|
Rayedarên hikumeta Kurd berpirsyariya pêknehatina referandûma Kerkûkê
davêjin ser stûyê hikumeta Iraqê
27 Sermawez
(Mijdar),
2007 weþandin:09:09:32 (GDK)
Li
ser meseleya taloqbûna rapirsiya Kerkûkê di dema xwe de malbenda 2 ya YNK-ê
û Liqa 3 ya PDK-ê beyanameyek e hevbeþ bo xelkê Kerkûkê belav kirin.Di
beyanameyê de her du aliyan rijdbûna xwe li ser aramî û ewlehiya bajarê
Kerkûkê nîþan dan û soz didin bo dabînkirina jiyaneke baþ bo hemû pêkhateyên
Kerkûkê bêy tu cudahiyek.
Her wiha vegerîna Kerkûkê bo ser Kurdistanê û wekû bajarên din ên Kurdistanê
geþe bike.
Cîgira serokê lîjneya bilind a madeya 140 Nermîn Osman di pêwendiyekê de
ragihand ku di civînê de meseleya pirsgirêka sînorên îdarî yên navçeyên
Necef û Kerbela dê bên nîqaþkirin ji ber ku pirsgirêka sînorên îdarî yên
Kurdistanê hatine yekalîkirin û hemû belge û dokumant hatine amadekirin.
Kerkûkî;"Nêrîn
û fikra jehrî a neyarên neteweya me ye, ku carnan dikare serê hinek ji
karbidestên kurdan jî biþêwîn"
Di derbarê wan daxuyanî û nûçeyên ku di van demên dawî de li dij û bi zerera
bicîhanîna madeya 140 a Destûra Hertimî a Iraqê hatin belavkirin de, cîgirê
serokê Parlementoya Kurdistanê Dr.Kemal Kerkûkî aþkerekirinek belav kir.
Daxuyaniya Kerkûkî wisa ye;
Di dîroka Kurdistanê de pir bûyer û biserhatiyên cuda cuda hene, ji
neadaletî û rêketin, sozên bêbingeh ên dilxweþker, bo xelkê me bigre, heta
digihîje nexweþiyan û hewlên nehêlan û jinavbirina me. Lewre erka ser milên
hemû aliyekî ye ku dîroka neteweya xwe baþ bizanibe û bi hûrî vekole û
hertim di bîr û di pêþ cavê me de be.Dive bûyeran þîrove bikin û li ser wê
bingehê jî biryarê li ser dahatûya xwe bidin.
Ya ku li cem xelkê Kurdistanê rûn û aþkere ye ew e ku, hêj jî hinek kes û
alî hene, ku dijminatî û kîn di dilê wan de heye û bi þev û roj kar bo
danîna astengî û rêgiriyan di pêþiya bicîhanîna madeya 140 dikin.Armanca wan
jî ew e ku di welatê me de demokrasî û wekhevî neçespe, dever hertim di
tarîtiyê de bimîne û tu pêþveçûnekê bi xwe ve nebîne.Lewre bi navê
taloqkirin û paþdexistina bicîhanîna madeya 140, berdewam hewl didin ku
astengiyan bixin pêþiya bicîhanîna wê madeyê. Di rastî de ev yek pir asayî
ye, ku kesekê nîjadperest û bikirêgirtî yê wan aliyanê ku astengiyan çê
dikin, hewlên vî awayî bidin.Lêbelê ya balkêþ ew e ku ew nêrîn û fikra jehrî
a neyarên neteweya me ye, ku carnan dikare serê hinek ji karbidestên kurdan
jî biþêwîni.
-Lewre me bi pêwîst zanî dubar e bikin ku:
1-Madeya 140, madeyeke destûrî ye û %80 xelkê Iraqê bi hemû pêkhateyên wê
ve, dengê xwe jê re dane û pejirandine.
2-Lîjneya Bilind a Bicîhanîna Madeya 140 ku Hikûmeta Federal a Iraqê bi
fermî pêkaniye, destbikar e bo bicîhanîna erkên xwe, budceya wê heye, karên
xwe bi baþî pêk anîne û bi temamî têkoþiye bo ku ew made di dema xwe de, bêy
ku bê taloqkirin, bê bicîhanîn.
3-Heta niha Lîjneya Bilind a Bicîhanîna Madeya 140 biryarên baþ wergirtine.
4-Asayîkirina rewþa cihên ku alozî tê de hebûn, hatine çareserkirin.
5-Pêþniyarên wê lîjneyê ji bo Hikûmeta Iraqê, Civata Nûnerên Iraqê,
Parlementoya Kurdistanê û xelkê Kurdistanê ew e ku wekû di Destûra Iraqê de
hatiye, tenê xelkê esl yê wan deveran (deverên cudabûyî) mafê beþdarbûnê di
rapirsiyê de heye.
6-Vegerîn bo ser esasê serjimêriya sala 1957-an, serjimêrî û diyarîkirina
cihên biarîþe û sînorê hemû wan cihên ku madeya 140 digire nav xwe, dê bi
asayî çareser bike. Bi vî awayî tu kesek namîne, ku bikare demografiya
navçeyê biguhere.
7-Rûniþtiyên wan deveran, bi hemû pêkhateyên wê ve, alîgirê wê yekê ne, ku
referendum di dema xwe de û bêy ku bê destkarîkirin, bê pêkanîn.Çimkî di
berjewendiya hemû aliyekî de ye.
8-Serjimêriya sala 1957-an dê hemû arîþeyan çareser bike û bi wî awayî kurd,
ereb û tirkmen yan jî her neteweyekê din ku bi eslê xwe xelkê deverên
cudabûyî be, mafê baþdarîkirinê di wê referendum de dê hebe.
9- Madeya 140, di Destûr hertimî a Iraqê de madeyeke girîng e bo
çareserkirina arîþeyeke dîrokî û pirbûyer, bi riya aþtiyan, yasayî û
demokrasî.Lewre bicîhanîna wê madeyê rêzgirtine li Destûra Hertimî a Iraqê,
ku %80-yê wan dengderên ku beþdarî di wê referendumê de kirine, xelkê Iraqê
ne û ew jî baþtirîn riya çareseriyê ye bo nehêlana arîþeyan.
10-Bicîhneanîna madeya 140 rêznegirtine li îradeya bi giþtî piraniya xelkê
Iraqê û bitaybetî jî xelkê cihên bipirsgirêk e. Ev yek ji bilî wê yekê ku di
destpêka Destûra Iraqê de hatiye nivîsîn, ku ‘Rêzgirtina Destûra Iraqê,
rêzgirtina yekperçeyî ya axa Iraqê ye, bi gel, xelk û serweriya wê ve.
11-Ew referendum bo selmandina axa wan cihan nine, ku ser bi Kurdistanê ve
ne.Çimkî dîrok û coxrafiyayê mêj de ye kurdistanîbûna wan cihan ( deverên
qediyayî ji Kurdistanê) selmandiye. Lewre ew referandum tenê bo wê yekê ye,
ku xelkê wan cihan bi awayekî azadane biryar bidin, da bajarên wan di ware
îdarî de li gel Herêma Kurdistanê de bin yan li gel Bexdayê. Li gel van hemû
tiþtan jî, Herêma Kurdistan û Bexda di nav sînorê Iraqa federal û sînorê
dewletekê de ne.
12-Berpirsyariya piþtguhxistin, çêkirina astengiyan û hewlên taloqkirina
madeya 140 dikeve stûyê Hikûmeta Iraqê. Û her kes yan aliyek hewlên çêkirina
pirsgirêk û astengiyan di pêþiya bicîhanîn yan hewla taloqkirina wê madeyê
bide, li hember dîroka gelê Kurdistan û Iraqê berpirsyar bibe.
13-Li gor Destûra Iraqê, bo bicîhanîna madeya 140 demeke diyarkirî hatiye
danîn ku nabe ji 31/12/2007-an derbas bike. Wêca berî wê dema diyarkirî dive
hemû karekê wê madeyê hatibe diyarkirin. Nabe carek din nîqaþ li ser bê
kirin ku hêj jî bê taloqkirin.
Cîgirê serokê Parlementoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî
(Puk medya /Pna)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|