|
Di kongreya DTP biryara otonomiyê hate qebûl kirin
09 Sermawez,
2007 weþandin:21:23:01 (GDK)
DTP
ku li bakurê Kurdistanê di hilbijartinên
dawî de nebûna polîtîkayeke vekirî derbarê çareser kirina pirsgirêka Kurd de
yek ji sedema têkçûyina ya DTP bû.
DP di vî warî de pêngavek
avêt biryara otonomiyê ku di kongreya li Amedê de hatibû eþkere kirin di
kongreya 2' emîn a DTP de hate pejirandin.
Biryarên li kongreya li
Amedê hatin qebul kirin
Duyemîn Kongereya ne asayî ya
DTP'ê li Park Otelê bi beþdariya delegeyên partiyê û gelek nûnerên sazû
dezgehên demokratîk pêkhat. Di kongreyê de ligel nûkirina bername û tuzûka
partiyê, Meclîsa Partiyê ya ji 80 endaman pêk tê jî hate hilbijartin.
Di kongreyê de yek lîste hate
pêþkêþkirin û di encama hilbijartinan Nurettîn Demîrtaþ û Emîne Ayna wekî
hevserokên partiyê hatin hilbijartin.
Di kongreya ku ji bo kurdên bakurê
Kurdistanê biryara otonomîyê hate pejirandin.
DTP xwest ku herêmên muxtariyeta Demokratîk ji navên bajarê herî mezin ên wê
herêmê pêk bê. Herwiha ji bilî tirkî hate xwestin ku li bajarên kurdan
zimanê kurdî jî di sazî û dezgehên dewletê de bê bikaranîn. DTP di heman
bernameyê de perwerdehiya bi zimanê Kurdî jî parast. Piþtî ku bernameya
Muxtariyeta Demokratîk hate xwendin, dengdan pêk hat. Muxtariyet bi piranîya
dengan hate qebûlkirin.
Bê projeyî yek
ji çewtiya DTP bû
DTP heta niha di pirsgirêka Kurd de tiþtên eþkere diyar nekir. Projeyeke
rûniþtî pêþkeþ nekir. Xalên zelal diyar nekir.Wek "Emê bo perwerdeya Kurdî
hewl bidin,"Emê bo otonomî,federalîzm,eyaleteke Kurd an jî herêmeke
,rêvebiriyeke taybet bo Kurdan bixebitin,"Emê bo rê li vebûna medyaya kurdî
bi zimanê Kurdî ya bêsînor di bakûrê Kurdistanê de bixebitin","Emê bo
rakirina qedexeya ser navên mirov û cîhan yên bi kurdî hewl bidin","Emê bo
bikaranîna kurdî di fermîyetê de hewl bidin" û hwd..li þûna wan "Gotina me
bo Tirkîyeyê heye" gotin.
Piþtî encamên xirab ya hilbijartinên 22'yê tîrmehê di derdora DTP jî niqaþên
gur dest pê bû. DTP di kongreya ku li Amedê hate li dar xistin hin biryarên
nû vergirt û bi nîv devî be jî stratejiyeke nû eþkere kir.
(HAWAR DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|