|
Rewþenbîrên Tirk piþtgirî dan DTP
22 Sermawez
(Mijdar),
2007 weþandin:19:09:32 (GDK)
Serokê grûba DTP-ê a li parlamentoya Tirkiyeyê Ahmet Turk îro di grûba DTP-ê
de li ser pêþhateyên dawîn axivî. Di civîna grûba DTP-ê de tevî
parlamenterên DTP-ê, , nivîskar Vedat Turkali,nivîksar û helbestvan Murathan
Mungan, nivîskarê rojnameya Radîkalê Nuray Mert,parêzer Mebusa Tekay û
nûnerê Meclîsa Aþitîyê a Tirkiyeyê Prf.Dr. Cengîz Güleç jî amade bûn.
Turk di axavtina xwe de got:"Mafê tu kesî tuney me wek alîgirê þer nîþan
bide û divê êdî her kes li dora projeyeke aþitîyê a civakî bicive."
Turk got:"Em grûbeka ku berpirsiyarî û erkên xwe dizane ne û em bi rengekî
ciddî li siyaseta sivîl û demokratik dinêrin. Em dizanin ku di vê cihana
hemdem de kes bi þîddetê nikare bigihêje mafên xwe."
Turk axaftina xwe wiha doman:" Niha di rojevê de di mijara çareserkirina
arîþeya kurd de li þûna rêbazên leþkerî, hêla siyaseta sivîl hatiye pêþ,
niqaþeke wiha erênî ye. Divê em bi aqil tev bigerin, bi vî awayî dê derfetên
mezin ji bo çareserkirina arîþeyan derkevin holê. Prosesa çekderbana PKKê,
bi projeyeke hevbeþ û hevkariya çapemenî û partiyên siyasî bêguman emê
bigihêjin encamên erênî. Niha hin partiyên siyasî hewlên ji bo çekberdana
PKK wek "îxanetkirina ji welêt re" bi nav dikin. Divê em ji wan bipirsin,
çareserkirina arîþeya ku rojane dibe sedema mirina kurên wî welatî an jî
parastina domkirina vê arîþeyê, "îxanetkirina ji welêt re" ye. Divê kes li
ser þer û xwînê siyasetê neke."
Turk:"Divê herkes bizanibe ku heger DTP ne di nav de be, tiþtên tên axavtin
naçin serî. Projeya çekdanîna PKKê , projeyeka ku em jî dikarin di nav de
cîh bigrin. Em amade ne ji bo projeyek aþitiya civakî fedekarî bikin, me
gelek caran vê yekê gotiye em îro jî xwedîyê heman helwestê ne."
Nuray Mert,
Vedat Turkali, Murathan Mungan jî di nav de rewþenbîr, nivîskar,
akademîsyenên endamên 'Meclisa Aþtiyê' çûn serdana DTP'ê û piþtgiriya xwe ya
xwedîlêderketina DTP'ê diyar kirin...
Nivîskar Vedat Turkalî: Tirk û
kurd dikarin vê pirsgirêkê hel bikin, kesek din nikare. Fransa, Almanya,
Amerîka nikare, miheqeq divê em di nav xwe de li hev bikin. Girtina partiyan
tiþteke eyb e. Ez hatime 90 saliya xwe înþela berî ez bimirim emê vê
pirsgirêkê hel bikin.
Nivîskar Murathan Mungan: Ez nivîskarek û helbestvanekî tirk im lê ez
dixwazim mirov bi çi zimanî xewnên xwe bibînin bi wê zimanî bixwînin. Ez ne
wekî rewþenbîrekî wekî kesek xwedî wijdan hatim vê derê. Derxistina derveyî
meclisê ya DTP'ê dike ku adalet û çapemeniyê bibin leþker. Berî ku vegotinên
mîlîtarîst nebin veneguherin çanda lîncê divê ev pirsgirêk bê çareserkirin.
Mebûsê berê yê DSP'ê û psîkîyatr Cengîz Guleç: Em wekî Meclisa Aþtiyê ne
tenê çewsandinên li ser DTP'ê, ji bo yên li ser gelê bira yê kurd jî hîs
bikin li vir in. Em dixwazin vîna aþtiya civakî derkeve holê. Gelê kurd di
salên dirêj de li hemberî van çewsandinan bi awayekî bi rûmet ber xwe daye,
em dixwazin piþtgiriya yên li hemberî çewsandinan ber xwe didin bikin. Ez
dixwazim bibêjim ku em li cem DTP'ê ne.
Nivîskar Nuray Mert: Ji bo ku em we bi tenê nehêlin em li vir in. Rewþa ku
pirsgirêka kurd hatiye, em dibêjin bila bi zor be, lê bila dereng nebe. Hûn
me fêm bikin. (Puk
media / Dîha)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|