|
"Dijberên Kurdan li dijî DTP pêvajoya komployê dan destpê kirin"
14 Sermawez,
2007 weþandin:21:23:01 (GDK)
Serokê
Koma DTP'ê Ahmet Turk, destnîþan kir ku kampanyaya lînçkirinê ya li hemberî
partiya wan bi hemû hêza xwe didome û got: "Bila kes hewl nede me bi
pêkutiyan terbiye bike. Em ji bo ku bibin karmendê kesek nehatin vê derê. Em
bi hilbijartinê hatin em ê bi hilbijartinê herin." Turk, got ku digel tê
zanîn Parlementera Wanê Fatma Kurtulan ji nav siyasetek demokratîk hatiye,
dîsa jî dibe hedef. Turk anî ziman ku ev yek jî mirov difikirîne.
Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk ku di
civîna koma meclîsê ya heftane ya partiya xwe de axaftinek kir, êrîþên li
hemberî DTP'ê û pêþveçûnên di rojevê de nirxand.
Turk, destnîþan kir ku kampanyaya
lînçkirinê ya li hemberî partiya wan bi hemû hêza xwe didome. Turk, xwedî li
Parlementera DTP'ê ya Wanê Fatma Kurtulan ku ji bi destê rojnameyan bûye
hedef derket û wiha got: "Derheqê hevala min a hêja, cîgira serokê koma
partiyê Fatma Kurtulan de, di çapemeniyê de kampanyayek niheq a dûrî
rastiyan heye. Yên ku wiha dikin, bi rastî dizanin ku ev wêne yê hevala me
Kurtulan nîne. Lê dîsa jî bi îsrar, vê hevala me wek hedef nîþan didin. Ev
jî mirov difikirîne. Herwekî ji cihekî, ferman tê dayîn û destpêka vê
komploya fesadiyê tê kirin. Hevala me Kurtulan, di salên 1990'î de di baskên
jinan ên partiyên me de peywirdar bû. Di salên 1990'î de li Edeneyê wek
namzeta parlementeriyê ket hilbijartinan. Di sala 2002'yan de ji Mêrdînê bû
namzeta parlementeriyê. Di hilbijartinên 22'yê tîrmehê de jî li Wanê hat
bijartin. Ji destpêkê ve tê zanîn ku hevala me ji nav siyaseta demokratîk
hatiye, lê dîsa jî hin kes bi îsrar, dibêjin 'ji çiya þandin Meclîsê' û
kampanya dimeþînin. Di sala 2002'yan de pirsgirêka benda hilbijartinê
tunebûya, wê hevala me bikaribûya biketa Meclîsê. Dewlet jî, çapemenî jî baþ
dizane bi vê yekê."
'Bila kes hewl nede me bi zextan terbiye bike, em bi hilbijartinê hatin em ê
bi hilbijartinê herin'
Turk da zanîn ku li hemberî wan kampanyayek pir xerab tê meþandin û anî
ziman ku Tirkiye wê ji qelskirina DTP'ê xêr nebîne. Turk wiha got : "Bila
partiya me, bi pêþniyarên çareseriyê were nîqaþkirin. Em mêjiyê xwe bi
demokrasi û aþtiyê diwestînin. Hemû kesên ku pêþeroja Tirkiyeyê difikirin,
divê dawî li vê kampanyaya lîncê bînin. Em alîgirên yekîtî û yekparetiya
Tirkiyeyê ne. Em ji bo îhaleyê nehatin Meclîsê. Bila kes hewl nede me bi
pêkutiyan terbiye bike. Em ji bo ku bibin karmendê kesek nehatin vê derê. Em
bi hilbijartinê hatin em ê bi hilbijartinê herin."
'Kombûyîn tune, tenê DTP'yek heye'
Turk, li ser gotinên generalên teqawît ku di çapemeniyê de cih girtin jî
rawestiya û diyar kir ku îro jî heman xeta didomin. Turk, wiha got: "Em
dibêjin divê ev xeta neyên dûbarekirin." Turk, bersiv da spekulasyonên li
ser namzetnebûna wî ya ji bo serokatiya giþtî tên meþandin û wiha got:
"Nirxandina polîtîkayên partiya me ya li gorî kesan, nîqaþek þaþ e. Carcaran
wê nobet were guhertin. Di nav partiyê de cudahiya birdozî tune, nêrînek
cuda tune. Ev guhertina peywirê, partiya me qels nake. Em ji hevalên me re
serketin dixwazin û em wek kom, li piþta wan in. Em ê bi hev re bixebitin.
Di partiya me de kombûyîn tune. Divê ev yek wiha bê famkirin. Tenê, DTP'yek
heye. Ev jî, DTP'yek ku li dora daxwazên aþtî û demokrasiyê bûyî yek e û wê
wiha bimîne."
'Me xwest, lê Serokwezîr nêzî diyalogê nebû'
Turk di axaftina xwe de ji bo Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ku ji bo DTP'ê
gotibû "em bi van hevalan re pir axivîn, lê em nikarin diyalog deynin"
bersiv da. Turk, wiha got: "Birêz Serokwezîr, tu heta niha diyaloga bi me re
nefikirî. Her tim, me bang kir. Lê hûn nêzî diyalogê nebûn." Turk, li
hemberî gotinên Erdogan, ên wekî "Ramanên bi her awayî, bi þerta ku serî lu
tundiyê nedin, dikarin xwe bi awayekî azad îfade bikin" jî wiha got: "Ez ji
we dipirsim; Ka me kengê serî li tundiyê daye û polîtîkayên tundiyê aniye
ziman?" Turk, destnîþan kir ku Tirkiye ji bo lihevhatina di navbera Îsraîl û
Fîlîstînê de dikeve nav hewldanan û wiha got: "Ev teþebusek rast e. Baþe,
çima meseleyên xwe, pirsgirêka kurd çima hewaleyî Amerîkayê, hewaleyî hêzên
din dikî? Em dibêjin çareserî li hundir e. Keremkin em diyalog deynin,
xebatan hevpar bikin."
'Dema peyam tê, partiya me tê gulebarandin!'
Turk, êrîþa çekdarî ya pêr li hemberî avahiya Navenda Giþtiya DTP'ê pêk hat
jî anî rojevê. Turk, gotinên Serfermandarê Giþtî Org. Yaþar Buyukanit ên
têkildarî partiya wan bibîr xist û wiha got: "Partiya me cara sêyemîn jî hat
gulebarandin. Kengê hin kes rabin peyamek bidin rayagiþtî, partiya me tê
gulebarandin û êrîþkar saetek þûnde tê berdan. Divê mirov ji vêya re bêje
tesaduf e?".
(Dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|