|
Divê êrîþên dewleta Tirk ji rêvebiriya Kurdistana azad re bibe ders û
aboriya xwe teslîmî dagirkeran nekin
NÛÇE-ANALÎZ: SERHAD B.RÊNAS /
HAWAR DENGÛBAS
03 Sermawez,
2007 weþandin:00:12:43 (GDK)
AMED,
bakurê Kurdistanê (HAWAR DENGÛBAS) -- Dewleta Tirk ku bi bahaneya
PKK bo dagirkirina Kurdistana azad û xêra kirina destkeftiyên Kurdistana
azad bi destê hikumeta AKP tezkere derxist û her bihostê bakurê Kurdistanê bûye
qada þer, bi sedhezaran leþker hatine bi cîh kirin, bê navber çiyayên
Kurdistanê tê bombe kirin.
Wek tê zanîn dewleta Tirk hewlên
pêþîyên dagirkirina Kurdistana azad û rûxandina rêvebirya Kurdistana azad bi
gavên tedbîr(ambargo) yên aborî dest pê kir.
Tedbîrên pêþî jî girtina deriyê
Îbrahîm Xelîl(Xabur) , kêm kirina elektrika baþûrê Kurdistanê û asteng
kirina seferên balafirên ji Kurdistana azad.
Piþtre jî dixwazin þîrketên xwe ji
baþurê Kurdistanê vekiþînin û hin gavên din jî plan dikin.
Gelê Kurdistanê ji vê pêvajoyê bi
serketinê derkevin jî, di warê dîplomatîk de Kurd serkevin û dagirkerî û
êrîþkariya dewleta Tirk ser Kurdistana azad were asteng kirin jî wê tehdîtên
aborî yên Tirkan her tim berdewam be.
Divê neteweyek xwedî alternatîf û
senaryoyên krîzê yên cûda be
Her netew neçare ku bo pêvajoyên
dijwar xwedî senaryo û alternatîfên cûda be da ku wexta xeterên mezin
derkevin holê asayîþ û dahatûya millet û axê were parastin.
Li dijî êrîþkariya dewleta Tirk bi destê AKP û arteþa Tirk
gelê Kurdistana azad bi rojane ser piyan in bi meþ û çalakiyan dewleta
faþîst ya Tirk þermezar dikin.Kurdên Ewrûpa jî dest bi çalakiyên dijî
dewleta Tirk kirin..
Heta ku mesleya Kurd û Kurdistanê
di her perçeyê Kurdistanê de neye çarser kirin wê dagirkerên Kurdistanê her
tim tehdît û êrîþên xwe ji axa azad ya Kurdan kêm nekin. Ji ber ku ne
mimkune ku beþa azad çavê xwe ji beþên din bigre û alîkarî neke. tiþteke
wisa bo milletekê ne mimkun e û ne raste jî. Heta azadiya her 4 perçeyê
Kurdistanê di çerçoveyeke de be jî neçarin kurd alikariya hevdû bikin
jixwe esasê netew bûn eve.
Divê rêvebirya Kurdistana azad vê
rewþê berçavan bigre û tedbîrên vê yekê di demeke zû de pêk bîne. Heta niha
nekirin divê êdî dest bi xebatê bikin. Di serî de çareserîyêk mesleya deriyê
Xabûrê bê dîtin ku êdî Tirk nikaribin tehdîtan bikin. Her wiha ji mesleyên
kêm kirina elektrika baþûrê Kurdistanê û asteng kirina seferên balafirên ji
Kurdistana azad jî divê hikumeta Kurdistanê alternatîfan bibîne.
Rêvebiriya Kurdistana azad gavên baþ lê bi
ecemîtî davêje
Salek berê nivîskarê me Hêlîn
PASEWAN gotarek bi navê "Li Kurdistana Azad Desthilatîya Þîrketên
Bîyanî,Bi taybetî yên Tirkan" nivîsanbû û têde xeterên azadiya bê sînor
jii þîrketên aborî re hatibû destnîþan kirin. Heta wê demê de çend nameyên
rexneyê ji rêzdar Hêlîn re hatibû ku dihate gotin ku" Kurdistan di konaxa
avadaniyê de ye nabe ku dijminkarî bo þîrketên bîyanî bê kirin."
Lê mesele ne wisa ye. Bê guman kes
ne li dijî pêþketina aboriya Kurdistana azad û ne jÎ þîrketên bîyanî. Lê
rêveberiya Kurdistana azad di hin mijaran de bi hyecan tevdigere û hin
faktorên navnetweyî, siyasî, jeopolîtÎk û rewþa taybet ya Kurdan nagrin
berçavan û dibêjin hema em bibin Dubaî. Bila bÛyerên dawî ji rêveberiya
Kurdistana azad re bibe ders û êdî gavên xwe bi kûr û hûr bifikirin û
bavêjin û stratejiyeke demdirêj ser bingeheke xurt û Kurdistanî deynin.
Niha ezê perçeyeke ji gotara Hêlîn
PASEWAN ku 26 Pûþpera 2006'an di HAWAR DENGûBASê de hatibÛ weþandin careke
din pêþkeþî we bikim û li gel mijarên deriya Xabur û elektrikê mijara
þÎrketên biyanî jî bê eþkere kirin.
"Azadîya bê sînor xeteran diafrîne"
"Eþkereye ku hikumeta Kurdistanê
bo avadanî û pêþketina Kurdistana azad polîtîkayek wisa dimeþînin.Lê ger
tedbîrên hewce wek welatên Ewrûpayî neye girtin wê ev desthilatîya þîrketên
bîyanî jî zirarê bide nirx û berjewendiyên neteweyî. Divê taybetmendîya
Kurdistanîyetî were parastin.Her þîrketekî ku tên Kurdistana azad bi taybetî
yên avahîsazîyê rê li pêk hatina mîmarîya Kurdî dibe.
Divê hikumeta Kurdistanê dîsa hemû hêsanî bo bazara vekirî cêbece bike lê
divê hin bi riya qanunê þîrketan re hin xalên taybetî wek mîmarîya
Kurdistan,parastina zimanê Kurdî,rêz lê girtina nirxên Kurdeyatî û bi zelalî
kar kirin bê dîyar kirin.Tê zanîn ku wexta qebûl kirina wan þîrketan de
gendelî û hin planên veþartîya Tirkan jî tê rojevê.."
"Divê berjewendiyên Kurdistanê werin parastin"
"Li Kurdistana Azad gelek sektor û qad roj bi roj mezin û berfirehtir
dibin.Lê Hikumeta Kurdistanê beyî ku hin hessasîyet û berjewendiyên neteweyî
berçavan bigre destûrê bo þîrketên bîyanî tê dayîn. Pêþketina milletekê di
her waran de hewcedarîya yekemîn û girîng aborîye. Divê pêþarojê de dewlet
destê xwe ji sekora xizmetê vekiþîne. Lê bi yasayan hîmên neteweyî ser
bingeha babetên nûjen werin parastin.
Divê Kurdên ji perçeyên din jî tevlî pêþketina hanbibin û sermayeyek
neteweyî û yek girtî çêbibe da ku ev hatinî bo pêþketina Kurd û Kurdistan
were bikaranîn. Divê ihracat zêde be û sistema bazara vekirî ser hîmen
netewî were avakirin. Her wiha divê pêþî li desthilatdariya þîrketên ji
welatekê bê girtin."
(HAWAR DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|