|
Di mitînga DTP-ê ya Batmanê de polîs êrîþî gel kir
18 Sermawez,
2007
weþandin:23:32:01 (GDK)
BATMAN, bakûrê
Kurdistanê -- Mitînga DTP ya li Elihê (Batman) pêk hatî zêdetirî 20
hezar êlihî tevli mitîngê bûn. Mitînga bi þîara ‘Aþtî, damokrasî û azadî’ bi
pêþengiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) pêk hatî, piþtî belavbûna girseyê
ji aliyê polîsan ve hate sabotekirin. Polîsan êrîþî girseya ji qada mitîngê
belav dibû kir û gelek kes birîndar kirin û hejmareke zêde welatî hatin
binçavkirin.
Mitîng li Qada Mîhrîcanê bi beþdariya bi hezaran kesî dest pê kir.
Parlamentera berê ya DEP'ê Leyla Zana, Endama Meclîsa Partiyê (PM) Selma
Tanrikulu, parlamenterên DTP'ê yên Êlihê Ayla Akad û Bengî Yildiz, Þaredarê
Êlihê Huseyîn Kalkan, þaredarên navçeyan, rêveberên DTP'ê û nûnerên
rêxistinên civakî yên sivîl jî beþdarî mitîngê bûn. Jinên ku cilên herêmî li
xwe kiribûn, bi flamayên kesk, sor û zer daketin qada mitîngê.
Polîs dîsa êrîþ kir
Piþtî dawîbûna mitîngê, nêzî 2 hezar ciwanan xwest ku bimeþin. Lê piþtî ku
nêzî 10 metreyan meþiyan, polîsan bi panzeran mudaxele kir. Polîsan bi cop û
daran li ciwanan xist û gelek kes jî binçav kirin.
Parlementera berê ya DEP'ê Leyla Zana di mitîngê de xitabî gel kir û wiha
got: "Çi li Rojhilat û çi li Rojava, çi li Baþûr û çi li Bakur kê kevir
danîbe ser kevirekê ev ji bo me kurdan rûmet e. Dixwazin me bitirsînin.
Banga min ji bo we ew e ku bibin yek. Gelek rojname û televizyonên wan hene.
Bila bibin dengê biratiyê. Bila tovê dijminahiyê neçînin. Kî çi dibêje bila
bêje, heke em yekitiya xwe çêbikin, em ê dengê xwe bigihînin hemû cîhanê.
Divê her kes li nasnameya xwe xwedî derkeve. Dixwazin me bikiþînin nava
xiyanetê. Em ê xiyanetê nekin."
Piþtî axaftina Zana, parlementerên Êlihê Bengî Yildiz û Ayla Akad Ata jî
axivîn û li dijî doza girtinê ya li DTP'ê hatiye vekirin nerazîbûn nîþan
dan. (dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|