|
Kurdistan
Ednan
Muftî :" Maf û berjewendiyên turkmanan li Kurdistanê tên bidestxistin ne li
Tirkiye"
07
Reþemî(Sibat),2007
weþandin:21:11:02 (GDK)
HEWLÊR,Kurdistan
-- Îro piþtî nîvro serokê parlamena Kurdistanê Ednan Muftî ragihand ku
bicihanîna maddeya 140 di berjewendiya hevrejiyana brayane ya navbera hemû
pêkhateyên Kerkûkê de ye bi kurd û turkman û erebên resen ve.
Her weha daxwaz ji turkmanên
Kerkûkê kir ku rola xwe li aþkerekirina rastiyan bo brayên turkman bibînin
ku ayende û berjewendî û çarenivîsa wan di hevrejiyana brayane de ye li gel
gelê kurd di Kurdistanê de.
Muftî îro pêþwazî li þandeyeke bilind ya serkirdayetiya 6 partiyên turkman
ên li Kerkûkê kir û Muftî behsa dîroka hevrejiyana brayane ya navbera kurd û
turkman kir û her weha amaje bi wan hewlan kir ku bo bicihkirina mafên
brayên turkman di destûra Kurdistanê de di rojevê de ye û ragihand ku
parlamento û serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê piþtgiriya bicihkirina maf
û daxwazên turkmanan dike di destûra Kurdistanê de û got:" Li her bajêr û
nahiyeyek ku piraniya akinciyên wê turkman bin, pêwîst e parêzgar an
qaymeqam an rêveberê nahiyeyan ji brayên turkman bin û xwe karûbarê îdarî yê
deverên xwe bi rê ve bibin."
Muftî piþtre behsa Kurdistaniyetiya bajarê Kerkûkê kir û tekîd kir ku piþtî
vegera Kerkûkê bo ser herêma Kurdistanê turkman li Kurdistanê dibe neteweyê
duyem û maf û berjewendiyên wan tên parastin û di parlamento û hikûmeta
herêmê de bi denge û graniya zêdetir beþdar dibin.
Piþtre Muftî daxwaz ji nûnerên partiyên turkman ên Kerkûkê kir ku rola xwe
li gihandina rastiyan bo brayên turkman bibînin ku ayenda û berjewendiya wan
li Kurdistanê tên peydakirin ne ku li Tirkiye.
Her weha Muftî got:" Erkek e girîng û giran li ser mile we ye û pêwîst e bi
diyalog û lihevtêgihiþtin û xebata hevbeþ heye di navbera hemû aliyên siyasî
ên turkman û pêkhateyên din ên bajarê Kerkûkê."
Her weha piþtre nûnerên partiyên turkman bîr û boçûn û piþtevaniya xwe bo
helwest û boçûnên birêz Muftî diyar kirin. Li ser vê yekê cîgirê parêzgarê
Kerkûkê û serokê partiya gelê turkman Îrfan Kerkûkî bi navê hemû partiyên
turkman ên Kerkûkê spasiya helwesta serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê kir
bo girîngî bo peydakirina mafê neteweya turkman daye û ragihand ku mafê
turkmanan di çarçoveya Iraqeke mezin de wenda ye û di herêma Kurdistanê de
mafên me zêdetir tên peydakirin û rola me zêdetir e.
Li ser maddeya 140 jî Kerkûkî piþtevaniya partiyên turkman bo lezandina
bicihanîna maddeya 140 diyar kir û ragihand ku mafê turkman ne li Tirkiye
belkî li Kurdistanê û bi beþdarbûna parlamentoya Kurdistanê tê misoger kirin
û bo vê yekê jî geþbîniya xwe bo vegera Kerkûkê bo ser herêma Kurdistanê
diyar kir. .
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|