|
Kurdistan
Erdhêjên Dawîn Yên Li
Bakûrê Kurdistanê Ditirsîne
NÛÇE-ÞÎROVE;HÊLÎN PASEWAN / HAWAR DENGÛBAS
22 Sibat,2007 weþandin:09:39:21
(GDK)
|

Xelkê
Elzezîzê þevê li dervey malên xwe derbas kirin
|
HAWAR-DENGÛBAS,AMED,Kurdistan-- Tê dîyar kirin ku ev xeta erhêjê ya li
bakûrê Kurdistanê li Cîhanê yek ji herî girîng ya ji xetên erhejê ye û ser
vê xetê gûmana çêbûna erhêjeke mezin heye û ev xet demeke dirêje ku dewra
bendengîyê de ye.
Doh li bakûrê Kurdistanê li a
bajarê Elezîzê erhêjek bi pileya 5.9 çêbû û di 7 bajarên bakûrê Kurdistanê
hêjîya.Erhêja ku li Amed, Elezîz, Meletî,Çewlik, Batman, Semsûr,Enteb,
Dêrsim û Mûþê jî hate hîskirin, li navçeya Sivrîce ya Elezîzê pêk hatiye.
Rasatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha
Bogazîçî ya Stenbolê diyar kir ku erdhej di 13.05'an pêk hatiye û þîddeta wê
jî 5.9 e.
Bajarên ku hêjîyan xelkê ketin nava tirsê, ji avahiyan derketin derve.Li
navçeya Sîvrîce ku navenda erdhejê ye, hemû welatî derketin derve û li
telefonan pirsa xizmên xwe dikin. Di erdheja ku mirî an jî birîndar çênebûn
de avahiya PTT'ê, qeymeqamî, banqeya ziraetê û hinek dibistanan de derizîn
çêbûn.
Rayedar gel hiþyar kir ku bila nekevin nava avahîyên xirab bûyî.
Doh bi þev ji çend erhêjên bçûk pêk hatin.Ji ber tirsê gelê Elezîzê neçar
man ku þevê li derve desrbas bikin.
Her wiha li navenda Elezîzê û navçeyên wê Sîvrîce û Madenê dibistan hate
tatîl(betlane) kirin..
Xeter mezin e
Wek tê zanîn di 9ê Sibatê jî li
heman cîhê erhêjek çêbû bû û hin avahî xesarên biçuk dîtibûn.
Doh li ser erhêjan Koma Agahdar Kirina Erhêjê ya girêdayî Zanîngeha Teknîk a
Stenbolê bi daxûyanîyeke dîyar kirin ku êrhêja dawîn ku pêkhatÎye
berdewamîya aktîvîteya erhêjê ye ku di 9ê Sibatê de destpêkirîye.
Zanyar dîyar dikin ku erhêj di nava xeta erhêjê ya ku ji Paloya Bîngolê
destpêdike heta Hatayê dirêj dibe de çêbûye.
Hate dîyar kirin ku ser vê xetê erhêja herî dawîn ku zîyanek mezin çêbûye di
salên 1874 û 1875'an de pêk hatîye.Erhêja dawîn jî ser heman xetê çêbûye.
Tê dîyar kirin ku ev xeta erhêjê ya li bakûrê Kurdistanê li Cîhanê yek ji
herî girîng ya ji xetên erhejê ye û ser vê xetê gûmana çêbûna erhêjeke mezin
heye û ev xet demeke dirêje ku dewra bendengîyê de ye.
Ji ber vê yekê jî divê di herêmên Palo,Sivrîce,Sincik û derdoravan de di
zûtirîn demde projeyên avahîyên biewle bêne pêkanîn.
Di dîroke nêz de jî
erhêj zîyanên mezin da li bakûrê Kurdistanê
Di dîroka nêz ya bakûrê Kurdistanê
de gelek erhêjên dijwar çêbûn.Di wan erhêjan de bi hezaran mirov jiyana xwe
ji dest dan.Hema hemû erhêj li ser xeta heman xeta erhêjê
pêkhatin.Îstatîstîk wisa nÎþan didin ku îxtîmala erhêjeke mezin ser wê xetê
hertim heye.Ji ber vê yekê jî divê tedbîrên pêwîst di dzûtirîn dem de bê
vergirtin.
1782, Hêza wê 8, 10 000 mirî li Erzinganê
1938, Hêza wê 8,7 li Erzinganê 40.000 mirî, bi hezaran birîndar û ziyaneke
mezin
1946, Gimgim (Mûþ) nêzî 1000 mirî
1966, Gimgim (Mûþ) nêzî 4.000 mirî
1975i Lîce(Diyarbekîr) nêzî 3000 mirî
1992, 13'ê adarê, Hêza wê 6,8 li Erzinganê, 3.658 mirî û bi hezaran birîndar
2003, 27'ê rêbendanê , Hêza wê 6,1 li Pilemor, mirî kêm lê ziyan mezin
2003,1'ê Gulanê,li Bîngolê Hêz;6,4 nêzî 200 mirî
2004, Hêz;5,1 nêzî 29 mirî
Dewleta Tirk jixwe
xemsar
Dewleta Tirk wekî her bûyer û
karesatên li bakûrê Kurdistanê xemsar e.Karesatên wisa dema ku li Stenbol an
jî bajarekî din ya Tirkîye pêk tên medyaya Tirkî û dezgehên Dewleta tirk bi
lezî radibin serpîyan û qiyematê radikin û bi rojan di medyayê de bê navber
nûçeyên karesatê didin,her tim dibêjin "cewazî di navbera tu herêmên Tirkîye
nîne û ew jî ji me ne" lê helwesta wan bo Kurdistanê ku ne wek beþa
Tirkîyeyê ye.
Wek tê zanîn ji ber ku Dewleta Tirk veberhênana pêwîst bo bakûrê kurdistanê
pêk nayîne û ji ber vê yekê jî binesazîya bajarên li herêma bakûre
Kurdistanê ne sexlem in û di karesatan sirûþtî de dirûxin.
Her wiha li gel pêkhatina îxtîmala wan karesetan sirûþtî wek erhêj û lehî û
hwd. dewleta Tirk tu sermaye ranezandiye, tu kar jî nake. (HAWAR
DENGÛBAS)(çavkanîyên
giþtî;AA,Puk medya)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|