|
Divê gelê Kurd rê nede ku terora Dewleta Tirk ya li Þemzînanê were ji bîr
kirin
10 Sermawez,
2007 weþandin:00:12:43 (GDK)
COLÊMERG,
Kurdistan (HAWAR DENGÛBAS) --
9-10 Sermawez
salvegera duyemîn ya bûyerên Þemzînanê ye.
Bi minesebeta salvegera duyemîn ya bûyerên Þemzînanê gelê þemzînanê doh bi
tevlî bûna sedan kesan meþeke protestoyî li dar xistin. Beþdaravanên meþê
diyar kirin ku divê Kurd terora dewleta Tirk a ku ser sûcê hatibû zeft kirin
neye ji bîr kirin.
Belê Kurd ji bîr nekirin. Di 9'ê sermaweza 2005'an de de li dijî Pirtûkxaneya
Umut a li Navenda Kar a Ozîpek, êrîþek bombeyî pêk hat. Di êrîþê de Yilmaz
Kaya mir, xwediyê pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz jî birîndar bû.Þêniyên navçeyê
kiryarên bûyerê qefalt û radestî hêzên ewlekariyê kiri bûn.
Di
seyareya van kesên ku navê wan Astsubay Alî Kaya, îtîrafkar Veysel Ateþ û
Ozcan Îldenîz e de, çek, krokî, nexþe, lîsteya navên kesên ku dê bêne kuþtin
û ajanda derketi bû.Astsubay Kaya, li ser navê fermandarê demê yê Kolorduya
7'emîn Yaþar Buyukanit,belgeyên sexte çêkiriye û di lêpirsîna nêzî 100
karsazî de cih digirt.
Dewleta Tirk xwest ku serê vê meseleyê jî bigre û bide ji bîr kirin. Lê
milletê Kurd ser êrîþên dijminên Kurdan û hevkarên wan dijminan nerazîbûnê
xwe nîþan dan.
• Dewleta Tirk xwest ku kesên sûcdar serbest berde her çiqas caza li wana
hati be birîn jî dewlet tehemmulî cazayê sucdaran nekir û dadgeha bilind
xwest, endamên artêþê yên li Þemzînanê li ser guneh hatin zevtkirin, ji nû
ve bên mehkemekirin.
• Di dîroka Tirkîyeyê de bi sedan bûyerên wek Þemzînan çê bûye û her carê
Dewleta Tirk ser van bûyeran girtîye.Dewleta Tirk nexwast ku bi vê bûyerê
kêþeya Kurd carekê din were rojevê.Komara Tirk xwest ku vê bûyerê wekî
bûyerekê minferît nîþan bide.Le bi ser neket.Kurd û Cîhan ji berê zêdetir
têkîlîyên berjewendîxwaz û þoven navbera arteþa Tirk,polîsên
Tirk,sermayedar,medya,dewleta kûr û sîyasetê dizanin.
Dewleta
Tirk ser bûyerê girt
Terora dewleta Tirk li Þemzînanê
di ser guneh de hatibû zevtkirin û teroristên dewleta Tirk 36 sal eza
vergirti bûn dadghela bilin cezayên wan teroristan di meha gulanê de betal kir..
Hikumeta AKP ku gotibû dê bûyerên Þemzînanê bê ronî kirin di nava du salan
de bi temamî ser bûyerê girt û terorsitên xwe jî wek bê suc nîþan dan û
bûyerê weke bûyereke munferît nîþan dan.
Divê Kurd ji bîr nekin
Niha bi taybetî di rewþa sîyasîya bakûrê Kurdistanê gellek kêmasî hebin jî
rewþa gelê Kurd bi giþtî ne wek berê ye.Di serî de di warê medya û
ragihandin û di gelek warên din de Kurd xwedî hêzekî girîng in. ji ber vê
yekê jî Kurd gor demên berê êdî zedetir dikarin bûyerên bi vî rengî derxînin
holê û bînin rojevê.Di medyaya cîhanê de dengvedana bûyera Þemzînanê di leha
Kurdan de jî îspateke vê yekê bû.
Bi destur nedana ji bîr kirina bûyerên wisa wê rê li ber lîstikên din yê
dijberên Kurd jî asteng bike.
Buyukanit ,"kûrên baþ" û terora dewleta Tirk ya li Þemzînanê
Wek
tê zanîn dozgêrê Þemzînanê Ferhat Sarikaya ,di îdîanameyê de cî da bû navê
wî. Li ser vê îdianamêyê Ferhat Sarikaya, ji wezîfeya xwe hati bû durxistin.
Serdozgerê Tirk Ferhat Sarikaya, li ser bûyerên Þemzînanê de bo Fermandarê
Giþtî yê Hêzên Bejayî ya Artêþa Tirk Yaþar Buyukanit de di îddia name de
destnîþan kirîye ku ji ber ku bersûcê Þemzînan parastiye û ji bo yek ji wan
berbaz Alî Kaya gotibû “ez wî nas dikim û ew kurekî baþ e” ji ber vê yekê
ser hiquqê bibandor bûye.
"Yaþar Buyukanitê jî goti bû:”Min hertiþtî bo Tirkîye kiriye û ji ber yekê
bi darizandinê wê serbilintir bim".
Piþtî ku Yaþar
Buyukanitê bû serokê nû yê fermandariya giþtî ya artêþa Tirk destê
derdorên dijberên Kurd bihêz bû û niha jî "tol" ê ji kurdan distînin.
Wek tê
zanîn ser dozgêrê
Þemzînanê Ferhat Sarikaya ,di îdîanameya Þemzînanê de cî da bû navê wî. Li
ser vê îdianamêyê Ferhat Sarikaya, ji wezîfeya xwe hati bû durxistin.
Dewleta
Tirk tehemmulî eþkere kirina rastîyan nekiri bû bi beralîkirina arteþa Tirk û
herî dawîyê de jî Ferhat Sarîkaya ji wezîfeya xwe hati bû dûr xistin.Hin
di destpêka bûyerên Þemzînanê de dîybar bû bû ku Dewleta Tirk harî dawîyê vê
mijarê bi dêkûdolaban veþêre.Ji ber ku ev sîyaset li Tirkîyeyê 80 sale
neguherî ye.
Tirkîye
jixwe tu pêþketinên bo Kurdan ji dil nekiribû û hemû hêzên tarî li pêy
xirab kirina rewþa heyî ya bakûrê Kurdistanê bûn.Niha jî bi yasaya nû ya
“dijî terorê” re dixwazin zextên li ser bakûrê Kurdistanê zêdetir bikin û
navê Kurdan bi hinceta PKK terorrîze bikin û piþtre jî bi heman hincetê jî
êrîþî deskeftîyên Kurdistana Azad bikin.
Bûyerên Þemzînanê Çawa Destpêkir
HAWAR-DENGÛBAS wek nûçeyek sereke
bi manþeta "Li Þemzînanê Terora Dewleta Tirk" wek nûçeya girîng wê bûyera
dîrokî cara pêþî ragihandibû. 23 Sermawez 2005 an de jî sernivîsa nûçeya sereke ya
HAWAR-DENGÛBAS "Divê Terora Dewleta Tirk neye ji bîr kirin!" bû.
Li Þemzînanê Pirtûkxaneya Umut 11 Sermaweza 2005’san de ji
alîyê 2 serbaz û çawiþekî pispor bombe hatibû avêtin û di encamê de M. Zahîr
Korkmaz jiyana xwe ji dest da bû û Metîn Korkmaz jî birîndar bû bû û piþtî
bûyerê gelê Þemzînanê êrîþ biribûn ser erebeya ku ya serbazan bû û bi rojan
çalakîyên gelê þemzînanê berdewam kiribû.
Çawiþê Tirk bi navê Tanju ku
de ji erebeyê derketibû û gûle weþandi bû ser gelê Þemzînanê û bû bû
mirîna Kurdekê bi navê Alî Yilmaz di encama dadgehêde serbest hatibû berdan.
Bûyer wekî “Susurluka Duyemîn”
hate binavkirin.
11 sal berê
jî seyareyek ber riya Susurlukê(navçeyekê Tirkîye) qeza
kiribû û piþtî vê rûdanê têkîlîyên qirêj yên mafya,dewleta tirk,polîs û hin
serekêþîrên eslkurd derketibû holê.
Di bûyera Þemzînanê de jî serbaz telefonê kuþtarê bisedan Kurd xwînxwar Mehmet
Aðar kirin e û derdikeve holê ku dîsa lîstikên li dijî gelê Kurd heman avahî
tê meþandin û êrîþên ser Kurdan
hin jî ji parlemana Tirkîye tê birêvebirin ku Mehmet Aðar niha parlmeneter e
û serokê partîya DYP(partîya Çîller a hov) ye.
Di dîroka Komara Tirk de ser gelê Kurd bi sedan car bûyerên bi
vê rengî hat kirin lê yekemîn care ku ewqas vekirî sûcdarên bûyerê tên
girtin.
An statuyeke xweser an jî êrîþ, teqîn, talan, zordarî, paþvexistin, kiryarên
qirêj..
Bûyerên
Þemzînanê careke din îsapt kir ku divê êdî
neteweya Kurd têbigêhêjin ku Tirk dê dev ji dijminatîya xwe ber nede. Ger
mijar li wekî ku angaþta hin kesan mijareke aborî be jî Kurd dev ji daxwazên
xwe yên neteweyî dev ji ber din jî xuyaye ku dewleta Tirk êdî ne mimkune ku
bakûrê Kurdistanê pêþbixîne.
Ji ber vê yekê jî ger gelê Kurd Kurd li bakûr negihêje statuyeke xweser û
gelê Kurd mafên xwe yên neteweyî bi dest nexîninn xuyaye Kurd ji
teqîn,êrîþ,paþvexistin û planên derodorên berjewendîxwaz rizgar nebin.(HAWAR DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|