|
Kurdistan
Kurd li dijî girtina Hîlmî
Aydogdu bûn yek deng
28 sibat,2007 weþandin:21:33:51
(GDK)
Serokê Partiya Civaka Demokratîk
yê Þaxê Amedê Hilmi Aydogdu ku di daxûyanîke xwe de dîyar kiribû ku "êriþek
li dijî Kerkûkê were bikaranîn, li ba dilê me wek eriþekî li dijî Amedê
hatibe bikaranîn e" û ji alîyê hêzên dewleta Tirk ve hati bû girtin
nerazî bûna Kurdan didome.
Li navçeyên Bismil û Çinar
ên Amedê girtina Serokê Rêxistina DTP'a Amedê Hîlmî Aydogdu bi meþek hate
protestokirin. Li Îskenderunê jî girtina serokên rêxistinên bajaran bi
daxuyanê hate þermezarkirin.
Serokê HAK-PARê yê Þaxê Amedê
Umît Tektaþ
Wek hûn jî dizanin, ji beriya vê daxuyaniyê de, di meha sebatê de me jî wek
þaxa amedê ev êrîþberiya dijber Kerkukê daxuyaniyek kir. Birastî em dizanin
ku nerazîbûniya Kurdên Baþûr nerazîbûniya Kurdên Bakur e. Êþa wan jî,
binketina wan jî ji bo me xemgîniyek mezin e. Ji bo vê yekê jî wek erkekî
netewî piþtgiriya Kurdên Bakûr em baþ dibînin. Ev daxuyaniya DTPê ya þaxa
Amedê jî, bi raya me gavekî baþ e. Helbet em zanin hinek derdoran ewê
bitirsîne û bibe sedemê êrîþberiyê, mixabin ku pêvajoya netewa Kurd,
pêvajoyekî wisa ye divê em, ji rê û neqebên teng re jî amade bin. Em wek
HAK-PAR, girina Aydogdu þermezar dikin.”
Cîgirê Serokê DTPê yê Þaxê Amedê Huseyin Bora
Ev çend roj e ku di medya û rojnameyên Tirkiyê de, li ser Baþûrê Kurdistanê
dijberiyek gellek mezin, tên weþandin. Serokê Þaxê Amedê yê DTPê jî, li ser
Kerkukê hinek tiþt anî ser zimên û ev daxuyaniya wî bû sedemê girtina wî.
Fikrê ku serokê me aniye ser ziman, em wek rêvebiriya DTPê ya Amedê, bi xwe
ev fikrana parvedikin. Tiþtên ku gotiye, di cîh de ne. Fikrê wî, fikrê me
hemûyan e, fikrê hemû gelê Amedê ye.
Serokê Þaredariya Amedê Osman Baydemir
Ev, li Tirkiyê ne yekemîn êriþ e li ser azadiya fikir û mafê xweîfadekirinê
û ne jî, wê ya dawî be. Dema em li rastiya meselê dinêrin, em dibînin ku
daxuyaniya Hilmî Aydogdu, ji aliyê çapemeniyê ve ji rastiya wê hatiye
derxistin û bi þêweyek din hatiye belavkirin. Em di nav wê hviyê de ne ku
demek zutir, ev mexduriyet bê berterafkirin.
Serokê Þarederiya Batmanê
Em girtina Hilmî Aydogdu rast nabînin. Tiþtên ku gotiye, di cîh de ne. Ev
dîtina hemû gelê me ye. Em jî dîtinên wî parve dikin. Ev mijarek hesas e ku
hemû kurdan eleqeder dike. Ez dixwazim bêjim ku gelê Batmanê li piþta wî ye.
Cîgira Serokê Giþtî ya Komeleya Mafên Mirovan Reyhan Yalçindag"
Em, girtina Hilmî Aydogdu wek binpêkirina azadiya fikir û mafê
xweîfadekirinê û herweha, peþîlêgirtina xebata siyasî û bêtehmuliya li dijî
tevgera partiyên siyasî yên mixalif dinirxînin. Ev yek, bi tu þêweyek nayê
pejirandin û divê rayedarên dewleta Tirk, gavek zû dev ji vê siyaset û
helwesta xwe ya keyfî berdin û rê li ber azadiya fikir û mafê xweîfadekirinê
û herweha xebatên siyasî yên mixalif vekin.
"Wê Kurdên Bakûr(Kurdên
tirkîye) dakevin kolanan"
Li gorî nûçeyeke kovara Tempoyê, piþtî ku serokê DTP yê þaxa Amedê Hîlmî
Aydogdu got:" Ger êrîþek bibin ser Kerkûkê, emê wekî êrîþbirina ser Amedê
bihesibînin", hin siyasetmedarên kurd jî li ser vê mijarê axifîne.
Ji wan, serokê giþtî a Hak-Parê Sertaç Bucak gotiye:"Ger ji aliyê Tirkiyeyê
ve mûdexaleyek bo Kerkûkê bibe, em jî ku mafên me yên demokratîke, dê
helwestê xwe nîþan bidin.Ger tiþteke xirap li ser kurdên we derê bê kirin,
kurdên vê derê dê dakevin ser kolanan.Ez jî dê di wan kolanan de bibim.Em ê
wê yekê þermezar bikin , naçin xwendingehan û emê mafên xwe ên demokratîk bi
kar bînin..Hemû kurdên bakur li ser mijara bajarê Kerkûkê pir dilzîz û
hestiyar in."
Cîgirê serokê DTPyê Sirri Sakik:"Ger peywendiya xwînî û genî ya turkmenên we
derê û tirkên ve derê hebe, peywendiya xwînî û genî ên kurden Tirkiye û ên
wê derê jî heye.Aydogdu got ku ger bo kurdên wê dere mûdexale bê kirin,
kurdên Tirkiye wê yekê napejrînin.Em wek DTP operasyoneka derveyî sînor bo
Kerkûkê rast nabînin.Kerkûk bajarekî Iraqê ye û meseleyeke navxweyî ye".(HAWAR
DENGÛBAS /
ajansan)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|