|
Ji dijberên Kurd belavokên 'tiþtan ji Kurdan nekirin'
02 Sermawez,
2007 weþandin:21:23:01 (GDK)
Nîjadperestên
tirk, li taxa Akbelen ku girêdayî Bajaroka Torosa Mêrsînê ye, bi sedan
belavok belav kirin û xwestin ku kes ji cihên wekî Cuma Pazari ya esnafên
Kurd lê dixebitin, tiþtan nekirin.
Nîjadperestên tirk, li Taxa Akbelen ya Bajaroka Torosa Mêrsînê ku di destê
MHP'ê deye, bi sedan belavokên wekî, 'Ji kurdan danûstandinê nekin' belav
kirin.
Nijadperestan di belavokan
de bi taybetî xwest ku kes ji esnafên Kurd ên li Cuma Pazariyê nekirin. Di
belavokê de hate îdîakirina ku pereyê di danûstandina bi kurdan re didin, ji
bo PKK'ê diçe û wekî guleyan li leþkerên tirk dizivire.
Di belavokê de hate daxuyandin ku
ji bo pereyê li danûstandina bi kurdan re tê xerçkirin wekî alîkarî ji PKK'ê
re neçe divê kes bi Kurdan re bazirganiyê neke.
(Dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|