî nedibû. Niha derketiye holê ku hikumet û arteþa Tirk li
hev kirin û bo derxistina tezkere dest bi amadekariyan hate kirin.
Hikumeta AKP ku heta niha bi helwestên xwe yên nerm li hemberî Kurdan li
bakurê Kurdistanê ji hikumetaên berê ya dewleta Tirk cûda xuya dikir û êdî
AKP jî ser riya politikayên kevn diçe.Piþtî zêde bûna dengên AKP serokê AKP
Tayyip Erdogan jî got pirsgirêka Kurd hatiye çareser kirin û pirsgirek tenê
pirsgirêka aborî ye. (HAWAR DENGÛBAS
/ ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|