|
Ser xwendekarên Kurd terora þovenist ya Tirkan
23 Sermawez
(Mijdar),
2007 weþandin:06:34:05 (GDK)
|

Dîmenek ji
xwendekarên þoven û dij-Kurd
|
AMED, bakurê Kurdistanê -- Êrîþên þovenist li tevahiya Tirkiyeyê li
hemberî xwendekarên Kurd ên zanîngehan, di vê mehê de derketin asta herî
bilind. Di operasyonên ku ji aliyê polîsan ve hatin lidarxistin de li Amedê
42, li Muglayê 34, li Enqereyê 15, li Wanê 23, Li Rihayê 2 xwendekar hatin
binçavkirin, bi tevahî 28 xwendekar jî hatin girtin.
Operasyonên ku hedefa wan xwendekar in û hemû xwendekarên ku endamên
komeleyan in wek sûcdar tên dîtin, balkêþ e ku bi taybetî jî di demên azmûnê
yên xwendekaran de pêk tên. Li bajarên Tirk jî êrîþên ji aliyê ulkucuyan ve
tên lidarxistin zêde bûn û heta êrîþên bi kevir ên li hemberî xaniyên
xwendekaran jî çûn. Di encamê de, navnîþana nû ya xwendekarên ku ji azmûnên
xwe dûr man, di þûna kampusê de bû girtîgeh.
Di zaningehan de faþîstan bi lêdan û lînç kirinê ser xwendekarên Kurd terorê
dimeþînin.Li piþt wan êrîþan rexsitinên faþîst wek MHP cîh dgirin û
polîs,dewlet û rêveberîyên zaningehan rê li ber wan êrîþan vedikin.
Propagandaya "Kurd Nîne"
Bi taybetî xwendekarên nijadperest
yên Tirk ku di nava nêrîn û îdolojîya "Kurd nîne,Kurdî nîne,Kurdistan
nîne,","Meseleya kurd nîne,hêzên derve we fît dikin","Di nava dewletekê de
encax yek netew dibe","Ma çima mafê Çerkezan nîne"," Emerîka we bi kar tîne"
perwerde kirin,xwendekarên han heman hevokan dîsa li dij xwendkarên Kurdan
tînin ziman.
Xwendekarên nijadperest yên Tirk
heman demê de di nava sîstema "ker û kor" de perwerde bûne lewma jî qet
pêwîstî nabÎnin ku li rastîya "Kurd û Kurdistanê" hûr binêrin û rastîya
neteweya Kurd têbigehên. Ew bi wan zîhnîyeta "serdema keviran" êrîþî Kurdan
dikin,êrîþî axaftina zimanê kurdî dikin,êrîþî guhdarî kirina mûzîka Kurdî
dikin ,êrîþî her rastîyeke yê Kurdan dikin.Her wiha ne tenê
xwendekar,mamosteyên li zaningehan jî bi heman zîhnîyetê tevdigerin.
Li
Kurdistanê jî
dijbertîya hember Kurdan bi destê mamostayan tê meþandin
Heta li bajarên wek Amed û Wan ku
hêza nijadperestan nîne mamosteyên zaningehan di nava dersan de bêwateyîya
xwestekên kurdan tê kirin û Kurd wek xayîn tên nîþan dan.Li Amedê zanîngeha
Dîcleyê bi taybetÎ di fakulteya Mîmarî-Endezyarî de heman propaganda bi
destê mamosteyan tê kirin.Çend sal berê jî mamosteyên li Zaningeha Dîcleyê
nikarîbûn bi hêsanî propagandaya dijî Kurdan bikin lê niha bi piþtgirîya
rêveberîya zanigehê ev yek pêk tê.
Li dibistanan jî zordariya ji bo sîxûr bûnê
Ekîbên Têkoþîna qaþo bi Terorê re
yên Midûriyeta Polîsan ya Amedê, di bin navê qezenckirina xwendekaran de
konferansên bi mijara 'terorê' li dar dixin. Piþtî konferansên 'terorê'
anketeke pirsên ecêb tê de cih digirin li xwendekaran tê belavkirin.
Konferansên ku bi hevpariya rêveberiya dibistanan tên amadekirin, bêyî ku
agahiyê bidin xwendekaran, li dar xistin.Ji 27 pirsên di anketê de cih
digirin 10 jê têkildarî 'terorê' ne. Di anketan de pirsên wekî "Cihê hûn
niha lê dijîn, we ji ku koç kir û hatin?, Heke hûn derketibin dervayî Amedê
ji yên li jêr nivîsî hûn li ku yan jî ku deran mane?, Hûn bawer dikin ku
pêkanîn û polîtîkayên heta niha di çareseriya problema terorê de tesîr
kiriye?" cih digirin.
Bi anketa nirxandina kanferansê
re, di kaxiza bi sernavê "Texteyê Nîþanê" hate pêþwazîkirin de jî ji
xwendekaran hate xwestin ku nêrînên xwe yên der barê konferansê de
binivîsînin. Di kaxiza bi îmzeya Midûrê Ewlehiyê yê Amedê Zekî Çatalkaya de
wiha tê gotin; "Ji bo hûn ciwanên Amedê yên birûmet beþdarî konferansa me
bûn û bersiv da anketa me, em di jiyana we de kêfxweþî û di azmûnên we de jî
serkeftinê dixwazin."
Her wiha di heman peyamê de tê gotin "Heke hûn bixwazin werin qedexek çaya
me wexin vaye navîþana me" û numreya telefonê, navnîþan, navnîþanên maîlan û
navnîþanên malperên înternetê têne dayîn.
Sekreterê Þaxa Egîtîm Sena Amedê Hasan Gungor, diyar kir ku bi tiþtên li
Lîseya Necatî Ceylan qewimîne re, xwendekar û malbatên wan hatine fîþkirin û
da zanîn ku muxatabên pirsgirêkê ne xwendakar partiyên siyasî ne. Gungor
wiha axivî: "Ev konferas mirovan matmayî dihêle. Anketa ku di encama
konferansê de hatiye kirin hem xwendekaran, hem jî malbatên wan teþhîr dike.
Pirsên di anketê de ji xwendekaran têne kirin pêwîst bû ji gel û partiyên
siyasî bihatana kirin. Ev yek dide nîþandan ku pirsgirêk hatiye kîjan astê.
Ev pirsana ji bilî sîxurtiyê, xwendekaran ber bi tundiyê ve jî dikiþîne.”
Divê rexistinên Kurdan hestîyar bin
Di nava vê xirecirê de xwendekeran
Kurd hewl didin ku xwe biparêzin, xwe îfade bikin, rastîya Kurd û Kurdistanê
rastîya hebûna neteweya Kurd bi hemû alîyên xwe rabixin ber çavan. Bê gûman
di nava vê rewþê de divê hêst û psîkolojî ya xwendekarên Kurdan baþ were fam
kirin.
Divê rexistinên polîtîk yên Kurdan bi civîn, daxûyanî, kampanya, avakirina
komîteyên piþtgirî û enformasyonê û bi hewldanên din piþtgirîyê bidin
xwendekarên kurd û xîtabî moralên wan bêne kirin û piþtgirî li têkoþîna
neteweyî ya Kurdan ya di wî warî de bê kirin.
Bi wan êrîþan careke din derdikeve holê ku Tirk Kurdan qebûl nakin û Kurd
tenê dikarin bi rêvebiriyên xwe, ji Tirkan cûda û li Kurdistanê jiyananek bi ewle dikarin bi
dest bixînin.
(HAWAR DENGÛBAS / Dîha / ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|