|
Partiyên Tirkan ji ber tirsa bihêz bûna DTP, naxwazin ku DTP were girtin
20 Sermawez,
2007 weþandin: 07:32:12 (GDK)
DIYARBEKÎR,
Kurdistan (HAWAR DENGÛBAS) -- Piþtî ku
dewleta Tirk bi bahaneya PKK bo
dagirkirina Kurdistana azad û xêra kirina destkeftiyên Kurdistana azad bi
destê hikumeta AKP tezkere derxist li bajarên Tirkan êrîþên li dijî Kurdan
dest pêkir , malên Kurdan hatin þewitandin, malên Kurdan hatin talan kirin, saziyên
kurdan hatin xêra kirin, heqeretên bê dawî li Kurdan hate kirin û hê jî tê kirin. Weþanên Kurdan tên grtin, malperên Kurdan têne asteng
kirin.
Medyaya Tirkî her roj heqertan li Kurdan û serokên wan dike.
Di vê rewþê de DTP jî êrîþan para xwe girt. Piþtî ku medyaya Tirkî
bi rojan
bi derew û heqeretan êrîþî DTP kir Serdozgeriya Komara
Tirk ya Dadgeha
Bilind, der barê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de, doza girtinê vekir.
Piþtî ku Serokerkan Yaþar
Buyukanit bi axaftina xwe de got `Ez naxwazim navê we partîyê bînim
ser ziman`` zextên ser DTP zêde bû û herî dawî jî doza girtinê vebû.
Ahmet Turk; " Doza
girtinê mudahaleya li dijî nêrînên me ye"
Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk ku
doz nirxand, anî ziman ku li dijî nêrînên DTP'ê yên cuda bêtehemuliyek heye
û wiha pêde çû: "Me berê jî ev tiþt jiyan. Em dibînin ji îfadekirina nêrînên
cuda re hind derdor nerihet dibin. Daxuyaniyên demên dawî yên siyasetmedar û
rayedarên dewletê dozgerî xistin dewreyê. Ji ber ku li Tirkiyeyê hiqûq,
daraz siyaset ketiye nav hev. Ev yek hemen tê dîtin. Li ser bangawaziya
siyasetmedarekê em dibînin ku hemen daraz dikeve nav tevgerê. Dozên girtinê
zirarê didin demokrasiya Tirkiyeyê. Bi girtina DTP'ê pirsgirêk çareser nabe.
Girtina partiyên heta niha kîjan pirsgirêk çareser kir? Lazim e xuyê girtina
partiyan bê terkkirin. Demokrasî bingeha nîqaþkirina nêrînên cuda ye. Lazim
e demokrasî bê bikaranîn. Doza girtinê mudahaleya li dijî nêrînên me ye."
Parlamenterê berê yê DEP'ê Hatîp
Dîcle, doza der barê DTP’ê de axivî û wiha got: "Destê aþtiyê yê kurdan hate
redkirin. Ya esasî projeya 'Xweseriya Demokratîk' ji bo yekîtiya Tirkiyeyê,
projeyek demokratîk bû. Piþtî aþkerakirina vê projeyê doza girtinê hate
vekirin. Ev jî nîþan dide ku helwesta dewletê neguheriye."
Dîcle, bal kiþand ku polîtîkaya îmha û înkarê ya li hemberî kurdan didome û
wiha axivî: "Her çiqas carinan hinek nermbûn çêbibe jî, ev nêzîkahî
neguheriye. Ev êrîþên li dijî partiyên kurd nîþan didin ku polîtîkaya
dewletê neguheriye. Lê kurd her carê hinek din jî, bi hêz ketin û li berxwe
da. Bi vê nêzîkahiyê, dewlet wekî 'sazumanek olîgarþîk ku destûrê nade
partiyên demokratîk ên kurdan jî. Her wiha bi van êrîþan, têkiliya ji dil ya
kurdan a bi dewletê re qut dibe."
Partiyên Tirkan ji ber tirsa bihêz bûna DTP ji ber doza girtinê "xemgîn" in
Partiyên Tirkan wek CHP, AKP û yên din ku ev çend mehin bi her avahî
dijberiyên xwe yên hember kurdan gihandine asta herî bilind û êrîþî Kurdan û
DTP dikin piþtî vebûna doza girtinê di þîroveyên xwe de "xemginî" û
"nerazîbûnên" xwe hember doza girtina DTP diyar kirin.
Lê xuyaye ku nerazibûna wan ne ji
ber baweriya wan a bo demokrasiyê derdikeve holê. bi giþtî tê tirsîn ku ger
DTP were girtin dê partiyeke nû bê avakirin û wê partî jî ji ber hêrsa
Kurdan a hember girtina DTP dengên xwe zêde bike.
HAK-PAR. "Statûkoparêz bi van hewldanên xwe hewl didin ku pêþî li ber
guherîna demokratîk bigrin"
Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR), doza girtina der heqê DTP’ê de bi zimanek
tûnd þermezar kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev doz li dijî
guherîna demokratîk a Tirkiyeyê ye... Daxuyaniya þermezarkirinê ji aliyê
Alîkarê Serokê Giþtî yê HAKPAR’ê Hasan Dagtekîn ve bi awayek nivîskî hate
dayîn. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrîþ û zexta statûkoparêzan bi
hemû dijwariya xwe didome û doza girtina DTP’ê jî yek ji van êrîþan e.
Daxuyanî wiha berdewam dike: “Bi girtina partiyan, Tirkiye bûye goristana
partiyan.
"Tirkiye ji ber girtina partiyan gelek caran ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan
a Ewropayê ve hatiye mehkûmkirin. Statûkoparêz bi van hewldanên xwe hewl
didin ku pêþî li ber guherîna demokratîk bigrin. Hikûmeta AKP’ê niha di
azmûnekê de ye. Gelo dê guherînên demokratîk bike yan na? Em doza girtina
der heqê DTP’ê þermezar dikin. Partiya me HAKPAR dê ji bo ku pirsgirêka Kurd
bi riyên aþtiyane û demokratîk çareser bibe, hewldanên xwe bidomîne."
Dewleta Tirk destûr nade ku Kurd sîyasetê jî bikin û di aliyekî din de jî
behsa demokrasiyê dikin
Provokasyon û tahrîkên ku bi
pêþengiya MHP’iyan ve tên kirin, beþên ewlekariya dewletê li dijî van êrîþan
bêdeng dimînin. Avahiyên DTP’ê tên talankirin û li gelek cihan hewldanên
lîncê û êrîþên çêkdarî pêk hatin. Bi van hewldanan û bêdengiya dewletê
Tirkiye ber bi þerekî navxweyî ve diçe.
Li pêþîya Kurdên bakûrê Kurdistanê gelek kêþeyên bingehîn wek perwerdeya bi
zimanê kurdî,pêþxistina aborîyê û ji holê rakirina bê karîyê,bi temamî
serbest berdena weþanên bi Kurdî,rakirina qedexeyên ser navên Kurd(navên
gund û bajaran),di resmîyetê de pejirandina navê "Kurd",bi kar anîna zimanê
Kurdî di kamûyê de,guherandina helwestên dewleta Tirk û civaka Tirk hember
Kurdan, û heta çareser kirina problemên civaka Kurd ku di nava þerê dijî
Kurdan a 30-40 salên dawîn de pêk hatine.
Kurd bo têkdana polîtîkayên dagirkeran û standina
mafên neteweyî li bakurê kurdistanê di gelek waran de berxwe didin û zemîna
siyasî jî yek ji wan riyê têkoþîna Kurdan e. Lê dewleta Tirk dijberên Kurdan
her tim xwestin vê riyê jî li ber Kurdan bigrin.
Ku daxwaza
Serdozgerê Yargitayê bê qebûlkirin û DTP'ê bi girtin dê hejmara partiyên
kurdan ên hatine girtin derdikeve 6'an. Siyaseta gelê kurd a di nav pergalê
de yekem car di 7'ê hezîrana 1990'an bi avakirina Partiya Keda Gel (HEP)
dest pê kir. Partî ji ber fikrên xwe yên derbarê pirsgirêka kurd de di 7'ê
Gulana 1993'yan de ji hêla Dadgeha Makezagonê ve hate girtin. Partiya
Demokrasiyê (DEP) ku li dû wê hate vekirin di 16'ê hezîrana 1994'an de hate
girtin. Partiya Azadî û Demokrasiyê (OZDEP) ku di 25'ê hezîrana 1992'yan de
hate vekirin di 1994'an de hate girtin. Di heman salê de Partiya Demokrasiya
Gel (HADEP) hate avakirin. HADEP ku partiya herî zêde di nav pergala
Tirkiyeyê de siyaset kirî ya kurdan e, di 2003'yan de hate girtin. Partiya
Gel a Demokratîk (DEHAP) û Ozgur Partî ku piþtî HADEP'ê û çend partiyên din
jî ku ji aliyê kurdan ve hatibûn damezirandinjî rastî doza girtinê hatin. Lê
ev partî berî bên girtin xwe fes kirin.(HAWAR DENGÛBAS
/ Dîha, ajansan )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|