|
Kurdistan
Hikumeta AKP Paþve Gav Avêt Lê Dijminkarîya Arteþa Tirk Berdewame
NÛÇE-ÞÎROVE;HAWAR DENGÛBAS
17 Sibat,2007 weþandin:13:41:39
(GDK)
HAWAR-DENGÛBAS,AMED,Kurdistan-- Serok wezîrê hikumeta tirk û serokê AKP
Recep Teyyîp Ergogan jî dev ji tehdîtên xwe ser kurdistana azad berda û
behsa dîyalogê kir.Di alîyekî din de jî serfermandarê arteþa Tirk di
axaftineke xwe ya di serdana xwe ya li DYE de bi tundî û veþartî tehdîtan li
Kurdan kir û dîyaloga bi Kurdan red kir.
Piþtî kooordînatorê PKK Edîp Baþer
ku got em amade ne bi rêvebÝrên Kurd re bikevin danûstandinê serokwezîrê
hikumeta tirk û serokê AKP Recep Teyyîp Ergogan jî dev ji tehdîtên xwe ser
kurdistana azad berda û behsa dîyalogê kir.
Her wiha di demên dawî de
rêvebirên din yê AKPyî wek wezîrê derve ya dewleta Tirk Ebdullah gul jÎ hin
daxûyanîyên nerm derbarê Kurdistana a Federal û meseleya Kerkûk û çareser
kirina keþeya PKK de weþandin.
Di alîyekî din de jî serfermandarê
arteþa tirk di axaftineke xwe ya di serdana xwe ya li DYE de bi tundî û
veþartî tehdîtan li Kurdan kir û dîyaloga bi Kurdan red kir.Ser vê yekê
kooordînatorê PKK esl-leþker Edîp Baþer jî paþ ve gav avêt û got "gotinên
min þaþ hate têgihêþtin".
Her wiha serkomarê dewleta Tirk ku
bi dijminkarîya xwe ya li hember Kurdan tê nasîn jî nerazîbûna xwe berambarî
danûstandinên navbera dewleta Tirk û Kurdistana Federal dîyar kir.
Wek tê zanîn Serokomarê Tirkîye
Ehmed Necdet Sezer naxwesti bû ku ku Celal Talabanî ji ber ku Kurde bo
Tirkîye bê vexwendin.Dilsarîya Ehmed Necded Sezer ji ber Kurd bûna Celal
Talabanî û pêþketininên li Kurdistana azad tê.
Abdullah Gul:"
Siyasetmedar erkên xwe pêk bînin pêwîst nake leþker çek bi kar bîne
Wezîrê derve yê Tirkiye Abdullah
Gul berî ku biçe Erebistana Sudiyê, li ser daxuyaniyê vê dawiyê yê
serokwezîrê Tirkiye yê li ser peywendîgirêdana li gel hikûmeta herêma
Kurdistanê, axivî.
Gul dijÎ li helwesta leþkeran derket û dÎyar kir ku ger siyasetmedar karên
xwe pêk bînin pêwîst nake leþker çekan bi kar bîne û got:" Babetên siyasî û
babetên leþkerî ji hev cihê ne. Leþker bi çekê xwe diaxife. Babetên siyasî
bi siyasetê,babatên dîplomatîk bi dîplomasiyê tên çareserkirin."
"Ednan
Muftî:"Daxuyaniya Erdogan dê bandoreke pozîtîf li peywendiyên navbera
pêkhateyên Kerkûkê bike"
Piþtî daxuyaniya serokwezîrê
Tirkiye Tayîb Erdogan ku tê de amadeyiya hikûmeta xwe diyar kir bo
têkîlîdanan li gel hikûmeta Kurdistan Ednan Muftî daxuyaniya xwe de
rewþê wiha nirxand ku di demeke baþ de hat bo xizmetkirina berjewendiyên
hevbeþ û got:" Em bi germî pêþwazî li vê daxuyaniya Erdogan dikin." Muftî
ragihand ku li vir jî amadeyî heye bo gotûbêjkirin û baþtirkirina
peywendiyên hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Tirkiye.
Li ser pirsa gelo ew daxuyanî dê bandoreke bi ser dosyeya Kerkûkê bike birêz
Muftî got:" Bi ya min ev gav dê xizmeta gelê Iraqê jî bike bi giþtî û bi
taybetî jî di Kerkûkê de dê bandoreke pozîtîf bi ser peywendiyên navbera
pêkhateyên Kerkûkê bike."
Serokê Kurdistanê
:"Ger dewleta Tirk sînorê Kurdistanê derbas bike divê dûmahîka vê yekê jî
baþ bifikirin"
Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî li
ser di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Le Monde de helwesta Tirkiyê de
dîtinên xwe anî zimên. Serokê Kurdistanê, derbarê helwesta Tirkiyê wiha got:
Tirkiyê ne xwedî maf e ku dest dirêjî nav karê Iraqê bibe. Ez ne bawer im ku
dewleta tirksînoran derbas bike. Gava biryarek wisan hebe, pêwîst e li ser
dûmahîka vê biryarê baþ bifikirin.
Em nikarin bixêrhatina Tirkiyê bi kulîlkan bikin. Bihayê wê çi dibe bila
bibe, em mecbûr in ku qezencên xwe biparêzin.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rojnameya Le monde re derbarê diyaloga bi
Tirkiyê re wiha got: Rewþa diyaloga bi wan re piþtî hilbijartinê dê zelaltir
bibe. Dema neteweperest bên ser hikûm, bawer dike ku mecalên têkiliyê dê kêm
bibe. Lê gava AKP bê ser hikûm, dikare rêya têkiliyê bi erênî bibe."
Kerkûk û referandûma 2007
Kurd dixwazin referandûmekî Kerkûkê daxîlî sînorên Kurdistan azad
bikin.Dewleta Tirk û hemû dijberên Kurdan naxwazin ku referandûmek bê saz
kirin.Ji ber ku ew jî dizanin ger referandûm were kirin wê Kurdan
biserkevin.Her wiha ji heman sedeman dijî pêkanîna madeya 140 ê ne ku bi vê
madeyê Kurdên ku ji Kerkûkê hatine derxistin paþ ve bê vergerandin.
Dewleta Tirk îdda dike ku bi çêkirina referandûmê wê li Iraqê tundî gurtir
be.Lê dewleta Tirk ev yekê eþkere nake ku wê tundkarîyê bixwe derxîne
holê.Her wiha dîsa lawaz kirina desthilatdarîya Kurdistana azad daxwazîya
hemû dijberên Kurdan e.
Serokwezîrê Tirk R.T. Erdogan ku
sala par pirsgirêka Kurd pejirandi bû niha ji ber lîstikên xwe yên sîyasî
yên qirêj û careke din serketina di hilbijartinan de dikare ku bi dijberên
kurdan re hevkarîyê bike û beramberî Kurdistana azad êrîþek bidin
destpêkirin.
Lê arteþa Tirk wekî di her mijarê
bi têkîldarê Kurdan wisa xuya ye ku dîsa dev ji dijminkarî û êrîþkarîyên xwe
ber nedin. (HAWAR
DENGÛBAS)(çavkanîyên
giþtî;PNA,Puk medya)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|