|
Ugurê biçuk! Dewleta Tirk qetîlên te serbest berda lê Kurd te ji bîr nakin
22 Sermawez
(Mijdar),
2007 weþandin:21:23:28 (GDK)
|

Cîhe
ku Ugurê biçuk hatibû kuþtin
|
AMED, bakurê Kurdistanê -- Terorizma dewleta Tirk 3 sal berê canê
zarokekî 12 salî bi stand.
Kujerên wê 19 nîsana 2006'an
serbest hate berdan.
Polêsên Tirk ên gunehbar bi sedema
ku 'Sînorê mudafaya meþrû derbas kirine, bi qastî û beyî ku sûc tespît bibe
kes kuþtine dihatin dadgehkirin' lê belê mehkeme der heqê 4 polêsên gunehbar
de biryara beraatê da.
ÎHD
dê dozê bibe dadgeha Mafên Mirovan
Cîgira Serokê Giþtî yê Komeleya
Mafên Mirovan (ÎHD) Reyhan Yalçindag, da zanîn ku riyên hiqûqa navxweyî
biqedin, wê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Cîgira
Serokê Giþtî yê ÎHD’ê Reyhan Yalçindag ku li hemberî biryarê nerazîbûn nîþan
da, bi bîr xist ku bûyer di Hefteya Mafên Zarokan a Cîhanê de qewimiye.
Yalçindag destnîþan kir ku di vê
heftê de zarok pir bi rehetî tên kuþtin û ji ber vê yekê xemgîn in.
Yalçindag bal kiþand ku kujerên Ugur Kaymaz ê 12 salî nehatine girtin û
diyar kir ku doz, tenê carek li Mêrdînê hatiye dîtin û wiha got: "Ewlehiya
cemaweriyê ya di meseleya neqlê de, bi rastî ewlehiya dewletê ye. Dema
naxwazin edalet bi cih bê, bi giþtî wiha dikin. Me daxwaznameyek temyîzê bi
berfirehî amade kir û pêþkêþ kirin. Heta ku hêza me hebe, em ê dozê
biþopînin.” .
Terorizma Dewleta Tirk ser Kurdan di asta
dervey însanetiyê de ye
Ugur Kaymazê
12 salî û bavê xwe Ahmet Kaymaz ku di 21'ê sermaweza sala 2004'an de li ber
mala xwe ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatibûn kuþtin.
Ugurê biçûk
ku hê di dema xwe yê herî xweþ ya zarokatiya xwe de bû ji hêla peywirdarên
dewletê ku ji "ewlehiya gel" berpirsyarin ve bi 13 guleyan hate kuþtin. Li
Tirkiyê polis û leþkerên Tirk Kurdan û zarokên wan dikujin.
Dewleta Tirk
rê li ber cezadana wan kujeran digre û
ji bona ku moralê wan xirab ne be û xwe di bin telûkê de nabînin,
vediguhazînin cîyê herî aram.
Ji ber ku li Tirkîyê mekanîzma edaletê ji bona Kurdan nayê bikaranîn, gelek
bûyer û qetlîamên ser gelê Kurd wiha bêyî ku hasabê wan were pirsîn, hatine
ji bîrkirin.. (HAWAR
DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|