|
Li Kurdistana Federe, dijî dewleta kurd Tirk însiyatîfa hevgirtî
19 Sermawez,
2007
weþandin:16:46:21 (GDK)
SILÊMANÎ, baþûrê
Kurdistanê -- 31 rêxistinên civakî yên sivîl, rewþenbîr û partiyên li
Bajarê Silêmaniyê yê KurdÝstana Federal bi armanca meþandina xebatên dejberî
operasyona Tirkiyeyê, Însiyatîfa Projeya Pembe avakirin. Însiyatîfê diyar
kir ku pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê rastiyek e û lazim e bi riyên diyalgonê
bê çareserkirin.
31 rêxistinên civakî yên sivîl, rewþenbîr û nûnerên partiyên siyasî yên li
Silêmaniyê bi armanca têkoþîna li dijî operasyonek Tirkiyeyê ya li ser axa
Herêma Kurdistanê bi navê 'Înîsiyatîf Projeya Pembe' hatin cem hev. Berdevkê
Însiyatîfa Projeya Pembe Rojnamevan Ejî Cemal têkildarî armanca û avakirina
Înîsiyatîfê pirsên DÎHA'yê bersivandin. Cemal diyar kir ku armanca avakirina
ev însiyatîfê ew e ku li dijî êrîþ û gefên Tirkiye yên li hemberî
Kurdîstanê, bi çalakiyên xwe nerazîbûna xwe bîne ziman û bikeve nav
berxwedanê. Cemal, anî ziman ku ev însiyatîf ji hêla 31 saziyên sivîl,
rewþenbîr, partî û komeleyan ve hatiye avakirin. Cemal, da zanîn ku wan
belavokekî li dijî operasyonekî muhtemel a li ser Herêma Kurdîstanê
belavkirine û hemû operasyon û êrêþên Tirkiyeyê þermezar kirine. Cemal
daxuyand ku ew dê li hemberî rewþek destwerdana Herêma Kurdistanê bi gel re
bikevin nav berxwedanê.
'Em metoda hilbijartin û guftogoyê esas digirin'
Cemal, tezkereya operasyona dersînorî ya ji TBMM'ê derketiye þermezar kir û
wiha got: "Em li Tirkiyeye ecêb mane ku tezkereya ji bo operasyonê dersînorî
ya Herêma Kurdîstanê derxistiye. Ev tiþtek ji aliyê me ve nayê qebûl kirin
e. Em bang li hemû nûnerên rêxistin û saziyên siyasî dikin ku destek bidin
vê projeya dijberiya operasyona Tirkiyeyê. Em despêkê daxwaz û projeyên xwe
bi van 3 xalan diyar dikin. Yekemîn em ji bo çareserkirina pirsgirêkan,
metoda hilbijartin û guftogoyê esas digirin. Duyemîn, Însiyatîfa Projeya
Pembe daxwaz ji dewleta tirk dike ku rê bide mafê siyasî yê kurdên li
Tirkiyeyê. Sêyemîn em dixwazin Tirkiye, hemû mafên mirovahiyê yê civakî bide
kurdan û vê yekî bi çareserkirinekî demokratîk, bi zagonî bike."
'Çalakiyên me dê bidomin'
Cemal, derbirî ku di rojên pêþ de jî bi panel, civîn, semîner û belavokan dê
derbarê xebat û projeyên xwe gel agahdar bikin. Însiyatîfa Projeya Pembe, ji
van rêxistinên civakî yên sivîl, partî, rewþenbîr û komeleyan ên li bajarê
Silêmaniyê pêk tê: "Komeleya Jin a Kurdîstanê, Yekîtiya Parêzerên Jin ên
Kurdîstanê, Encumena Hevkarî û Aþtiya Iraqê, Federasyona Rêxistinên Civakî
yên Sivîl, Komeleya Paraztin û Xelkê Silêmanî, Navenda Rewþenbîriya Hêwayê
Nû, Navenda Rewþenbîrê Henase, Navenda Rewþenbîrî ya Geþepêdan a Partiya
Zahmetkêþanê Kurdîstan (PZK) , Rêxistina Mamosteyan a PZK'ê, Rêxistina
Binyad û Bikêrhatina Ciwanan, Saziya Xwendekaran a Kurdîstanê, Yekîtiya
Ciwanên Demokrat a Kurdîstana Iraqê, Yekîtiya Giþtî ya Xwendekarên
Kurdîstanê, Yekîtiya Xwendekaran a Paraztina Silêmanî, Komeleya Paraztina
Mafên Teqawidan, Sendîqeya Karkerên Binesaziyê, Buroya Rêxistina Gîrseyê ya
Partî Demokratî Kurdîstan (PDK), Buroya Rewþenbîrî û Ragihandina PDK'ê,
Komeleya Kesayetên Serbûxwe ya Silêmanî, Partiya Zahmetkêþanê Kurdîstan,
Partiya Çepgirên Kurdîstanê, Partiya Rizgariya Kurdîstanê, Partiya Karker û
Rêçderanên Kurdîstanê, Yekitiya Nîþtîmanên Kurdîstanê, Yekgirtiya Îslamê ya
Kurdîstanê, Komleya Îslamî ya Kurdîstanê, Partiya Çareseriya Demokratîk a
Kurdîstanê, Partiya Çepgirên Kurdîstanê, Rêxistinên Yekîtiya Komînîstan,
Hîzbîl Komînstên Karker, Partiya Parezgeranên Kurdîstan."
(dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|