|
Qêrîna jinan ji bo aþîtîyê
23 Sermawez
(Mijdar),
2007 weþandin:19:09:32 (GDK)
122 jinên ji derûdor û bawerîyên cihê cihê di danezana aþîtîyê de hatin cem
hev: Em jin, me ji bo aþîtîyê soz da. Xwezîya herî mezin ya ku me digihîne
hev, me di gotinên xwe de diyar kir.
Þiddeta ku di van rojên dawî de daket kolan û kuçeyan bû sedemê ku jin
bikevin bizavê. „Ji bo aþîtîyê gotinek“a Jinên navdarên Tirkiyeyê yên
nivîskar, akademîsyen, hunermend, rojnamevan û lîderên tevgirêdanên civakî
yên sivîl, hebû. Ev gotin di danezaneka rojnameyî de hatin cem hev û bi
herkesî hatin ragihandin.
Jinên ji derûdor û bawerîyên cihê cihê ne, hevbeþîya xwe weha tînin ziman:
"Biz kadýnlar barýþa söz verdik Wek jin me soz da aþîtîyê! Xwezîya herî
mezin ya ku me digihîne hev, me di gotinên xwe de diyar kir." 122 jin bi
riya danezana ku dana rojnameyê xwezîyên xwe didin ragihandin û bangî hemû
jinan jî dikin ku bi riya malpera www.vakitgeldi.org gotinên xwe yên ji bo
aþîtîyê bêjin û ragihînin. Gotinên jinan yên ji bo aþîtîyê ev in:
Ayþe Böhürler (Endama encumena partî yê ya AKP, nivîskar): "Ne çanda
mirinê, lê divê em çanda aþîtîyê bidin þîn kirin; Ger ji alîyekî ve em þer û
cengê teþwîq bikin, em dê çewa ji alîyê din ve aþîtîyê hînî zarûkên xwe
bikin?"
Oya Eczacýbaþý (Seroka birêvebiriya modern ya Stembolê): "Beriya ku
bêtir xwîn were rijandin, bi tevayî wek netewe ji bo pêkanîna þertên aþîtîyê
li welat û biserketina biratîyê divê em hewl bidin ."
Aslý Erdoðan (nivîskar): "Roja ku þer biserdikeve, xenîmeta wê laþê însanan
e , ne însan"
Prof. Ayþe Erzan: "Þer, ji bilî bi destê dewletê zêdekirina terorê pê
ve nayê tu maneyê."
Leyla Gencer (hunermenda operayê): "Wek keseka ku hebûna xwe deyndarê
Ataturk e, ez bawerim ku divê em bi distûra wî ya 'Li welat aþîtî, li cîhanê
aþîtî' ve girêdayî bimînin , nekevin þer û hemû reforman biparêzin."
Ayþe Kulin (nivîskar): "Xwiþk û birayên min yên ku bi sedsalane di
nav hevûdin de dijîn, di dewsa þadîya jiyanê de parvekirina êþa mirinê ji bo
çi? Ew kesên ku cengên cîhanî yên ku bûne sedemê kuþtina gelek însanan
jiyane jî ger ku di dawîyê de çareyê di aþîtîyê de dîtibin, beriya ku em
gelek dereng bimînin, careka din em bifikirin! Riya bêveger tenê riya mirinê
ye"
Perihan Maðden (nivîskar): "Hevoka ku divê dayîk îro biqîrin, hevoka
'zarûyên min yên ku ez ji bo tu þerî verêkim tunene'." ye
Prof. Jale Parla: "Ger ku þerek hebe –ku divê tunebe- û ger yê ku ji
wî þerî xelasbûyî be hebe –ku gelek zehmet e- yên ku pê kêfxweþ nebin, ew
rihqatil in."
Prof. Dr. Türkan Saylan (serokaÇYDDê ): "Em jin, li vî welatê delal
ji bo pêkanîna jiyana bêteror, ji þiddetê dûr, bi cihêbûnê xwe re lihevkirî,
dest bi dest, dil bi dil ve divê em pêþengiyê bikin û emê bikin jî!"
Zeynep Tanbay (hunermend): "Ji bo aþîtîyê, diviyahîya me ne bi kulm û
çekên zilaman lê bi hêstirên çavên wan heye... cara dawîn ku ew giriyan hê
sê salî bûn!"
Adalet Aðaoðlu (nivîskar): "Bûye ku aþîtê êdî dengê evîndarên xwe
nabihîze. Berhênana çekên xwedawendê cengê û kontrolkirina bazirganîyê,
hetta berlêgirtina wê þert e."
Demet Akbað (hunermend): "Bila hemû zarûkên cîhanê cengan ji pirtûkên
dîrokê hîn bibin, lê bila tu caran nebin bînerê wê."
Sezen Aksu (hunermend): "Ez diwazim gotina yekî jîrik bêjim: 'Çav ji
bo çav, dinyayê kor dike.' Mahatma Gandhi."
Derya Alabora (hunermend) : Wek ku Shakespeare gotiye, 'Kulmek axa ku
em bidest bixin dê têra veþartina miriyên me neke'.
Leyla Alaton (karsaz): " Aþîtî! Ger em birastî bixwazin gengaz
(mimkin)e."
Müjde Ar (hunermend): " Aþîtî... Ewqas nêz e ku..."
Ýnci Aral (nivîskar): "Hêza ku dixwaze me bike nezarê hev ewqas mezin
e ku, ji bona em bikaribin li hember rawestin tenê çarekî heye: Bêyî ku Kurd
û Tirk hevûdin hembêz bikin aþîtî pêk nayê. Bi bîrûbawerîyeka hevbeþ divê em
li hember emperyalîzmê derkevin û bibînin ku em ne neyarê hevûdinê ne."
Prof. Dr. Yeþim Arat: "Gelo aþîtî ewqas zehmet e? Em li kêleka hev
bisekinin, lihev guhdarî bikin, bibihîzin?"
Oya Baydar (nivîskar): "Ger mijarê gotinê aþîtî, însan û jiyan be,
hertiþ piþtî wê tê."
Ýdil Biret (piyanîst): "Bi daxwaza ku em li rojên xweþtir bi hev re
bi dostanî bijîn..."
Aynur Doðan (hunermend): "aþîtî ew e ku meriv karibe xwe bike dewsa
yê dinê û empatî pêk bîne."
Prof. Dr. Yýldýz Ecevit: "Þer gelek tiþtan hînî me kir, ji niha pê ve
em dixwazin bibi þagirtê aþîtîyê."
Yýldýz Kenter (hunermend): "Ez ji aþîtîyê hez dikim, ez ji
þaristanîya ku aþîtîyê pêk anîye hez dikim, aþîtîyê dixwazim. Weka ku jineka
gundî di leyistika 'Ez Anadalû' de dibêje: 'Binêre, ma tu dibînî ka þer
dikare bi kêrî kî were.'
Pýnar Kür (nivîskar): "Aþîtî, ne dijmaneya þer e. Aþîtî, hêvîyeka
beriya þer, xweyiyeka piþtî þer nîne. Wek avê, wek hewayê, wek ken
diviyahîyeka jiyanî ye."
Meral Okay (hunermed): "Ez bi wî dilê piçûçik û wijdanê mezin yê
ýnsanîyetê bawerim. Ji bo aþîtîyeka domdar, destpêkeka durust dixwazim."
Iþýl Özgentürk (rojnamevan): "Aþîtî, tevlîbûna strana cîrana ye ."
Zozan Özgökçe (mafparêza jinan): "Yên ku piþtî þer hê dijîn ew kes
in, yên ku hêstirên çavan dirêjin, wijdanê wan ezab dikþîne û yên ku seqet
mane ne. Ez ne dixwazim hêstiran birêjim, ne dixwazim ezabê wijdanê xwe
bikêþim û ne jî dixwazim seqet bimînim. Ma hun?"
Latife Tekin (nivîskar): "Gelî jinan, ma bi faþîstan re aþîtî dibe! M
ahun bawer dikin ku dinya hêþîn, bi yên þerekî nukleerxwaz re, bi
bikarhênerê siyanurê re, bi firoþerê jehrîyê re, lihev were."
Rojin (hunermend): "Gulle ket goþ, mirin bi qasî gotinê hêsa nîne.
Êþa yekî/-a wek êþa xwe zanîn esalet e..."
Hale Soygazi (hunermend): "Hingî meriv ji çareserîya siyasî dûr
dikeve, zimanê þiddetê ewqas li meriv rûdinê. Divê em vî zimanê ku ketiye
hemû warên jiyana me deþîfre bikin, teþxîr bikin û derxin ber çavan. Azadî,
wekhevî, aþîtî tenê wê çaxê."
Ayþe Soysal (Rektora Unîwersîteya Boðazîçî): "Divê em aþîtîyê fêrî
zarûkên xwe bikin."
Gülriz Sururi (hunermend): "Ji zûde hatiye jibîrkirin ku ji bo jiyîna
di aþîtîyê de divê meriv þerê ji bo aqil bike."
Takuhi Tomasyan (nivîskar): "Bila aþîtî pê were, bila sifra we þên
be."
Buket Uzuner (nivîskar): "Pirsgirêka bi riya þiddetê çareser kirin
meseleyeka çand, û têgihîþtinê ye; Bi redkirina li zarûkên xwe danîna navên
wek Savaþ (ceng), Cenk (ceng), Hýncal (hêrsa xwe lê vala ke) ya jî Öcal
(tolê wergire) bixwe jî di têgihîþtina me ya çandî de qonaxeka nû dikare
were destpêkirin, Em dikarin bêtir cî bidin Söz (peyv/gotin), Aþîtî, Afife
(paqij û birûmet) ya jî Baðýþ (bexþ)."
Serra Yýlmaz (hunermend): "Di derbarê aþîtîyê de gotinên herî hemasî
her gav ji alîyên kesên ku di þer de biserketine de hatine gotin. Dengê
kesên ku bi rastî þer wendakirine qet dernayê, di devên wan de ax, ax ax..."
(Mihemed Silivî / çavkanî:Radikal)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|