|
Mînakên durûtiya AKP'ê li hemberî Kurdan
02 Sermawez,
2007 weþandin:21:23:01 (GDK)
AMED,
bakurê Kurdistanê - Rûyê Hikûmeta AKP'ê ku bi gotina, 'Min alîkariyeke
mezin daye herêmê' gelê kurd dixapîne bi polîtîkaya wê ya qirêj her roj
baþtir derdikeve holê. Di nav 44 bajarên Serokwezîrtî di bin navê TOKÎ'yê de
avahiyan çê dike de, tenê 6'ê wan li herêmê ne. Her wiha hejmara avahiyan de
jî Amed ku nifûsa wê qat bi qat zêdeyî Osmaniyeyê ye nêzîk hev in.
Her wiha AKP'ê 6 meh berî niha jî di Zagona Der Barê Rêveberiyên Herêmî de
hind guherîn kirin û xapandina xwe ya li hemberî kurdan baþtir kiþf kir. Li
gorî vê zagonê çavkaniyên li hemû bajarên Tirkiyeyê diviya li heman bajarî
bihatana bikaranîn. Lê çavkaniyên bajarên herêmê ji ber ku kurd dê faydeyê
jê bigirin li cihên din tên bikaranîn. Ev pêkanînên AKP'ê polîtîkaya wê ya
bi gotina, 'Me gelek razemenî li herêmê kiriye' bi awaye zelal deþîfre dike.
Rûyê AKP'ê yê qirêj bi polîtîkayên dijberî gelê kurd pêk tîne her roj
zêdetir derdikeve holê. AKP'a ku siyaseta bi salan e ji hêla dewletê ve tê
meþandin, didomîne ya wekî, "Li herêmê pirsgirêka kurd tune ye, pirsgirêka
aboriyê heye, bi zêdebûna razemeniya li herêmê dê pirsgirêk çareser bibe" di
rastiya xwe de jî berovajî vê yekê tevdigere. Di pêkanînên AKP'ê yên li
herêmê tenê rojane ne û ji bo pêþerojê heta niha tu fabrîqe, cihên kar,
tesîs û saziyek din çênekiriye. Lê di du mînakên demên dawî derketin holê
polîtîkaya AKP'ê ya xapandinê di pratîkê de li ber çavan radixe û gotinên wê
derew derdixe. AKP ku 6 meh berî niha di Zagona Der barê Rêveberiyên Herêmî
de hind guherîn kirin, xapandina xwe ya li hemberî kurdan baþtir kiþf kir.
Li gorî vê zagonê çavkaniyên li hemû bajarên Tirkiyeyê diviya li heman
bajarî bihatana bikaranîn lê çavkaniyên bajarên herêmê ji ber ku kurd dê
faydeyê jê bigirin li cihên din derxisin nayên bikar anîn. Ev rûyê qirêj yê
AKP'ê gotina wê ya wekî, 'Min gelek razemenî li herêmê kiriye' jî deþîfre
dike.
'RAZEMENÎ NE AÞKERA NE'
Hikûmeta AKP ku her bi gotina 'Me 5.5 milyar dolar li herêmê xerc kir'
pesnên xwe dide, rastî pirsên saziyên sivîl, akademîsiyen, rêveberiyên
herêmî û gel ên wekî, 'Te bi vê razemeniyê ji herêmê re çi kir' tê. Ji ber
ku AKP'ê li herêmê razemeniyek kir lê tevahiya razemeniyê ji kesên
dewletmend ên alîgirên wê xistin qaseya xwe. AKP'ê di bin navê alîkariya
herêmê hind kesên nêzîk xwe yên dewlemend, dewlementir kirin. Her wiha
Îtîsatvan û Hîndekarê Zanîngeha Rojhilata Navîn (OTUY) Mustafa Sonmez ku bi
navê, 'Xizanbûna Rojhilat û Baþûrêrojhilat: Aþtî' raporek amade kiribû,
belgeyek rûyê AKP'ê yê rast derdixe holê ye. Di raporê de Sonmez di encama
lêkolînên kirî de digihe van encaman:
'KURD FEQÎRTIR BÛNE'
"Li 21 bajarên herêmê feqîrî zêdetir bû. Ji ber xizaniyê hejmara esên qarta
kes hildidin gihiþte ji sedî 30'an. Koçberiya ji herêmê jî nerawestiya. Her
wiha gotina, 'GAP dê pirsgirêkê çareser bike' jî vala derket û bajarên herî
zêde koç jê çêdibe yên GAP'ê Amed û Riha ne. AKP pesnên xwe dide ku hatiniya
Tirkiyeyê 400 milyar dolar e, serê kesekê 5 hezar 500 dolar dikeve. Lê lazim
e ev hatinî çawa tê belavkirin bê aþkera kirin. Ji ber ku di nav herê man de
cudahiyek mezin heye."
'TEÞWÎQ BO HERÊMÊ KÊM E '
Di raporê de tê destnîþankirin ku herêm li gorî herêmê din ên Tirkiyeyê di
navbera salên 2002-2006'an de cihê herî kêm teþfîqê girtiye ye û ev xal cih
digirin: "Di navbera van salan de ji teþfîqan ji sedî 39 Marmarayê, ji sedî
14 Anatoliya Navîn, ji sedî 12 Egeyê, paþtê ji sedî 9 Rojhilat û
Rojhilatêbaþûr (Herêm) ku ji sedî 18 nivîsa Tirkiyeyê lê ye, fayde girtiye.
Ji sedî 9'ê teþfîqên ji bo herêmê hatine kirin jî ji sedî niviya wê tenê ji
Dîlokê hatiye kirin. Ji sedî 4,5'ê teþfîqan jî li 21 bajarên herêmê hate
belavkirin. Ji ber nedayîna piþgiriya çandiniyê, þerê li herêmê nehiþt
koçberî rawest e."
Her wiha li gorî lekolîna Teþkîlana Plansaziya Dewletê (TPD) jî li gorî
lêkolîna kirî ji 21 bajarên herêmê 17'yê wan di warê pêþketinê di ji 81
bajaran di nav 20 bajarên dawiyê de cih girtin. Her wiha li gorî daneyên
TPD'ê di dema AKP'ê de rewþa betaliyê jî li gorî berê zêdetir bû. Li gorî
TPD'ê berê dema AKP'ê betalî li herêmê ji sedî 12.6'an derket ji sedî
14.5'an û ev hejmar jî du qatê hemû herêmên din ên dirkiyeyê ye.
POLÎTÎKAYA SEXTEKARIYÊ
Polîtîkaya AKP'ê ya dijberî gelê kurd di hemû polîtîkayên wê de derdikeve
holê. AKP her çiqas di gotinên xwe de xwe þîrîn nîþanî kurdan bide, di warê
aboriyê de polîtîkaya wê li ser esara 'bi birçîbûnê terbiye kirina kurdan'
e. Ji ber ku bi vî awayî kurdan bi xwe ve girê dide, bi dayîna hind
alîkariyên rojane jî çavên gel boyax dike. Ev polîtîkaya durû jî di dema
herî dawî de bi daxuyaniya Serokê Îdareya Çêkirina Malan a Serokwezîrtiyê
(TOKÎ) Erdogan Bayraktar derket holê. Bayraktar ku pesnên xwe bi gotina, "Me
bi çêkirina malan hemû pêwistiyên gel ên malê çareser kir" di îstatîstîkên
dayîn de bi cudakariya li hemberî kurdan di heman demê de nîþan dide ku
pirsgirêkên gelê kurd çareser nekirine.
'JI BO TOKIYÊ JÎ DEREW'
Bayraktar bi daxuyaniyê d e anî ziman ku ew bi buhayên pir kêm malan didin
gel û wiha got: "Em bi mehê 146 YTL texsîtan malan didin. Heta niha 12 hezar
814 malên me li 74 bajarên Tirkiyeyê çêkirine wekî qampanya difiroþin.
Bûhayê malan 42 hezar 703 YTL ye. 4 hezar YTL pêþinat tê xwestin û yê din
mehê 146 YTL texsît tê xwestin." Her wiha Bayraktar bi îdîaya, 'Ev bûhayên
herêmê ne û li bajarên Rojava pêþinat û texsît zêdetir dibin. Heta vira her
tiþt baþ e lê îstatîstîkên Baytar piþtî vê yekê dide ferqa gotin û nîyeta û
polîtîkaya Hikûmeta AKP'ê dide nîþan. Lê Bayraktar di nav 44 bajarên avahî
lê hatine çêkirin û dê bên firotin de tenê navê 6 bajarên li herêmê hene.
Li gorî daneyeyên Bayraktar ku Hikumeta AKP'ê îdîa dike razemeniyê li herêmê
dike û alîkariyê dide gelê herêmê di nav 44 bajarên wekî Edene, Adapazari,
Afyon, Agrî, Aksaray, Amasya, Ankara, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bartin,
Bîlecîk, Bolu, Burdur, Bursa, Amed, Edîrne, Eleziz, Erzîncan, Eskîþehîr,
Dîlok, Gîresun, Gumuþhane, Hatay, Isparta, Îzmîr, Kahramanmaraþ, Kars,
Kirikkale, Kilîs, Kocaelî, Konya, Manîsa, Mêrsîn, Ordu, Osmaniye, Sînop,
Sêwaz, Riha, Tokat, Trabzon, Yalova, Yozgat ve Zonguldakê pêk tê de balkêþ e
ku tenê 7 bajarên herêmê di nav de cih digirin. Ligel ku TOKÎ li kêm bajarên
herêmê avahiyan çêdike, di hejmara çêkirina avahiyan de jî cardin cudakiryê
dike. Cardin li gorî hejmara ya avahiyên hatin çêkirin ên Bayraktar dayîn
hejmara malên li bajarên herêmê hatine çêkirin gelek di bin hejamar bajarên
Rojavayê Tirkiyeyê di mînin.
ZAGONA BETAL KIR
Bi salan e ligel ku dewlet dibêje pirsgirêka kurd tune ye, pirsgirêka
aboriyê û paþve mayîne heye, ji bo herêm paþve bimîne hemû hêza xwe xerc
dike. Gelek çavkaniyên li herêmê derdikevin bi boneya tunebûna sanayiyê li
bajarên Rojava tên bikaranîn. Ev polîtîkaya di demên dawî de AKP li hemberî
kurdan zêdetir bikar tîne bi hind pêkanînên AKP'ê deþîfre dibe. AKP ku ev
demeke bi 'ramezenî û alîkariyên xwe yên ji bo herêmê' pesnên xwe dide, ji
bo çakaniyên li bajarên herêmê derdikevin di cih de neyê bikaranîn,
guherînên di Zagona Rêveberiyên Herêmî de asteng kir. AKP'ê ku 6 meh berî
niha di Zagona Derbarê Rêveberiyên Herêmî de hind guherîn kirin, xapandina
xwe ya li hemberî kurdan baþtir kiþf kir. Li gorî vê zagonê çavkaniyên li
hemû bajarên Tirkiyeyê diviya li heman bajarî bihatana bikaranîn lê
çavkaniyên bajarên herêmê ji ber ku kurd dê faydeyê jê bigirin, li hind
cihên din tên bikaranîn. Ev rûyê qirêj yê AKP'ê gotina wê ya wekî, 'Min
gelek razemenî li herêmê kiriye' jî deþîfre dike. Her wiha ligel pirsên
gelek derdoran ên AKP'ê yên wekî 'Rakemeniya te kirî ji gel re aþkera bike'
AKP'ê heta niha ji ber ku ji bilî dayîna hind alîkariyên rojane razemeniyek
dom dirêj nekiriye, dengê xwe dernaxe.
AKP kurdan bêaqil dihesibîne
Di serî de piþtî daxuyaniyên Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan, Cîgirê wî Cemîl
Çîçek û tevahiya wezîr û parlementerên wan ên dijberî gelê kurd û
piþtevaniya operasyon, þer û dagirkeriya gelê kurd dike, nêrîna gel a li
hemberî AKP'ê baþtir derdikeve holê. AKP'ya berî hilbijartinê îdia dikir ku
dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike lê artêþ nahêle, bi Serokomartiya
Abdullah Gul û daxuyaniyên Erdogan û Hikûmetê derew derket. Êdî di nav gel
de þîroveya, "AKP'ê piþtî îktîdar bi dest xist ji bo parastina îktîdara xwe
kurdan xwekî malê xwe dibîne û pêþkêþî artêþê dike" tê kirin. Ev þîroveya tê
wateya ku gel bi rûyê AKP'ê yê nepenî hesiya, di pêþerojê de dê li ser
polîtîkayên dewlet û hikûmetê yên li herêmê jî bandoreke girîng bike.
Daxwaza þer a AKP'ê ya li hemberî kurdan di demên dawî de serê gelek kurdan
bi tevahî zelal kir û serê kesên dengên xwe dane AKP'ê de jî, "Gelo qey em
hatin xapandin" derdixe holê. (Dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|